
Piştî li darxistina civîna yekem a platforma jina kurd a ku di Nîsana bihurî de li Sulêmaniyê hatibû li darxistin. Di dîroka 27-9-2025’an de civîna duyem hat li darxistin.
Di civînê de jin ji her çar beşên Kurdistanê , Ewropa, KNK û Repak amadebûn.
Di civînê de raporên xebatên pilatforma jinan li herçar aliyê kurdistanê hatin xwendin ,herwiha rewşa siyasî û şêwazê karkirinê hatin nîqaş kirin,di herikîna nîqaşan de ji bo lidarxistina kongreya jin a kurd a 3,emîn pêwîstî bi komîtek amadekar hat dîtin.
Di vê çarçovê de wê komîte dest bi amadekariya xebatênxwe yê kongreyê bike ,birya hate girtin ku hêjmara beşdarvanan ji 300-350 jinî be,wiha diyare ku wê kongre ji niha heyanî meha 1-2026an were li dar xistin.




