ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Qamişlo Şahiya Derçûna 29 Mamosteyên ji Perwerdeya Birdozî

Li Bajarê Qamişlo Derçûna  29 Mamosteyên Jin ji Perwerdeya Birdozî ku 16’ê Hizîranê Di bin sîwana Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Qamişlo despêkir piştî 38, îro bi dawî bû, Şahiyek hat lidarxistin.

Şahiya Derçûna Mamosteyên Dewreya Perwerdê a bi Navê Şehîd Nûjiyan Amed, li navenda Rêveberiya Dibistanên Qamişlo hat lidarxistin. Bi dehan mamoste beşdarî derçûna rêhevalên xwe bûn. Her wiha hate zanîn ku Momosteyên ku tevlî Perwerdeya Birdozîbûne piraniya wan dayikin.

Bernameya perwerdeya Birdozî a ku hatiyî dîtîn wiha ye

1- Girîngiya Perwerdê

2- Dahûrandinê rêbertî

3- Welatparêzî

4- Uslûp û xîtab

5- Çand û Exlaq

6- Civaka Xwezayî

7- Dahurandinên Serokatî

8- Rastiya Serokatî

9- Dîroka Jin

10- Zayinperestî

11- Jin û Rêveberî

12- Tûzika Kongra Star

13- Zanista Jinelojî

14- Netewa Demokaratîk

15- Ekolojî

16- Şerê Taybet

17 Şerê Gelê Şoreşgerî

18- Dîroka Sûriyê  û Şoreşa Rojava

19- Tenduristî

20- Rêbazên Perwerdê di Desteyê de

21- Pilatform

Şahiya Derçûna Mamosteyan bi deqeyeke rêzgirtin li ser Cangoriyên Azadiyê destpêkir, Piştre li ser navê Rêveberiya Ofîsa jin Ruken Ehmed axivî

Ruken Ehmed xêrhatina mêvana kir û Şehîd Nûjiyan Amed bi bîr anî û got , hertim xwesteka  heval Nûjiyan ew bû ku hemû jin rastiya jin , fikir û Felsefeya Rêber Apo nasbikin û bibin bingehê  avakirina civakê.

Herwiha Ruken Ehmed da zanîn ku armanca perwerdeyê xurtkirina kesayeta jin û pêşxistina di warê fikrî de ye.

Piştî axaftinê , mamoste Rohilat, Stêr û Xebat bawername bi çepik û tilîliyan li mamosteyan pêşkêşkir.

Şahî bi govend û stranan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button