
Daxiyanî li qada Jina Azad a Bajarê Kobanê hat dayîn. Daxiyaniya ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Xunav Xelîl ve hate dayîn wiha ye:
“Em dibîn in ku her tim Pergala Îranê di derheqê jinan de biryarê darvekirinê dide, bi taybet ew jinên ku li hemberî vê pergala Mêrserwer a Paşvero radibin û serî hildin, biryara darvekirinê tê dayîn an jî rastî destdirêjî tên, ev ne cara yêkemîne ev bîryar tê dayîn. Weke tê zanîn di demê dawî de li ser aktîvîst û jina Kurd Şerîfa Mihemedî biryara darvekirinê careke din hatiye dayîn.”
Daxuyaniyê destnîşan kir ku jinên di tekoşîna xwe de bi biryarin dibin hedefa rejîma Îranê û wiha domkir: Şerîfa Mihemedî jineke ku ji bo tevahî jinan serîhilda û ji bo mafê jinan tekoşîn meşand. Bi girtin û êrêkirina cezayê darvekirinê ve dixwazin rêya çareseriya Civakê ku xwe dispêre Azadiya Jinê tune bikin. Rê li pêşiya Jinan digrin. Lê nikarin êdî denge Jin’ê qut bikin. li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan Jin hatin girtin, lê berxwedaniya wan jinan li hemberî desthilatdariyê bi israr û bi bîryar tekoşîna Jinan mezintir û zêdetir dibe. em jî weke jinên Kobanê heta dawiyê li pey jinên li Rojhilatê Kurdistanê ne
Weke tê zanîn Di bin navê exlaq de Jîna Emînî qetilkirin, ku li dijî vê dermirovahiyê di tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de Şoreşa Jin Jiyan Azadî pêk hat ku cîhan bi giştî rabu ser lingan. Ne tenê li Rojhilat li Bakurê kurdistanê jî jineke Rêveber a şaredariyan hate dîlgirtin. Ji berku Jin’ê li ser projeya xwe a desthilatdariyê weke tehdît dibînin. Lê çi dibe bila bibe wê Jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ve Desthilatdarî û vê hişmendiya paşvero ji holê rake. Wê Jin bi pêşengtiya Aşitî û Civaka Demokratîk re civakek Azad û wekhev ava bikin. Em bi hemû hêza xwe ve li gel Jinên Rojhilatê Kurdistanê ne.”
Daxuyaniyê teqez kir ku wê bi pêşengtiya banga Aşitî û Civaka Demokratîk re tarîtiya ku li ser Jinan tê ferzkirin bi tekoşîn û yêkgirtinê ve ronî bikin û wiha bi dawî kir:”ew desthilatdariya li dijî Jine, ew jinê li ser porjeya xwe xeterî dibîn in, lê wê jinên ku bi projeya û felsefeya Jin Jiyan Azadî wê desthilatdariyê ji holê rakin, wê jin bibin pêşengê tevahî cîhanê û wê bibe pêşenga azadiyê wê hêrsa intîqam zêde bibe, em ê li pey jinên Rojhilatî Kurdistanê bin.”
Piştî daxuyaniyê, jinan Sêdar şewitandin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.




