NûçeSlide

Li Desteya Perwerdê Kongra Star Waneyek bi Sernavê Rastiya Serokatiyê Pêşkêşî Mamosteyan Kir

Bi rasthatina guhertinên civakî û siyasî yên ku li herêmê diqewimin, pêwîst heye ku têgehên rêceberiya zana û xwedî berpirsiyar di saziyên perwerdehiyê de pêk werin ji ber ku ew kevirê bingehîn ê avakirina nifşên pêşerojê ne.

Lewra Kongra Star di vî warî de pêwîst dît ku dewlemendkirina hişmendiyê û zanînê di nava mamosteyan de pêş bixe, ev pêşketin jî wê bi dana waneyên bi kalîte yên ku bingeha rêveberiyê û aliyên wê yên felsefî û pratîkî ve were.
Kongra Star waneya ku têkildarî mijara “Rastiya Rerokatî” li Desteya Perwerdeyê ya Mamosteyan hate pêşkêşkirin,
Wane ji aliyê berdevka kongra Strar a Kantona Hesekê Nahid Sulêman ve hate dayîn.

Di waneyê de şîroveyeke berfireh a cûrbecûr têkildarî rastî û kesayeta serokatiyê û girîngiya vê waneyê ji bo netew û gelan kirin.
Her wiha wê di berdewamiya waneya xwe de serokatî, şêwazên serokatiyê yên cûrbecûr pênase kir û kesayetên  serokan bi berfirehî şîrove kir.
Herî zêde wane li ser taybetmendiyên rêberên mezin, wek xwediyên fir û ramanên bi bandor, wêrekî, durustî û şiyana dayîna biryarên sudmend ji bo berjewendiyên gelan hate dayîn.

Nahid qonaxên jiyana Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji zarokatiya wî heta ciwantiya wî û ta gihîştina qonaxa wî ya siyasî û zaniyarî herwiha bandora felsefe û doza Kurd li ser kesayeta wî, herwiha bandorên şoreşgerî yên cîhanî, nirxand.

Paşê li ser komployên navneteweyî yên ku Rêbertî rastî wan hatiye ,herwiha helwesta wî û helwesta gelê Kurd li hember van bûyer û pirsgirêkan hat nirxandin.
Guhertin û veguherînên ku serokatî kirin û pêşniyara wî ya alternatîfan ji bo sîstemên modernîteya kapîtalîst ên heyî jî hatin pêşkêşkirin.

Nahid di dawiyê de wiha piştrast kir ku dwaneyê têkildarî şêwaza serokatiyê, prensîbên herî girîng, taybetmendiyên kesane û taybetmendiyên serok di qonaxên cûda yên jiyana wî de, her weha rola wî di şoreşa Sûriyê de û bandora wî li ser civaka herêmî û cîhanî ronî kir, û gihîşt di encama waneyê de ku piştrast dike ku rastiya serokatiyê vedîtin, çalakî û pêkanîneke pratîkî ye ku rasterast bandorê li jiyana gelan û civakan dike.

Wane bi tekez kirina ku mamoste hilgirê nirxên serokatiyê û berpirsiyariyê ye ,lewra dema ku van waneyan û têgehan bi têgeheke rast bighîne xwendekaran  di avakirina nifşek hişmend a ku ji bo guhertinê guncaw-maqûl e de temsîl dike wê bê afirandin.

Related Articles

Back to top button