
Şahî bi organîzekirina Insiyatîfa Gel li Parqa Azadiyê a Bajarê Qamişlo hat lidarxistin ku 7 salî heta 70’ê salî kes bi cil û bergên xwe ê gelerî ve bi coşeke mezin beşdarê şahiyêbûn. Her wiha Qada pîrozbahiyê bi Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Öcalan, û bi Kesk, sor û zer ve hatibû xemilandin. Di şahiyêde Wêneyên Rêber Abdullah Öcalan, Alên Kongra Star, YPJ, YPG, û QSD’ê hatin hildan.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, axaftin ji aliyê Hevserokê Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl hat kirin.
Aldar Xelîl Şehîdên Şoreşê Bi bîr Anî û Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji tevahî gelan pîroz kir û got” 13 min salvegera Şoreşa Rojava ji hemû gelên me pîroz be. Di vê mûnesebetê de em silavên xwe ji vir heta Imraliyê dişînin. 13 sal derbasbûn ku Şoreşa 19ê Tîrmehê destpêkir, ku gelên me ê şoreşger pir bedelên giran dan êşen pir mezin kişandin lê tu carî di berxwedanî û tekoşîna xwe de tawîz nedan heta gihiştin roja me a îro. Gelek şehîd dan lê serkeftin bi dest xistin.
Aldar Xelîl da zanîn ku pêşketinên ku niha çêdibin ne kêmî yên li Kurdistanê çê dibin, ji bo damezrandina civaka demokratîk bi însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan têkoşînek tê meşandin, gelê Kurd ji asta isbata hebûna xwe derbasî bidestxistina destkeftiyan bûye, ew bi hêvî ne ku li tevahî Kurdistanê bibe sala serkeftinê û wiha got; “Şoreş bi bilindkirina têkoşîna demokrasiyê berdewam dike, niha girîng e ku em biparêzin û pêş bixin, girîng e ku ji bo gelê Kurd xebateke li Sûriyeyê bê kirin. Şamê hîn gavek berbiçav ji bo Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku hemû pêkhate di nav de bin, neavêtiye. Sûriyeyeke demokratîk bi çareserkirina pirsgirêka Kurd çê dibe. Wê ev tecrube bi saya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan pêş bikeve.”
Piştre Kordinasyona Kongra Star Berîvan Xalid axivî û got: ” Gelê Rojava gelê Berxwedêr û Tekoşer cejna Vejînê ji we pîroz be. Îro gelê Bakur û Rojhilatê Surî bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Turkmen vê rojê pîroz dikin. Ev 13 salin Gelê Bakur û Rojhilatê Surî bê Tereddût li ber xwe dan bi pêşengtiya Jina Azad Jina Kurd ev şoreş heta roja îro berdewam dike. Îro em mîrasê wê Şoreşê Jiyan dikin, ev jî bi saya Fedakariyên Hevalên di şexsê Barîn, Arîn û Hevrînan pêk hat ku em vê rojê li giyanê Tevahî Şehîdên Azadiyê Pîroz dikin.”
Berîvanê balkişande ser êrîşên hawirdor û wiha bi dawî kir: “Xwestin beriya 13 salan me jî qir bikin, lê bi heycana gelan, hêz û îradeya gel me karîbû şoreşa xwe biparasta. Li dijî destkeftiyên me êriş hene, siyaseta wan li ser hemû gelan e. Naxwazin em bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn û em ê bi heyecana şoreşa xwe saziyên xwe biparêzin.”
Piştre Koma Hêva, Hunermend Şêrîvana Kurdî, Ehmed Mendal, Şerîf Omerî, Stranên gelerî gotin, her wiha Ferhad Merdê Helbest xwend û Govenda Yersûsa a Suryani govend pêşkeşkir.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û durişmeyan bi dawî bû.




