Kongra Star Li Helebê ji Bo bi Hêz Kirina Rola û Pêşengiya Jinan Civînan li Dar Dixe
li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Kongra Star rêzecivînên xwe berdewam dike her wiha Armanc ji van rêzecivînan hişiyarkirina jinan li ser metirsiyan û xurtkirina rola wan di têkoşîna li hemberî binpêkirina û paşguhkirinê de .

Kongra Star di çarçoveya rewşa Sûriye û herêmê de, rêzecivînên ji bo jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne.
Armanc ji van civînan hişyarkirina jinan li ser metirsiyên di vê qonaxê de û xurtkirina rola jinan di têkoşîna li hemberî zext û paşguhkirinê ye ku bikarin mafên xwe di civakê de misoger bikin.
Civîn beriya 2 rojan li malên jinan ên li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hatin lidarxistin.
Armanca wan ew e ku bigihîjin hemû jinên herêmê û piştre ew civîn ber bi rojavayê Şêxmeqaûd û taxa Eşrefiyê ve berfireh bibin.
Ji bo bidawîhatina civînan hîna demek dawîn nehatiye diyarkirin.
Di civînê de der barê geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê diqewimin û ser rewşa jinan hemwextî guhartinên piştî hilweşîna rejîma Baas de, nîqaş û analîz hatin kirin.
Di nîqaşê de naveroka banga Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” hate nîqaşkirin.
Her wiha behsa rewşa jinan li herêmên peravê û Siwêdayê, binpêkirinên wek kuştin, revandin û sînordarkirina azadiyan bi bihaneyên olî û civakî, hate kirin. Ev yek nîşan dide ku tevî guhartinên di desthilatdariyê de lê hîna hişmendiya baviksalar berdewam e.
Beşdaran teqez kir ku hişyarî, zanabûn û tevlîbûna li têkoşînê nûnertiya rastîn a jinan di navendên girtina biryaran de misoger dikin û wekheviyê û civaka demokratîk dide rûniştandin.




