DaxuyanîNûçeSlide

YRJˊê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd û rojnamevan Gurbetllî Ersoz bi bîr anî

YRJˊyê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd û rojnamevan şehîd Gurbetllî Ersoz a ku sembola têkoşîn û îsrara gihandina heqîqetê temsîl kiriye, bi bîr anî.

Bi boneya Roja Rojnamegera Jinên Kurd ku dikeve 7ˊê Cotmehê û salvegera şehadeta rojnamevan şehîd Gurbetlî Ersoz (8 Cotmeh 1997) Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 7ˊê Cotmehê de, em Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd bi bîr tînin, rojek ku nîşana serkeftina têkoşîna dirêj a jinên Kurd a ji bo şikandina bêdengiyê û damezrandina ragihandineke ku ne tenê bi navê wan diaxive, lê di heman demê de ji êş, ezmûn û hişmendiya wan a azad jî derdikeve holê.

Di vê rojê de, di Konferansa 2ˊyemîn a Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê sala 2013ˊyan de, ji bo dilsoziya bi salvegera rojnamevan û têkoşer Gurbetellî Ersoz re hatibû lidarxistin, Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat îlankirin.

Ev roj berhema fedekariyên bêhempa ne, di serî de fedekariya şehîd Gurbetllî Ersoz a ku di 8ˊê Cotmeha 1997ˊan de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye, ye. Gurbetllî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû, lê sembola jina ku bawer dikir ku peyv dikarin li hember guleyan bisekinin û wêneyek dikare hezar daxuyanî derbas bike, ye.

Gurbetllî di demên herî dijwar de pabendbûna pîşeyî û exlaqî temsîl kir, dengê rastiyê ji eniyên berxwedanê gihand wijdanê cîhanê. Mîrasa wê îro ji bo her rojnamevan nûçegihanekî/ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopa wê dişopîne giştî ye. Rojnamevan gotinên wê wekî amûrek berxwedan û bîranînê hildigirin.

Îro herêma me di rewşeke girêk de dijî ku tê de şerên ragihandinê, dezenformasyon û dorpêçkirina fikrî li hev kom dibin. Ev hemû jî ji bo bêdengkirina dengê jinên ku bi hişmendî û helwesta xwe ezmûneke ragihandinê ya bêhempa afirandine, ye. Lê dîsa jî, rojnamevanên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo veguhestina heqîqetê pêşengiyê dikin û rûbirûyî zilm û gefan in. rojnamevan kamere û mîkrofonan ne tenê weke amûrên veguhastinê lê weke amûrên berxwedanê hildigirin.

YRJˊê diyar dike ku ragihandina azad a jinan îro ji bo parastina cehwera şoreşa jinan û bicihanîna nirxên aştî, edalet û wekheviyê, berpirsiyariyeke dîrokî hildigire ser xwe. Gotina azad kevirê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk e ku li ser bingeha naskirin, beşdarbûn û rûmeta mirovan e.

Li gel banga dîrok a “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan, em diyar dikin ku ragihandin ne tenê qada pevçûna siyasî ye, lê qada avakirina hişmendiya kolektîf e. Ji lew re erka dikeve ser milê nûçegihan û rojnamevanên jin ruhê vê bangê bi rêya gotinên dijî zihniyeta desthilat û tundiyê derkevin û li şûna tehrîdkirin û parçebûnê zimanê diyalog û jiyana hevbeş nîşan bidin.

Em YRJˊê û bi baweriya bi mîrateya şehîdên ragihandinê yên jin û hemû kesên ku li dijî tundiyê û tarîtiyê derketine, pabendbûna xwe ya ji bo berdewama rêwîtiya ber bi ragihandina azad a jinan ve piştrast dikin, ku îradeya jinan a ji bo jiyan û berxwedanê nîşan dide. Ragihandin ne tenê bi agahdariyê ve sînordar e, lê peyamek exlaqî û mirovî hildigire ku ruhê aştiyê yê ku em banga wê dikin temsîl dike û li dijî tevahî şêweyên dagirkeriyê, cudakarî û xapandinê disekine.”

Related Articles

Back to top button