KomxebatNûçeSlide

Komxebata Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşa Jinan û Binpêkirinên li Siwêdayê Dinirxîne û Banga Helwesteke Yekgirtî Dike.

Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê Platforma Çalakiyan hevbeş a Jinan , bi dirûşmeya "Bi Hev re Ji Bo Piştgiriya Jinên li Siwêdayê Li Beramberî Qirkirinê" forumeke diyalogê hat lidarxistin. Ev forum beşek ji kampanyayê ye ku  ronîkirina rastiya jinên Sûriyeyê û binpêkirinên ku ew pê re rû bi rû dimînin armanc dike, bi taybetî balkişandiye ser sûcên li dijî jinan li Siwêdayê, rêbazên belgekirina wan û hesabpirsîna sûcdaran. Forum li Parka Mişwar li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Nûnerên rêxistinên jinan, Yekîtiya Jinên Suryanî, Tora Rêberên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, Rêxistina Şaûşka, Rêxistina Sara, Encumena Demokratîk a Sûriyeyê, Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Encumena Piştgiriya Jinan, malbatên şehîdan, Encumena Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Encumena Jinên Sûriyeyê û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina li ser rihê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre jî peyamên dengî yên jinên li Siwêdayê  ku ji platforma çalakiyên hevbeş a jinan hatibû şandinhatin  hat guhdarîkirin. têde binpêkirinên li dijî jin û zarokan li herêmê hatin vegotin, di nav de spasî û teqdîrkirina jinên Siwêdayê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevgirtina wan û organîzekirin a ji komxwebatên wiha re .

Çalakiya komxebatê bi pêşkêşkirina mijarên guftugoyan, ku li ser du milên sereke hatine dabeşkirin, û komxebat berdewam kirin.

Beşê yekem ê komxebatê ji aliyê cîgira hevseroka MSD`ê Canda Mihemed ve hate birêvebirin.Canda, rewşa li Sûriyeyê wekî zêde xeternak pênase kir û got ku di nav parçebûna siyasî de yekser bandor li jinan dibe, ew rastî tundî û paşguhkirinê tên.

Canda bi bîr xist li Sûriyeyê alozî û nakokî bi salane li ser hev kom bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destwerdana hêzên herêmî û navdewletî alozî kûrtir kiriye. Pêwîste Sûriye li ser esasê pirengî, wekhevî û edaletê ji nû ve were avakirin. Piştî hilweşîna rêjîma berê, rewş baştir nebûye. Hemû hêzên civakî û siyasî hatine paşguhkirin. Hin herêm bi bi temamî ji danîna pêşeroja welat hatine dûrxistin. Komkujiyên li dijî civaka elewî ya li Perava Sûriyeyê rû dan, pir bi êş bûn. Tu behane ji bo pêkanîna komkujiyan nayê qebûlkirin.”

Canda, helwesta hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir û wiha dom kir: “Hikûmeta veguhêz nikarîbû baweriya gelê Sûriye bi xwe bîne. Bi taybet piştî bûyerên Perava Sûriye û Siwêdayê. Li wir komkujiyên mezin hatin kirin. Binpêkirin bi zanebûn hatin kirin. Êrişa li ser Siwêda jî pir bi êş bû.”

Canda di axaftina xwe de bibîr xist ku pêwîst e danûstendina bi gelê Sûriyeyê re li gorî exlaqên mirovahî be, ne bi zihniyeta dûrxistin û neqebûlkirina aliyên din be, ji ber ku ew rêbaz civakê parçe dike.

Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta veguhêz jinan ji naveda biryarê dûr xistiye û wiha dom kir: “Jin bi komkujiyan re hatine hiştin. Tevî wê jî jinan doza rola xwe ya pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de dike. Jinan serkêşiya şerê li dijî DAIŞ’ê kir. Heta niha jî bi wêrekî li ber xwe dide. Pêwîst e rola jinan di avakirina Sûriyeyê de li ber çavan were girtin.”

Di beşa duyemîn a komxebatê de jî Rêveberiya Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Nûr El Henefî li ser reşa li Siwêda axivî û bibîr xist ku ev çend hefte ne li wir binpêkirinên mezin têne jiyîn û di serî de tundiya li dijî jinan.

Nûr, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di nava binpêkirin û sûcên têne kirin de ne û wiha dom kir: “Jin rastî kuştin, revandin û koçberkirinê hatin. Ev sûc bi zanebûn hate kirin, jin jî wekî alavekî tirsandina civakê hatin bikaranîn.”

Beşdaran di nirxandinên xwe de, girîngiya çalakkirina parastina xwe û bi giştî jinan û xurtkirina rola jinan wekî hêzek pêşeng di rûbirûbûna pirsgirêkên avahîsaziyê yên ku Sûriye pê re rû bi rû ye,dan eşkerekirin . Her wiha tekez kir ku binpêkirinên li Siwêdayê ne tenê binpêkirinên takekesî ne, lê belê beşek ji siyasetek sîstematîk a qirkirin û tundûtûjiyê ne ku rasterast jinan bi hinceta “şopandina bermahiyên rejîmê” hedef digire. Ev siyaset, di bin siya zîhniyetek radîkal ji bo widakirin û marjînalîze rola wan û  tepisandina dengê wan .

Beşdaran her wiha tekez li ser pêwîstiya redkirina  marjînalîzekirina  pêkhateyên Sûriyeyê kirin, û hişyarî dan ku divê her projeyek hikûmeta veguhêz bi tenê bi nasnameyekê ve sînordar nebe an jî li ser navê aliyekî biaxive û yên din dûr bixe, ji ber ku ev yek parçebûnê kûrtir dike û marjînalkirinê rewa dike. Her kes li hev kir û gihiştin yek ramanê ku ferzkirina yeke nasnameye li ser civakeke cihêreng qirkirina çandî û siyasî ye, û tekane rêya avakirina Sûriyeyeke demokratîk ew e ku hemû pêkhateyên wê werin naskirin û peymaneke civakî ya piralî û dadperwer were çêkirin.

Di dema nîqaşê de, pêşnûmeya Danezana Destûrî ya Jinan wekî referansek neteweyî hate pêşkêş kirin da ku mafên jinan û pêkhateyan werin garantîkirin, û pêşerojek hevbeş were avakirin ku tê de jin çalak û biryarder bin, ne qurbanî, lê belê di nav dewleteke demokratîk de ku li ser bingeha edalet û wekheviyê bijîn.

Komxebat dê bi encamname û pêşniyarên ku piştgiriya jinên Sûriyeyê , ronîkirina dijwarîyên ku ew pê re rû bi rû dimînin, û vekirina asoyên berfirehtir ji bo hevgirtin û çalakiyên hevbeş di navbera jinan  li herêmên cûda armanc dike de wê bi dawî bibe.

Related Articles

Back to top button