DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star:Komkujî û Gefên li Berav û Siwêda Pêk Hatin , wê li Herêmen me wê Neyên Dubarekirin

Têkildarî  êrîşên li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiy hemû rêxistinên jinan bi pêşengtiya Kongra Star  li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo daxuyaniyek hat dayîn.

 Piştî 15 ‘e salên xwînrijandin,komkujî,talankirin,revandin,qetilkiin ,wêrankirin û koçberkirina ku gelê Sûriyê tê re derbas bû ,piştî hilweşîna rêjîma Baas çavê gel li Sûryeke aram û azad bû.

Lê bi hatina hikûmeta veguhêz re  rewşa Sûriyê xirabtir bû, pêkhateyê ku mabûn jî rastî komkujiyê hatin,  heman zihniyete ku li ser civakê tê ferzkirin.

Piştî ku hikûmeta veguhêz pilanên xwe yên qirêj li ser gelê Beravê û Siwêdayê pêk anî, vê carê berê xwe daye taxên Kurda yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên bajarê Helebê,hikûmeta veguhêz ev çend roj e ew taxa dorbêç kirine û riyên di navbere herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û Helebê ve girtine.

Li hember vî rêbazî doh ji aliyê xelkên Şêxmeqsûd xwepêşandan destpêkir û nerazîbûna xwe diyar kirin. Lê belê çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz bi gaza rondikrêj êrîşî sivîlan kir , di encamê de 15 kes birîndar bûn .

Di wir de şer û pevçûnên giran di navber Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Şêxmeqsûd  û hikûmeta veguhêz de derket holê, gelek zirar gihiştin mal û milkên xelkê

Hikûmeta veguhêz bi van kiryaran dixwaze îradeya gel bişkîne , lê bersivek ne di  baweriya wan de bi berxwedana gel re dibînin .

Têkildarî  êrîşên li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiy hemû rêxistinên jinan bi pêşengtiya Kongra Star daxuyaniyek da.

Ddaxuyanî ji aliyê endama  Kordînasyona Kongra Star  Bêrîvan Xalid ve hate ziman.

Daxuyanî wiha ye:

Wek ku em dizanin piştî 14 sal berxwedanî û têkoşîn bi pêşengtiya jina azad li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ji Heleb ta Efrîn û Dêrezor, li hemî qadan û bajaran bi hemû pêkhateyan, gelê bakur û rojhilatê Sûrî helwestê xwe nîşandan sîstema xwe avakir û xwe birêxistin kir û li hember sîstema desthilatdar serî hilda, çi sîstema Bais be çi yên ku destdirêjî li ser destkeftiyên şoreşa me kirin.

Piştî 14 salan ji têkoşîn û berxwedaniyê, û Sûrî bi giştî rizgar bû ku Şoreşa Sûrî bi hilweşîna rêjîma Bais bi ser ket,gelê Sûriyê bi hêviyekê nêz dibû ku Sûrya pêşeroj Sûreykî nû bi hemî gelan bi îrada jin bi vîn û hebûna pêkhateyan û çandên ku di nava herêmê û Sûriyê de cihê xwe digrin be.

Lê mixabin ji hatina rêveberiya ku Şam ê birêve dibe ji 9 mehan ta îro , gavên ku têne avêtin yên mixabîniyê ne û hêviyên gelê Sûryê vala derdixîn e.

Ji ragihandina destûra Sûrî û ya hilbijartinan û nêzîkatiyên wan li hember jin ku wê nedîtî dikin , di heman demê de êrîşî gelan dikin,

Bi her awayî xwestin êrîş bakur û rojhlatê Sûrî bikin û di serî de gelê Kurd, beriya demekê tevlîheviye li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hebû lê wek ku me hemûyan dît ji doh vevgefên rêveberiy Şam ya demikî nsekinîne li ser herdû taxên ku nimûneyên ji bo pirojeya netewa demokratîk ,jiyana azad û îradeya jin.

Em wekî wekî jin li bakur û rojhilatê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe bi pêşengtiya Kongra Star, van êrîşan şermezar dikin û van gefan rexne dikin

Em bang dikin li civaka navnetewî ku li hember van gefan , nîzîkatiyan û êrîşan ku gelan hedef digire helwestekî cidî bê dayîn.

Çawa gefên xwe li Beravê û Siwêda destpêkirin dixwazin li herêmên me jî dewam bikin.

Lê bila baş bizanibin têştên ku li deverê din pêk anîn wê nikaribin li ser îrada gelê me bimeşînin.

Ev hişmendî ne hişmendiya gelê Sûriyê ye, ne pirengiyê ne jî îradeya jin bînin , wê nikaribe  bi vê hişmendiyê Sûryeke nû,demokrat pirengî ava bikin.

Em wekî tevgerê jin dê berxwedaniya me dewam bike heta em destkeftiyên xwe misoger bikin û dê ti kes nikaribe me biçewisîne.

Related Articles

Back to top button