KomxebatNûçeSlide

Şêniyên Navçeya Şêran Tundî, Xwekuştin û Rêbazên Çareseriyê Gotubêj kirin

Şêniyên li Navçeya Şêran a giredaye bajarê Kobanê a Firatê di Komxebatê de Tundiya li ser Jinan, Xwekuşrin û rêbazên bi dawîkirina wan nîqaş kirin.

Komxebat Komxebat bi pêşengtiya Kongra Star a herêma Firatê li Navenda Partiya Yêkitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şêran ya girêdayî Bajarê Kobanê bi beşdariya dehan Jinan, xebatkarên saziyên sivîl, ve hat lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Kordînasyona Kongra Star a navçeya Şêran Nadiya Hiso û EEndama Desteya Jin Ruhilat Ebdî ve hat birêvebirin.

Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê, Nadiya Hiso xêr hatina beşdarvanan kir û bal kişand ser diyardeya xwekuştina Jinan û ku di demên dawî de li Sûriyeyê zêde bûye û sedemên vê yekê wiha nirxandin: “Ji ber zextên dirûnî, civakî, mercên dijwar ên derdorê jin neçarî xwekuştinê dibin. Ev yek jî bandorên karasetî li ser malbatê û tevahiya civakê dike. Dive ji bo em xwe bigihînin wan jinan ku di rewşeke bi wî awayî a Suriyê de ku aloziyên de derbas dibe pêdivî bi piştevaniya derûnî û manewî heye.

Beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şer, zextên aborî û bandora medyayên dijber sedemên xwekuştinê ne, û ji bo pêşîgirtina li xwekuştinê, divê perwerde li ser vê mijarê were dayîn û werin hişyarî hişyarîkirin, piştgiriya psîkolojîk û civakî ji jinan re were dayîn û jin werin rêxistin kirin.

Her wiha beşdarwanan pêwîstiya  xwe gihandina hemû jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn û destnîşankirin û diyarkirin ku  divê ew hemû jinan ji vê rewşê rizgar bikin û teqez kirin ku wê ev ji bo xwe bighînin tevahî Jinan wê kar û xetatên xwe bê navber bidomînin.

Komxebat bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button