Gelê Bajarokên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirkanê ji bo Azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan soza têkoşînê nû kirin
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve ta roja îro li dijî tecrîda tund a li ser hatiye meşandin, hema bêje bi temamî di warê fîzîkî de ji cîhana derve hatiye bêpar kirin,lê tevî van şert û mercên dijwar têkoşîneke dijwar dimeşîne ku ev dibe nirxê gel ya jê neveger.

Herî dawî jî banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a 28’ê Sibata 2025’an de ku tê de banga Aştî û Demokrasiyê kir hatibû pêşkêş kirin, rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku pevçûnên heyî bi riya diyalog û lihevhatinan dê di rêbazên çareseriyê de esas bigrin.
Lêbelê, rayedarên Tirkiyeyê têkildarî banga dîrokî ti bersiveke cidî nedan.
Di şûna wê de, polîtîkayên wan li ser bingeha tepeserkirin û înkarê didomin, krîza berdewam gur dikin û hêviyên mirovên ku bi hesreta aştî û demokrasiyê jiyan dikindixwazin têk bibin.
Di vê çarçoveyê de, bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê di meşeke girseyî de soza xwe ya têkoşînê heta bidestxistina azadiya fizîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nû kirin .
Şêniyan tekez kirin ku vîna gelê ku aştî û demokrasiyê daxwaz dike, her çendî bi zehtên dijwar re jî rû bi rû bimînin jî çi qas zext dijwar bin jî, ewê her li qadan bin.
Şêniyan di meşa xwe de îsrara daxwaza azadiya fizîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û tekez kirin ku heta ev azadî pêk neyê dê têkoşîna ji bo aştî û civaka demokratîk wê berdewam bike.
Meş ji qada Jinan a Dirbêsiyê dest pê kir heyanî qada şehîdan rawestiyan,
Endamên rêxistinên civaka sivîl , meclis ,tevgerên ciwanan û jinan û hêzên ewlehiya hundirîn beşdarî çalakiyê bûn
Herwiha di meşê de wêneyên rêberê Ocalan ji aliyê gel ve hatin bilindkirin û filêksên ku dirûşmeyên “Bijî serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” hatibû nivisandin bilind kirin. “.
Piştî ku çalakvan li qada şehîdan rawstiyan bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan, di piştrejî rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê Fatma Keleş axaftineke pêşkêşî girseyê kir,Fatma destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî tecrîdê li ser rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û ji bo pêvajoya aşitî û demokrasiyê tu gavên cidî neavêtiye.
Wê tekez kir û got: “Em ê têkoşînê bidomînin û heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest nexin, em ê ranewestin û gav paşde navêjin li meydanan bimînin.”
Bi vî awayî, doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hîn jî lêdana dilê têkoşîna aştî û demokrasiyê li herêmê ye. Xwepêşandan û daxwazên domdar ên ji bo azadiya r êberê Apo rastiyeke ji bo vîna bêdawî ya gelan e.
Li hember polîtîkayên tecrîd û înkarê, ev tevger wekî çirayên bêdawî di tariya krîzê de radiwestin û ji cîhanê re dide diyakirin ku qêrîna edalet û mirovahiyê nayê bêdengkirin.
Fatama wiha axaftina xwe bi dawî kir, Dibe ku rêya têkoşînê dirêj xuya bike, lê her gavek li meydan û qadan û her dengê ku doza zadiyê dike, kêliya pêkanîna edalet û aştiyê nêzîktir dike.
Meşa ku tê daxwaza azadiya fîzîkî ya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin , bi diruşmeyên bê serok jiyan nabe jin jiyan azadî bidawî bû.




