
Bi hezaran şêniyan li pêşiya Parka Efrîn a li taxa Eşrefiye kom bûn û dest bi şahiya xwe kir.
Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Comene Murad axivîn.
Her du axivêran şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şoreşa azadiyê wesifand ku li ser bingeha têkoşîna gel, jin û ciwanan bi ser ketiye. Her wiha diyar kirin ku divê şoreşa li ser bingeha projeya netewa demokratîk ava bûye berfirehtir bibe ji bo ku mafên pêkhateyên Sûriyeyê werin bidestxistin.
Her duyan îşaret bi rola jinên azad di şoreşê de kir ku li tevahî eniyan hazir bû û têgeha şoreşê bi pêş xist û parast.
Her duyan bang li gel kir ku têkoşînê mezin bikin, xwedê li destkeftiyên şoreşê derkevin, hêviyên şehîdan di avakirina welatekî demokratîk a azad, pirreng û nenavendî de bi dest bixin.
Komên Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn berhemên xwe pêşandan û şêniyan li ber stranan govend gerandin. Ji nava hunermendan, hunermendê Helebî Ebdurezaq Ehmed jî hebû.




