ÇalakîNûçeSlide

 Kongra Star Li Nafçeya Şedadê Daxwaza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Kir

Meclisa Kongra Star a Şedadê bi çalakiyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim” de, Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê çalakiyek li hola meclisê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, jinên ji Şedadê û bajarokên Erîşe û Mergedayê beşdarî çalakiyê bûn.

Ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Şedadê Emîra El Elî di çalakiyê de axivî û têkoşîna jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Emîra anî ziman ku dengê jinan dê paşguhkirî nemîne, lê dê di avakirina siberojê û civaka demokratîk a azad de bibin tevkarên esasî.

Di dawiya çalakiyê de endama Meclisa Kongra Star a Erîşa Hîba El Elî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em jin bi navê her jineke lêgerîvana azadî û rûmetê, bi navê her dayikekê ku emaneta şehîdan hilgirtiye û bi navê her keçeke ku siberojeke baştir ji gelê xwe re dixwaze, dengê xwe bilind dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin dixwazin rasterast hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û hate gotin: “Em bi mafê hevdîtinê ve girêdayî ne. Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga dirust rêya bihêzkirina yekitiya gelan û belavkirina nirxên azad û wekheviyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hêvî ne diruşmeke ji rêzê ye, lê belê mafekî rewa ye. Mafê jinan mafê civakê ye. ronesans jî rêya ber bi avakirina aştî, edalet û demokasiyê ve ye.”

Di dawiyê de ji ber ked û têkoşîna wan diyarî pêşkêşî jinên beşdar hatin kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button