NûçeSlide

Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser Hevdîtinên Xwe bi Dawî Kir

Hevdîtinên dîplomatîk ên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Ewropayê bi civîna ku li bajarê Aarau yê Swîsreyê pêk anî, bi dawî bû.

Karê dîplomatîk ê şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê bi civîneke dawîn li bajarê Aarau ya Swîsreyê bi dawî bû. Civîn ji aliyê Komîteya Karûbarên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Aarau ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn. Di civînê de şande li ser rewşa Sûriyeyê agahî dan.

Di nav şandeyê de Seroka Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Kombûna Jinên Zenubiye Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û Rêvebera Giştî ya Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm hebûn. Şandeyê bi qasî mehekê bi siyasetmedar, parlamenter, nûnerên şaredariyan, rêxistinên jinan û jîngehê û civakên Kurd ên li Belçîka, Elmanya, Fransa û Swîsreyê re civiya.

Nûnerên Komeleya Suryaniyên Turgi, Offenes Antifaschisches Treffen (OAT) Lenzburg, rêveberiya Partiya Sosyalîst, çalakvanên tevgera femînîst û jîngehê û endamên Mala Kurdan beşdarî civîna dawî ya li Aarau bûn. Jorjêt Bersûm, li ser navê şandeyê axivî û li ser geşedanên li Sûriyeyê pêşkêşiyek kir. Jorjêt Bersûm, destnîşan kir ku hikûmeta heyî nikare pirsgirêkên heyê yên li welêt çareser bike.

Jorjêt Bersûm, diyar kir ku rejîma Ehmed El-Şara, mîna rejîma Baasê, xwedî nêzîkatiyek monîst e û got, “Çareseriya rastîn li Sûriyeyê avahiyek nenavendî û demokratîk e ku hemû nasnameyên cuda tê de têne naskirin û dikarin bijîn. Ezmûna deh salan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê nîşan dide. Em jinên Sûriyeyê şer naxwazin.”

Li ser pirsa ‘Tirkiye dixwaze Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) çekên xwe deynin, hûn ê çek danin?’ Seroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer ev bersiv da, “Em dizanin ku piştî ku hikûmeta Colanî hat ser desthilatdariyê, li dijî Elewî û Durziyan komkujî hatin kirin. Çek ewlehiya me ne. Ger em çekên xwe deynin, tiştê ku bi serê Elewiyan hat, wê bi serê me jî were.”

Related Articles

Back to top button