
Rewşen wiha got: “Beriya şoreşa 2011’an Jin li durî heqîqet û rastiya xwe bû ku dema di nava malê de xort û Jin hebûn di navbeyna wan de pir zêde ferq û Cudahî hebû. Xort bi çaveke biçuk li Jinê mêzedikir. Ev yêk xwe di teyisande dibistanan jî ku peşiya xortan dihate vekirin lê Jin nedikarîn xwendina xwe temam bikin. Piştî di zewicî jî erka wê tenê mêzekirina zarokan bû ku tu heq û huquqê wê tunebûn. Di malbatê herî pêşketî de keçkê wan tenê dikarîn bibin mamoste yan jî hemşîre, dervî van pîşeyan nedikarîn rola xwe di nava civakê de bilîzin. Dema di zewicî jî rastî Tundiya Mêr dihat.”
Rewşen pêşengtiya Jinan a Şoreşa Rojava de destnîşankir û got: “Ev rewş wekî çarenûsa wê dihat dîtin û ev neheqî dihat paşguhkirin. Lêbelê, piştî Şoreşa Jinan a 2011an, Raman û Felsefeya Rêber Apo re Cihê jinan di civakê de guherî; jinan rastî û hêza xwe nas kirin û beşdarî hemû kar û xebatan bûn. Bi taybetî jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de li Kobanê roleke pêşeng lîstin û li eniyên herî pêş de ji bo parastina ax û azadiya xwe şer kirin. Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinan hate binavkirin û ji bo tevahiya cîhanê bû model û jinên Rojava wekî mînak hatin dîtin.
Ji bo parastina mafên jinan û wekheviya zayendî gelek Qanûnên Malbatê hatin derxistin. Berî şoreşê, behsa mafên jinan bi pratîkî ne mimkun bû ku li gorî qanûnên Sûriyeyê, du jin dikarin li dijî mêrekî şahidiyê bikin. Lê belê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şoreşê re her tişt guherî; gelek encumen ji bo parastina mafên jinan hatin damezrandin, zewaca zû hate qedexekirin, û di Şoreşa Rojava de mafên jinan bi awayekî sîstematîk hatin naskirin û pêşxistin ku ev yek heta roja îro jî berdewam dike.
Rewşenê diyarkir ku Jin bi awayekî plankirî ber bi xwekuştinên ve tên birin û wiha lê zêde kir: “Jin ne tenê di qadên Leşkerî de, di hemû saziyan de jî cihê xwe digirin. Sîstema Hevserokatiyê hatiye damezirandin ku Jin bûn xwedî biryar pêş de çûn û di hemû qadan de xwe ispat kirin. Jinê xwe naskir êdî neheqiyê li ser xwe jî li ser Jinek din jî qebûl nake. Jin ji ber krîzên wekî şer, koçberî, birçîbûn û sucên mirovahiyê ku êdî nema tê tehemmul kirin jin dawî li jiyana xwe tînin. Her wiha bi tedîdên cûr be cûr re Jin ber bi xwe kuştinê ve tên birin. Her wiha ji ber gefên cûrbecûr jin ber bi xwekuştinê ve têne ajotin. Li gorî Sûriyeyê, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di astek pir pêşketîtir de ne û niha tenê ji bo azadiya xwe dixebitin. Beriya şoreşê, gelek êrîş, koçberî, birçîbûn, kuştin û tecawiz li dijî Jin û Gel hatin meşandin. Lê Şoreşa Jinê heviyên bi nirx ê jiyanî û serkeftinên mezin bi xwe re anîn ku aramî, Edalet û wekhevî çebû ku gel dikarîbû nefes hilgire.
Rewşen wiha domkir: “Piştî hikumeta veguhez hat li ser hukumdariya Şam’ê despêke berê xwe da milê Sahil êrîşê gelê me ê pêkhateya Elewî kir ku li wir komkujiyên mezin pêk anî. Piştre berê xwe da Siweydayê li ser gelê me ê Durzî gelek Komkujî li wir jî pêkanîn bi taybetî jî li ser Jin’ê. Li gorî Navenda Çavderiya Mafê Mirovan zêdetirî 600 Jin hatine qetilkirin, ku êrîşeke dijwar li ser Jin hat meşandin ku ne tenê qetilkirin Jin hatin tecawûz kirin revandin ku heta niha çarenûsa wan ne diyare. Wek li ser medyaya civakî jî hate bilavkirin li hemberî van êrîşan Jinên Siweydayê çek rakirin ji bo parastina Ax û Rûmeta xwe. ev werekiya xwe jî ji Jin’ên Bakûr û Rojhilatê Suriyê girtin. Jinên Şoreşa Rojava jî piştgiriya xwe bi wan Jinan re da diyarkirin. Em jî li vir bi zarok û Hevjînê xwe re çeka xwe radikin û axa xwe diparêzin.
Rewşen balkişande ser şerê taybet ê ku ji aliyê dijberî şoreşa Jinê tê meşandin û wiha got: “Ji bo pêşîya xwe kuştina Jinan bê girtin li tax, Komîn û dibistanan de dewreyê perwerdeyê wê werin vekirin. Ji bo hişyariyê jî jixwe broşûr tên bilavkirin ku ji bo malbat haje zarokê xwe hebin. Li hemberî şerê taybet ê dijberî Şoreşa Jin’ê divê hemû kes hişyar be. Ji bo ev rewş were çareserkirin Rêxistinên Jinan Rêveberiya Xweser mal bi mal, Komîn bi Komîn niqaşan pêk tînin. Banga Rêber Apo ku weke dîmen hat bilavkirin got Sosyalîzm Jin nebe nabe, lê tenê bi Jin’ê re jî nabe. divê Mêr jî Azadiya Jinê qebûl bikin ji berku Azadiya Jin’ê di heman demê de Azadiya wane jî. Divê her Jinekê heqîqeta xwe nas bike û bikarê xwe rêxistin bike û pêşbixe û Divê em despêke Jinê Azad bikin ji bo ku em bi welateke Azad de jiyan bikin.”
Rewşen bang li jinan kir ku dive xwe bigihînin tevgerên Jinan û wiha bi dawî kir: “Bi Banga Rêber Apo re weke Jin me Morel û manewiyateke pir bi nirx girt heviya Jiyanê me ji nû de bi destxist. Her wiha nameya Rêber Apo a ji bo Jineolojiyê jî ji bo tevahî Jinan bû ku divê kîjan netewê be bila bibe xwe nas bike, Mafê xwe nas bike û xwe rêxistin bike û ne tenê di warê şeklî bi awayeke cewherî xwe pêş bixe. Banga min ji bo hemû Jinan dema Rastî Tundîtîjî hat divê xwe bigihîna tevgerê Jinan. Her wiha ne tenê Jin divê Mêr jî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin, ji bo heqîqeta Jin’ê nasbikin ku em bi hev re di Civakek Azad, Demokrat, Aşitî û Wekhevî de bijîn.



