KomxebatNûçeSlide

Kongra Star di Komxebata Xwede  Tekez Kir ku Pirojeya Rêber Abdullah Ocalan Kilîta Çareseriya Kirîzên Rojhilata Navîn e

Kongra Star li Kantona Qamîşlî, bi beşdariya komek çalakvan, nûnerên saziyên sivîl, partî, rêxistinên jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Hêzên ewlekariya Jin, Mala Jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Weqfa Jinên Azad, Îslama Demokratîk û endamên Meclis û komînan, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Komxebatek diyalogê bi sernavê " Rola Rêber Abdullah Ocalan di Avakirina Aştiyê û Çareserkirina Pirsgirêkên Rojhilata Navîn de" li dar xist.

Rojhilata navîn di demeke pir hesas û giring re derbas dibe,êdî hembû û nebûna gelan di nava destê dewletên serwer de tê bazarkirin.Dewletên baviksalar ji sedê salan dixwazin xwe li ser civakan ferz bikin û civakan ber bi paşvebûnê ve bibe.

Her çendi rojhilata navîn ji her alî de dewlemende , dewletan ev dewlemendî ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn û ber bi qirîzê ve birin.Mirov dikare bêje ew pirengiya di rojhilata navîn de ji aliyê dewletên serwer ve hate parçekirin û nijadperestî di nava gelan de belavkirin, êdî neqebûlkirina netewan ji hev re derket holê.
Lê belê ji bo rojhilateke navîn a ku baçê reş li ser hatibû kirin û ew baç were rakirin, rêberê gelan Abdullah Ocalan derket holê û hertim ji bo rojhilatek ku tê da wekhevî, demokrasî,aramî û edalet hebet êdikoşiya û di nava hewlidanan de bû.

Komxebata  li ser rola rêber Apo di avakirina aşitî û çareserkirina pirsgirêkên ronjhilata navîn” komxebatek hat lidarxistin.
Komxebata ku bi pêşengiya Kongra Star li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate organîzekirin.
Komxebat li ser sê axaftinan hate dabeşkirin,ku tê dê derola rêber Abdullah Ocalan di pêşengtiya çareserkirina pirsgirêkên ronjhilata navîn de û avakirina aşitiyê di nava kirîzên ku têne jiyankirin,yên aborî,sîyasî,dîplomasî û şerê ku di nava dewletan de tê meşandin di nava van qirîzan de carek din raman , helwest û pirojeya rêber Apo dibe ronahî ji bo rojhilata navîn.

Di komxebatê de bi sedan jin beşdar bûn,beriya komxebat destpê bike deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan rawestiyan, paşê axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona Qamişlo Rîhan Temo ve hate kirin.

Rîhan bixêrhatina mêvana kir û rewşa xerab ya ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên tê re derbas dibin anî ziman û got êrîşa ku li ser sivîlan tê kirin , bi navê vê kombûnê û ji dengê we hemûyan em şermezar dikin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Li ser vî bigehî rewşekî niha ku rojhilata navîn di nava qeyran û kirîzan de ye, gera Kurdan û rêhevalên wan bi pêşengtiya feylesûfê serdemê ku çareserî ji pirsgirêkê heyî re were kirin, bi taybet pirsgirêka jin herwiha şerê ku diqewimin ku em karibin bi fikir û ramanê rêber Abdullah Ocalan aşitiyê misoger û ava bikin.
Paşê Berdevka  kongra star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê , Rîhan Loqo axivî û wiha anî ziman, li ser navên me teva wekî jinên qada şoreşê ên ku bê navber di tevahî qadên jiyanê de berxwedanî û têkoşîn ji bo azadî û aştiyê didin meşandin,li ser navê me teva ji qada şoreşa jin silavên û hezkirina xwe ji Îmraliyê re dişînin .
Rîhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser dahurandinên Rêber Abdullah Ocalan yên di derbarê jin û hevjiyana azad. Herwiha giringiya rola komînên xerser di nav civakê de û wiha pê de çû; 27’sale berxwedana dîrokî ya kû kêlî bi kêlî dîrok da nivîsandin, dîroka hebûna gelan , hebûna jinan ,  careke din di sedsala 21 an de, sedsala azadîxwazan,aşîtiyê,demokrasiyê û wekheviyê, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku ev sedsal bibe ya aşitî û demokrasiyê.
Dema ku em behsa rojhilat navîn dikin yekser hişmendiyên nijadperest,olperest, zayendperest ,netewperest û hişmendiyên ku taybet xwestin xwe li ser jinan ,gelan ,pêkhateyan û civakê ferzbikin ev hişmendî têne bîra mirov,Rojhilata navîn xwedi dîrokekî dewlemende ku bi hezarê salan gelan ,pêkhateyan,jinan û civakan bi hevre û dewlemendiyekî mezin, bi pir çandî,zimanî,olî û netewî hate avakirin û ev kir nimûneyekî mezin ku rojhilat navîn bibe rojhilat herî mezin ji zanebûnê ,rêxistbûyînê ,çandê û zimanan re.
Dewletan jî li gorî terz û mejyê xwe rojhilat navîn a dewlet ber bi qirîz şer û alioziyan ve birin, ji hişmendiyekî azad û hemû civaka hembêz dike berevajî vê bi hişmendiyekî hişk û desthilatdar ve birêve birin,ji civakekî ku rola jinan tê de sereke bû ber bi civakekî jinan nasneke ve birin.
Rêber Abdullah Ocalan qirîzên rojhilata navîn yak bi yek nirxand û pêwîstî dît ku ew qirîz careke din veguhere civakeke azad ,xwekhev,aram û bi pêşengtiya jin were birêverbirin.
Di vê sedsalê de yê ku mohra xwe li dîrokê xist,rojhilat navîn ji paçê reş ê ku li ser hatibûn kirin û destê xwe avêt wî paçî û rakir, ji bo doza jinan û aşitî û civaka demokratîk têkoşiya , rêber Abdullah Ocalan bûn.
Dewletên nevnetewî , dagirker û desthilatdar ji bo ev hişmendî hîn bêhti belav nebe bi kkomployekê rêber Abdullah Ocalan dîlgirtin û dengê aşitiyê û rastiyê bêdeng bikin.

Rîhan bi gotina Rêber Apo axaftina xwe bidawî kir û got rêbert’ dibêje be “Min diavêjin nav golekê û ji min re dibêjin ku divê ez avjeniyê bikim.” Lê dewleta Tirk got “Em dixwazin Tirkiyeyek bê teror ava bikin.” Ev rêbaz ne rêbazekî aştiyane ye.

Piştre hevseroka Desteya Aborî ya bakur rojhilatê Sûriyê Semer El- Abdullah axivî û got’Rêber Abdullah Ocalan di nîqaşên li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, bi taybetî di derbarê avakirina modelek aştî û jiyana hevbeş de, û derbasbûna ji nakokiyên teng ên neteweyî, bi taybetî jî nakokiya Kurd-Tirk, kesayetiyek girîng e. Vîzyona wî ji sînorên siyasî yên kevneşopî derbas dibe û projeyek felsefî û civakî ya berfireh pêşniyar dike ku li ser bingeha veguherîna ji dewleta neteweyî bo civakek demokratîk a beşdar e.
Tevî komploya navneteweyî ya ku ew dîl girtiye jî, doza azadiya wî êdî ne tenê daxwazek Kurdan e, lê belê ji bo hemû gelên cîhanê mijarek mirovî ye. Wî ramanek ronakbîr û felsefeyek kûr ji bo pêşketin û parastina gelan pêşkêş kir, ku bi zihniyeta aştî û demokrasiyê ve hatibû dagirtin, û projeyek ku kilîta bidawîanîna nakokiyên dîrokî yên herêmê û avakirina rojhilata navîn a dadmendtir û aramtir digire nav xwe.

Projeya Rêberti ji neteweperestiya teng derbas kiriye, ji bo avakirina aştî û jiyana hevbeş asoyên nû vedike û yek ji projeyên fikrî yên herî berbiçav e ku xwedî potansiyeleke rastîn e ji bo bidawîkirina krîzên kûr. Bi rexnekirina xwe ya li ser îdeolojiyên kapîtalîst û kolonyalîst, Abdullah Ocalan di her hewldanek ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd an pirsgirêkên gelên din de wekî rêber û feylesûfekî neçar derdikeve holê.
Rêber Abdullah Ocalan bi berdewamî daxwaza destpêkirina danûstandinên aştiyê yên rastîn kir, û tekez kir ku aştî ne tenê rawestandina şer e, lê di heman demê de avakirina saziyên bi rastî demokratîk li ser bingeha diyaloga berfireh di navbera pêkhateyên herêmê de ye. Wî çend înîsiyatîfên agirbestê da destpêkirin da ku nîşan bide ku aştî, ne şer, hilbijartina stratejîk e.

Dahurînên wî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê li ser modelek aştiyê ya herêmî ye, li ser bingeha mafên wekhev û çareseriyek siyasî ya berfireh. Ew modelek cûda pêşniyar dike ku li ser bingeha encumen û komînan ango beşdariya rastîn a gel di biryardanê de tê de mafê birêvebirina karûbarên xwe bi awayekî serbixwe ji civakên herêmî re tê dayîn, di heman demê de yekbûna herêmî jî tê parastin.

Ev model di deverên ku lê hatiye bicîhanîn de bi bandor derketiye holê, beşdarî çareserkirina marjînalîzasyona siyasî û çandî bûye û mekanîzmayek baş ji bo jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cihêreng de çêkiriye. Demokrasiya rastîn, wekî ku rêber dibîne, ne ji desthilatdariya herî bilind, lê ji binî tê.

Rêber Abdullah Ocalan aboriya kapîtalîst wekî sedemek sereke ya bê îstîqrariyê rexne dike, û banga aboriyek civakî ya navxweyî dike ku li ser bingeha xweseriya herêmî ye, ne aboriyek îstismarkar.

Her wiha ew bawer dike ku zordestiya li ser jinan faktora herî kûr e di xurtkirina desthilatdarî û serdestiyê de. Ji ber vê yekê, wî jin xist navenda projeya xwe ya rizgariyê, bi baweriya ku bêyî azadiya jinan azadî ji bo civakê tune ye. Ramanên wî îlhama jinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dane, ku bi awayekî çalak di rêveberiya siyasî, leşkerî û civakî de beirêve dibin.

Paşê selefizyonek li ser felsefeya neteweya demokratîk, rola jinan di projeya çareseriyê de, xwendineke rexneyî ya rastiya herêmî ya heyî, û rêbazên veguherandina ramanê bo pratîka sazî û civakî hate pêşkêşkirin.
Herwiha li ser navê pêkhateyên Suryanî Stêla Mûras axivî û bibîrxist ku

Gelê Suryanî di seranserê sedsalan de rastî komkujî û hewldanên jiholêrakirinê hatiye, lê dîsa jî ew hilgirê nasname, ziman û çanda xwe mane. Hebûna wan ne marjînal bû, lê belê ji bo avakirina şaristaniya Mezopotamyayê bi rêya bazirganî, huner û avahîsaziyê girîng bû. Ev dîrok ne tenê rabirdûyek e, lê kiryarek berdewam e di xizmetkirina civakê û şekildana wateya jiyana hevbeş de.

Di dilê vê dîrokê de, jinên Suryanî wekî parêzvanên bîranînê, hilgirên aştiyê û parêzvanên ziman û çandê sekinîn. Jinên Suryanî ne tenê sembolên berxwedanê bûn, lê di heman demê de di parastina hebûnê û hûnandina têlên berdewamiyê di nav tofanan de çalak bûn.

herwiha piştrastkir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bi bîrdoziya xwe ya demokratîk, mafê azadiya derbirînê dide Suryaniyan û cihê wan ê dîrokî vedigerîne. Ev bîrdozî cudahî naxe navbera çandan; berevajî vê, ew banga parastina mîrateya Suryaniyan dike, mîna çandên Ereb û Kurdî, û rola Suryaniyan di şekildana taybetmendiyên rojhilat de nas dike.

Paşê beşdaran baweriya xwe ya xurt anîn ziman ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan ne tenê bi rêbazên teorîk, lê di heman demê de bi veguherandina ramanê bû pratîka civakî û sazûmanî jî kilîteke rastîn ji bo çareserkirina krîzên li rojhilata navîn temsîl dike. Di nav mudaxeleyan de, wan bal kişandin ser van xalan:

Pêdivîya rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan gaveke girîng e ji bo avakirina aştiyê û rêdana ku projeya wî ya demokratîk di qada siyasî û yasayî de kok bigire.

paşê rê li ber guftugoyên beşdarvanan hat vekirin:

Beşdarvanan wiha anî ziman,aweriya ku aştî ne tenê dirûşmeyek e, lê kiryarek hebûnî ye ku naverokek dadperwer û beşdariya çalak a jin û ciwanan di rêberiya pêvajoyê de hewce dike. – Tekez kirin ku pirsgirêka jinan ne marjînal e, lê belê bingeha projeya çareseriyê ye, û rizgariya jinan şertek ji bo rizgariya civakê ye.

Baweriya ku aştî ne tenê dirûşmeyek e, lê kiryarek hebûnî ye ku naverokek dadperwer û beşdariya çalak a jin û ciwanan di rêberiya pêvajoyê de hewce dike.

herwıha jı beşdarvanan wıha Tekez kirin, ku pirsgirêka jinan ne marjînal e, lê belê bingeha projeya çareseriyê ye, û rizgariya jinan şertek ji bo rizgariya civakê ye.

Banga ji bo diyaloga civakî ya xurtkirina hewldanên rewşenbîrî û rêxistinî ji bo pêşvebirina modela xwerêveberiyê wekî çareseriyek demokratîk a piralî ku mafan garantî dike û rûmetê diparêze.

Tekez dike ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” sînoran derbas kiriye û ji bo gelên ku bêriya edalet û rûmetê dikin bûye çira.

Komxebat bi banga xurtkirina diyaloga civakî û zêdekirina hewldanên rewşenbîrî û rêxistinî ji bo xurtkirina projeyek aştiyê ya li ser bingeha edalet û wekheviyê bi dawî bû.
her wiha jinan pêwîstiya rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan wekî gaveke bingehîn ber bi çareseriyê ve tekez kirin.

Related Articles

Back to top button