
Li Hola Serdemê ya Hesekê ya kantona Cizîrê Konferansa 4ˊemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Ji delege, endamên rêxistin û tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, 600 kes amade bûn. Konferans bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li dar dikeve.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî. Foza lidarxistina konferansê li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirin-Jin, bi taybet ên xebatên bo belavkirina ewlehiyê û pêkanîna parastina şêniyan û herêmê dikin û li tevahî jinên daxwaza azadiyê dikin pîroz kir.
Fozayê diyar kir ku ji destpêka şoreşê heta roja îro jin roleke mezin di avakirina civakeke azad de dilîzin û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi saya kedên jinan bi armanca parastina wan û civakê hat avakirin.
Di berdewama axaftina xwe de Foza îşaret bi zextên û binpêkirinên li dijî tevahî jinan û yên Sûriyeyî bi taybet kir û got: “Jin di her aliyê de rûbirûyî ambargoyê ne, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev ambargo şikand û gavên pratîkî ber bi rêya azadiyê ve avêtin û zihnetiya li dijî wan û dûrxistina wan red kir.”
Foza anî ziman ku pêwîst e jin bi vîna xwe bawer bin û bi hêza xwe serbilind bin û got: “Hevalên xebitîne û hîna di vê saziyê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin) de dixebitin roleke dîrok di xurtkirina hişyariya bi wekhevî û edaletê lîstin.”
Foza anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramî heye û rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di pêkanîna vê ewlehiyê de silav kir û got: “Heta niha rewşa li Sûriyeyê ne aram e. Rojane rewşên qetilkirin, destdirêjiya cinsî û revandin tên tomarkirin û mafên jinan di destûrê de tune ye û nûnertiya wê di hikumeta veguhêz de lawaz e. Ev yek lawaziya hikumetê ya parastina jinan û misogeriya mafên wan nîşan dide.”
Foza anî ziman ku digel van geşedanan de, mijara teslîmkirina çekê, heta ku destûrek tê avakirin û tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger dibe, sazî aktîv dibin û artêşek birêxistinkirî ava dibe, ne pêkan e.
Foza bang kir ku divê hejmarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin zêde bibin û şiyanên wan di tevahî waran de bi pêş bikevin.
Foza Yûsif destnîşan kir ku divê parastin tevahî jinan bigire nava xwe, ne tenê jinên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û got: “Jina lawaz û nezan nikare parastina xwe bike. Di demekê de guhertinên ji bo dûrxistina jinan ji kar û tirsandina wan tên kirin, lidarxistina vê konferansê gaveke girîng e. Em ê li ser şopa şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye de bimeşin û divê ev konferans biryarên girîng ên ji bo xurtkirina mafên jinan û azadiya wan bidin.”
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo da zanîn ku konferans di rewşeke îstîsna de tê lidarxistin. Rîhan îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hêz, îrade û bawerî da jinan da ku şoreşan bi rêve bibin û di hemû qadan de cihê xwe bigirin. Rîhan got, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dane ku bi têkoşîna xwe dawî li pergala desthilatdar bînin. Her wiha diyar kir ku tevî êrişên domdar şoreşa jinan bûye şoreşeke zanistî.
Di konfransê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û çend kesên din axivîn. Di axaftinan de rola jinan a ji destpêka şoreşê ve û pêşengtya wan di qadên şoreşê de hatin nirxandin û hate gotin ku jinan cihê xwe di avakirina projeya demokratîk de girtiye.
Evîn Siwêd di axaftina xwe de got jinan di parastina civakê de xwe isbat kir û ev tişt anî ziman: “Parastina civakî ji sîstema exlaqî û mirovî qut nabe. Jin li vir dibin rêvber û pêşengên rêxistinbûyîn û insyatîfê. Rola hêzên ewlekariya hundir a jin di pêkanîna ewlehiya civakî bi bandor û diyarker bû. Cihê xwe di parastina destkeftiyên şoreşê de girtin û li dijî hemû cûreyên terorê û sûcdaran tekoşîn meşandin. Jinan bi vê tekşîna xwe diruşmeya parastina civakî berpirsyariya hebeş a hemûyan, piratîze kir.”
Evîn Siwêd, da zanîn ku tişta vê ezmûnê cûda dike ew e ku xebat ne tenê di parastina leşkerî û ewlekariyê de ye û wiha dom kir: “Çanda aştî û zanista civakî hate belavkirin, bi rihê berpirsyarî û exlaq derbarê kes û civakê de xebat bi rê ve diçin.”
Evîn Siwêd, şehîdên azadiyê û di serî de ên jin bi bîr anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Şehîdên me bûne minare û riya nifşên pêş ronî dikin. Bûne sembola îradeya tu carî nayê şikandin.”
Evîn siwêd, li ser pêkanîna sîstema hevserokatiyê jî ev tişt anî ziman: “Pêkanîna sîstema hevserokatiyê û beşdarkirina jinan di hemû qadên rêveberî û civakê de, isbat dike ku pirojeya heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di piratîkê de, wekheviya rast a li ser esasê Sûriyaya pireng û demokratîk esas digre.Ev gav ne tenê destkefetî ne, lê belê jinan di encama wan de, li ser xeta azadiya jin û civakê berê dîrokê daye guhertin. Niha jî divê bi hemû rê û rêbazan parastina van gavan were kirin. Sûriyeyê û herêm di geşedanên mezin re derbas dibe. Pêwistî ji her demê zêdetir pê heye berxwedan û tekoşîna jinan di siyaset, parstin û çandê de mezintir û bilindtir bibe.”
Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de konfrans pîroz kir û got Rêveberiya Xweser dê bi hemû hêza xwe piştgiriya hemû gavên rêxistina jinên azad berfireh dike, bike û ev tişt anî ziman: “Serkeftina wan serkeftina tevahî civaka me ye. Ev gaveke din a ber bi Sûriya Demokratîk, pireng û azad de ye. Sûriya li ser esasê edalet û pirengiyê pêk tê.”
konferans hîn jî dom dike wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.









