
Konfrans li hola Serdem a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê bi beşdariya 200 delegeyên jin ji şaredariyan û nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hate dest pêkirin.
Konfransê bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir, piştre axaftina vekirinê ji hêla Hevseroka Meclîsa Gelan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo ve hate kirin. Sîham Qeryo di axaftina xwe de balkişand ser rola jinan di nava şaredariyan de û wiha axivî: “Ev konferans encama têkoşîn û xebata jinan ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê ye. jinan hebûna xwe ne tenê di warê leşkerî, di warê siyasî, civakî û jiyanî de jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat kirin. Şaredarî saziya herî zêde bi civakê re mijûl dibe. Ji ber vê bihêzkirina jinan di şaredariyan de ne lukseke siyasî ye, ew pêdîviyek navneteweyî ye ji bo avakirina civakek piralî, dadperwer û hevgirtî ye.”
Endama koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid “Duyemîn konferansa meclisa jin a yekîtiya şaredariyan di qonaxek hesas de ji bo herêm û tevahiya Sûriyeyê tê lidarxistin. konferansa a me ya îro bi serê xwe peyamek e ji bo hemî hêzên herêmî û navneteweyî ku jinên di Rêveberiya Xweser de xwe birêxistin dikin, û kes nikare îradeya wan bişkîne.”
Her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê hewl dide ku di danûstandinên ku niha bi welatên din re dike de bi hesabê îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê serkeftinê bi dest bixe.û wiha lê zêde kir ku jinên azad di Rêveberiya Xweser de hebûna xwe di hemî sazî û navendên biryardanê de îspat kirine, di demekê de ku hikûmeta Sûriyeyê jinan paşguh dike, xwe bi temsîliyeta qels û fermî di hin saziyên xwe de razî dike. Wê got, “Kes nikare îrade û azweriya jinên Sûriyeyê, nemaze jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ku tevî hemî hewldanên têkbirina wê, mohra xwe li Şoreşa 19ê Tîrmehê hiştin, ji holê rake.”
Bêrîvan tekez kir ku jinên di şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de karîne pergala demokratîk xurt bikin û di bin dirûşmeya: “Jin, Jiyan, Azadî” de pozîsyonên biryardanê bigirin.
di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şaredarî di nav wan qadan de ne ku jin karîne nirxa xwe îspat bikin, tevî hemû hewldanên dewletên herêmî yên ji bo hilweşandina van saziyan bi êrîşên hovane. Wê got, “Em bawer dikin ku jin dikarin xwe bêtir û bêtir rêxistin bikin û li her deverê ku lê dixebitin biserkevin.”
bêrîvan wiha axaftina xwe bi dawî kir “Tu hêz nikare îradeya jinan li ser vê erdnîgariyê bitepisîne yan bê bandor bike. Jinan di nava şaredariyan de pêşengî kiriye. Ew di rêvebirina vê qadê de bi awayek demokratîk û li gor îdiyolojiya Rêber Ocalan, bi ser ketine. Ji ber vê em hemû hêvîdar in ku bi heman îrade û pergalê, jin dikarin Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ava bikin.”
di piştrejî derbarê rewşa siyasî û geşedanên li herêmê ku diqewimin de endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Foza Yûsif di konfransê de rewşa siyasî nirxand û behsa siyaseta li Rojhilata Navîn kir: “Tirkiye, Îran, Îsraîl û yên din hewlên xwe yên ji bo xistina Rojhilata Navîn di bin bandora xwe de zêde dikin û pevçûn bi xwe li ser bingeha destkeftiyên aborî û rêyên bazirganiyê, li erdnîgariya Sûriyeyê diqewime. Tiştê ku Sûriyeyê di 9 mehên dawî de derbas kiriye, beşek ji vê siyaseta ku Sûriyeyê niha dibîne ye, û her kes beşek ji guhertinên ku Sûriyeyê dîtiye bû, çi Rûsya, Brîtanya, Amerîka û heta Îsraîl û ew hemî niha di rewşek pêşbazî û pevçûnê de ne.”
Foza Yûsif bal kişand ser xetereyên berdewamiya van pevçûnan li ser rastiya Sûriyeyê: “Hemû dewlet amade ne ku Sûriyeyê û gelê wê feda bikin da ku bigihîjin armancên xwe. Gelê Sûriyeyê di piraniya peyman û hevdîtinan de ti rolek nagire û ew jî ji wan haydar nînin. Ji ber ku ev plan û rêkeftinên veşartî ne, gelê Sûriyeyê ti eleqeya xwe bi wan re nîne. Komkujiyên ku li herêmên peravê Sûriyeyê û li Siwêdayê diqewimin jî beşek ji van plan û polîtîkayan in; ev hemû ji bo kûrkirina krîza Sûriyeyê têne kirin.”
Foza Yûsif girîngiya jiholêrakirina dabeşbûnên ku ji ber polîtîkayên navneteweyî û zihniyeta cîhadîst a Heyet Tehrîr el-Şamê çêbûne tekez kir û got: “Divê em li dijî gotinên nefretê helwestek yekgirtî bigirin û hemî platform û dezgehên medyayê yên ku nakokiyan diçînin sînordar bikin. Divê gotarek neteweyî û diyalogek nav-Sûrî were pêşxistin; gotarek aştiyê, bê nefret û dijminatiyê, xwestekên gel nîşan dide. Sîstemek navendî bombeyek demkî ye ku dê Sûriyeyê parçe bike; ji ber vê yekê, divê sîstemek demokratîk, piralî û nenavendî were avakirin ku nasnameya hemî Sûriyan temsîl bike.”
Foze Yûsif di axaftina xwe de girîngiya parastina mafên jinan û temsîlkirina îradeya wan di Sûriyaya nû de jî destnîşan kir. Wê got, “Rola jinan di avakirina sîstemeke şaredariyê ya demokratîk de ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin pir girîng e. Divê ev şaredariyên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, xizmeta civakê bikin û ji bo tevahiya Sûriyeyê bibin mînak. Divê ev yek armanceke sereke be dema ku em dikevin sala nû.”





