Em Xwediyê wê Baweiyê ne ku wê Pergala Tecrîd û Qirkirinê Perçe Bibe û Azadiya Rêber Ocalan Misoger Bibe
Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan piştî ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Moskovayê, û di 15`ê Sibata 1999`an de jî li paytexta Kenyayê dîl hate girtin.

Komploya Navneteweyî êrîşa herî hovane, bêeman û li dijî mirovahiyê ye. Ev yek rastiyeke. Lê belê ne êrîşeke welê ye ku neyê têkbirin. Komploya 9’ê Cotmehê li ser wê yekê hatibû plankirin ku di rojekê de, di kêliyekê de Rêber Apo tune bike. 26 sal di ser re derbas bûn; hîn jî nekarî tune bike. Piştre ji bo tunekirinê her roj êrîş kirin. sîstema Îmraliyê weke sîstemeke welê ava kirin ku her roj 10 caran mirovan bikuje. 26 sal in li dijî sîstema Îmraliyê li ber xwe dide. Rêber Apo 26 sal in li dijî êrîşa komploya navneteweyî li ber xwe dide. Hemû pılanön wan hate pûçkirin, hate têkbirin. Ev yek çi nîşan dide? Nîşan dide ku komploya navneteweyî dikare bê têkbirin. Sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê dikare bê parçekirin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare bê misogerkirin.”
Di derbarê komploya 9ê Cotmehê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn Guney Mustefa wiha anî ziman;Di 9’ê Cotmeha 1989’an de di şexsê Rêber Ocalan komploya nevnetewî hate destpêkirin û di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan bi vê komploya navneteweyî hate dilgirtin.Guney wiha lê zmdekir,di salên borî de gelek Rêberê kurdan pêşengên serhildanan bi van komployên hovane re rû bi rû hatin ,ji berku van pêşeng û rêberan maf ,nasname,hebûn ax û ziman û çanda xwe xwestin li ser ruyê vê xakê û cîhanê weke her gel û netewî bijîn,û heya weke niha gelê kurd di şexsê tecrîdkirin û komploya li ser Rêber Apo pêk tê de bi qirkirin û tunekirinê re rû bi rû ne .
Guney wiha domand,ji ber ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rê û mifteya çareseriya kirîzên li Rojhilata navîn e,lewma komplo bi awayekî hovane hate meşandin.27 sale rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye, lê belê em vê vaş dizanin ku bila cîhan û herkes baş bizanin komplo û tecrîda ku li ser Rêbertiya me Pêk tê hemû mirovahiyê armanc dike ji berku armanca fikir , felsefe û têkoşîna Rêber Apo ewe ku hemû mirovahî bighêje mafê xwe û bi awyek adilane li ruyê vê xakê bijî,lê bi tevkî ku ev nêzî 27 salin ku bi awayek fîzîkî dîlgirtiye lê belê girêdan û berxwedaniya gel ku heya niha zindiye û civak ji biçûk heya mezin li qadana bi evîn û vîneke bê dawî li têdikoşin evjî vê radixe ber çavan ku rêber Apo ruh-giyanê wî her kêlî bi mere di nav meye jiyan dike giyan û fikrê wî azad Ji ber ku bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gel xwe avakiriya , birêxistin kiriye û hemû netew di nav hev de jiyan dikin .
Guney wiha domand û got ,Komplo berdewame û di heman dîrokê de bi şêwazekî din xwe nû dike û dubare dike, mînaka wê jî di her rojê û salvegerên komplo û komkujiyan de gelê kurd ûtevgera azadiyê bi nûkirina van birînan re rû bi rû tên mînakek jê em ber bi salvegera 7emîn a dagirkirina du bajarên li rojavayê kurdistanê tên ku di heman roja 9ê Cotmehê de bajarê Serê kaniyê û Girê Sipî û her wekî wê Şengalû Efrîn hatin dagirtkirin û gel ji cih û warên xwe koçbû li vir careke din birînên bi êş hatin nûkirin.Dunya tev dizane ku rêber Abdullah Ocalan têkoşîn, hewildan, lêkolîn û berxwedaniya ku di hundirê zindanê de kir û zindan ji xwe re kir dibistan û herikand nav gel û civakê.Di hundirê Efrînê de heyanî niha ew gelê li wir di bi zor û zehmetiya de jiyana xwe dewam dike, bi taybet jin bi gelek êşan re rû bi rû dimîn e,rastî qetilkirin, tecawizkirin û işkenceyê tên, ew dixwazin mafê Kurdan mafê jinê û pirojeya ku Rêber Abdullah Ocalan daye pêş me biçewisînin bê bandir bikin, naxwazin çirûska azadiyê li rojhilata navîn şewq vede .
Bêguman Rêber Abdullah Ocalan pilana dijmin vala derxistiye, ji ber ku civak bi hemû pêkhateyên xwe li ser piyan e, ev jî bersiveke ji bo dijmin,em wek xelkê Efrînê du caran koçber bûn lê dîsa jî bi hêzin, ji ber ku ferlsefeya Rêber Apo felsefeyekî raste û êdî em ew gelin me tama rastî ,heqîqet û azadiyê girtiyê, jiyana rast jî mirov nikare dev jê berde.
Guney bal kişand li ser êrîşê ku di pêvajoya dawî de li ser bajarê Helebê tê kirin û wiha got,dorbpêçen ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar dike ku dijminê me têk diçe lewma pilanên wiha qirêj dide meşandin.
Herçendî ew pilanên dijmirovatî pêk bînin em jî bersiva xwe bi berxwedanî , têkoşîn û yekdest didin.
Hêjayî gotinê ye ku em wek jin deyndarê Rêber Apo in, ji ber ku ji dîrokê bigre heyanî niha tu kesayet wekî Rêbertiya me ji bo jin ewqas ked nedaye,lewma pêwîste em wekî jin bi erkê xwe rabin û zêdetir li ser xwe perwerde kirin û xwe pêşxistina we rawestin.
Guney di dawiyê de îşaret bi banga Rêber Abdullah Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk kir û got,herdem di nav wê hewldanê de ye ku aşitiyê li tevahiya cîhanê belav û bike malê tevahiya gela, lê em dibînin heyanî niha li hember vê pirojeyê ti gav ji aliyê dewletên navnetewî ve nehatine avêtin .
Niha hebûn û tunebûna me tê bazarkirin , pêwîste êdî em bi erkê xwe rabin , em di pêvajoyeke pir hesas da ne , Rêber Abdullah Ocalan gavekî erênî da pêşxisti û hemû gel li hêviya vê rojê ye ku êdî em Rêbertiya xwe di nav xwede bibînin.
Ne rêberetiya me ne jî em wek gel aşiqê şer û xwînê ne, em aşiqê azadî,maf û cih û warê xwe ne ku em li axa xwe vegerin ji ber ku tiştek nema û bi serê gelan nehat kirin êdî bese ev Rêbertî û gel haq kiriye ku azad bijîn
Her wuiha Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Şîlan Omer jî di derbarê salvegera 27emîn a 9ê Cotmehê ku di sala 1998 de pêk hatibû got,em weke gel jin û ciwan bi hêza fikir û felsefeya rêber Apo ve em gihistin vê astê,di serî de em wekî jinên ciwan komploya ku di şesê Rêber Apo de Pêkat bi tundî şermezar dikin.
Şîlan wiha pê de çû,ev komplo ne tenê bi destê dewleta Tirk ve hate kirin , lê belê bi destên dewletên navneteweyî ,hözön hegemon ve pêk hat li hember vê böbextıyê jî emê serî hildin û tucarî nepejirînin .
Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û wekheviya gelan,cıvakan,neteweyan dixebite, lê dewletên serdest vê pirojeyê napejirînin ku hemî netew bi hev re di nav aramiyê jiyan bikin,ji bo çareseriya pirsgirêkên rojhilata navîn a ku ber bi qeyran û paşveçûnê diçû, lêbelê bi banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate kirin, lê ta niha bersivek cidî ne ji aliyê dewleta Tirk ne jî dewletê derdorê tu gav nehatiye avêtin.
Peyamên Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinên ciwan gihiştin me, em jî li gorî wê dê zêdetir xebatê xwe kurtir bikin, ji ber Rêber Abdullah Ocalan şoreşek ne tenê ji bo kurd û Kurdistanê lidarxist, lê belê şoreşek ji bo ku çawa jinek azad jiyan bike di nava civakê de avakir , ji bo wê jî em wekî jinên ciwan pêwîste li ser rêgezê Rêber Apo tevbigerin,ji ber ku divê em di ferqa oêwirên xwedebin ku em pêşengê civakê ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku em li vê derê di nava vê şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Suriyê hemî netew bi hemû rengê xwe bi hev re jiyan dikin , bêguman ev rehetî jî bi saya fikri û ramanê rêber Abdullah Ocalan e ku bi salan bê ku ferq û cudahiyê bixe nav ol,pêkhateyan de bi herkesî û her geş û netewî re di nav danû standinê debû ji beku Rêberê mirovahiyê bû.
Em hemû ciwan bi yek destî ji bo doza azadiyê şer dikin, ne di xeyalan de bû ku em rojin wiha jiyan bikin , lê bi saya Rêber Apo em gihiştine vê astê,ku armancê me bêhtir di jiyanê de berfireh bû û behsa azadiya xwe dikin herwiha çawa xwe ji tundiya li ser jinê biparêzin û ji bo rizgarkirina jinan têbikoşin lêhurbûnê dikin û xwe ava dikin,ji ber ku me dît bê çawa jinên ku ji beriya tevgera azadiyê û heya niha di hin civakan de hebûna jinan nayê hesibandin lê bi saya fikir û perwerdeyên jinan li ser bîrdoziya rizgariya jin êdî jin gihiştin wê zanebûnê ku çawa koletiyê li ser xwe nepejirînin û ji bo azadiya xwe û civakeke azad têbikoşin û xwe zana bikin da ku pêşngtiyê ji civakê re bikin.
Şîlan di dawiyê de jî bi navê hemû jinên ciwan komploya navneteweyî şermezar kir, divê demildest hemû rêxistinên mafên mirovan û dewletên navnetewî bi erkê xwe rabin , dem dama azadiya Rêber Abdullah Ocalan e . ji ber ku jiyana me bêyî wî nabe Rêber Apo afrînerê jiyanê ye û jiyan di hizura wî de bi wate û bedew dibe ,emê herdem şopdarê bangên Rêbertiya xwebin bi taybet ji piştî kongreya 12emîn a partiya karkerê kurdistan.û li kêleka vê biryara dawî li rê xû rêbazên çareseriyçan bi bikaranîna çekan anî emê heya dawî ji bo Aşitî û civaka demokratîk bixebitin.



