Şandeya Jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Pıştî Hevdîtinên xwe yên Almaniyayê Wê Berê xwe Bide Siwîsreyê
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gera xwe ya dîplomasî didomîne. Şandeyê hevdîtin bi gelek partiyan, rêxistinên jinan ên alman re lidar xistin û çaverê ye ku gera xwe li Siwîsreyê temam bikin.

Şandeya ji endama Rêveber a Meclisa Jinan Emîne Omer, Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên, seroka Yekitiya Jinan a Suryan Jorjêt Bersûm pêk tê, li Berlînê bi namzetên Partiya Çepgir a Alman û endamên Meclisa Jinan a Almanyayê re civiyan.
Di hevdîtinê de, şandeya herêmê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê, rewşa jinan û rola wan di çareseriya siyasî û civakî de nîşqa kirin.
Her wiha şandeyê diyar kir ku di hevdîtinan de tecrubeya jinan li herêmê, girêdana jinan bi nenavendîbûnê, demokrasiyê, edaletê û azadiyê, pêwîstiya tevlêkirina pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de, parve kirine.
Şandeyê destnîşan kir ku atmosfera hevdîtinên li Almanyayê erênî bûn û aliyên alman gotin ew piştgiriya hewldanên birêxistinkirina jinan li herêmê dikin.
Şandeyê hevdîtinên xwe li Almanyayê bi dawî kirin û niha berê xwe dane Siwîsrayê.




