Di Konferansa Li Bajarê Kobanê de Girîngiya Pergala Hevserokatiyê û Rêbazên Pêşxistinê hat nîqaş Kirin
Kongara Star Li bajarê Kobanê konferansek di derbarê pergala Hevserokatiyê de Ji bo xurtkirina û Pêşxistina rêbazên Demokratîk ê li ser bingeha wekheviya herdu zayendan, li darxist.

Sîstema hevserokatiyê cara yekê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di hevdîtineke li girtîgeha Îmraliyê di sala 2004’an de hat bilêvkirin. Bi vî awayî êdî sîstema hevserokatiyê di gelek partî û rêxistinên li Kurdistanê û Ewropaye de hat bikaranîn.
Konferansa bi beşdariya zêdetirî 300 delegeyan, li Navenda Çand û Hûnerê a Baqî Xido a Bajarê Kobanê hat li darxistin.
Di dîwana Konferansê de Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Surî Berîvan Xalid, Koordînasyonên Kongra Star a herêma Firatê Zozan Bekir û Loceyn Salim cihê xwe girtin.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Endama dîwanê Zozan Bekir axivî û bal kişand ser girîngiya naskirin û pêkanîna rêbaza hevserokatiyê. Paşê endama Ofîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Leyla Ehmed perspektîfa danasîn, dîrok, wate û girîngiya sîstema hevserokatiyê xwend.
Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser sîstema hevserokatiyê û pêkanîna wê ji aliyê Endama Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD) hatin xwendin.
Piştre berdevka koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rîhan Loqo rewş, geşedan û pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistanê, Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê nirxand.
Herî dawî jî beşdaran nêrîn, şirove û pêşniyarên xwe yên li ser pergala Hevserokatiyê anîn ziman.
Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû
Encamnameya ku ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Lojeyn Salim ve hat xwendin wiha ye:
1- Li Darxistina Civînan ji hemû Bajar, Komîn û beldeyan re, ji bo xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan derbarê Pergala Hevserokatiyê de.
2- Bilindkirina asta Tekoşînê ji bo pêşdebirina Pergala Hevserokatiyê.
3- Ji bo xortkirina Pergala Hevserokatiyê divê hemû Hevserok erk û berpirsyarî bigrin.
4- Di nava hemû saziyan de Pergela Hevserokatiyê divê bikeve meriyetê.
5- ji bo pêşxistina Pergala Hevserokatiyê di tevahî Suriye û Rojhilata Navîn’de xebat werin kirin.
6- Kesên ku di pergala Hevserokatiyê de erk bigrin, divê xwedî ezmûn û asteke birdozî bin.
7- ji bo Jin û Mêran di hemû saziyan de Dewreyên Perwerdê ê Girtî û Vekirî di derbarê Pergala Hevserokatiyê de werin vekirin.
8- dewreyên Perwerdê en Taybet ji bo Pergala Hevserokatiyê werin vekirin.
Konferans bi Durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.




