HevpeyvînNûçeSlide

Dayê Suad:Rêber APO ji bo Mirovahiyê bû Henaseya Jiyanê em Nikarin Bêyî wî Hebin û Bijîn

Dayê Suad bi hatina 27emîn a komploya 9ê Cotmehê dayika şehîdan,şehîd Hevrîn Xelef  komploya navneteweyî bi tûndî şermezarkir ,emê heya azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Ev 26 salin di ser komloya 9ê Cotmehê re derbas dibe ku ev kompolo ne tenê li ser kesayeta Rêber Apo pêk hat lê belê di şexsê Rêbertî de ev komplo li ser jin zarok hemû zindiyên azadîxwaz û mirovahiyê pêk hat ji ber ku Rêber Apo xwediyê felsefeya ku hebûn û azadiya hemû ziniyan di nava xwe de dihewand.

Bi vê wesîleyê dayê Suad dayika Şehîan ji malpera mere wiha vegot;û di serî de komloya 9ê Cotmehê 1998an ku di şexê Rêber Ocalan de pêk hat bi tûndî şermeza kir û berxwedaniya ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya azadiyê dike re silav kir û wiha pêde çû,komploya ku li dij Rêbertî hate meşandin hemû mirovahî kir armac,ji ber ku armanc têkoşîna bi salan ya Rêber Apo ewe ku her netewek her pêkhate li ser axa xwe azad bijî,, em di zanebûna van pilanên dijminin de ne ji ber ku mijar ne nave yan jî şexseke lê belê ev kiryarên hovane fikir û ramanên Rêber Ocalan dikin arman , ji ber ku beriya ev komplo pêk were dewletên navneteweyî bi hevre çûn tifaq û peymanan weke gelek caran û di salên borî de ku çawa li ser qirkirina Rêberên kurdan û gelê kurd biryarên qirkirin û perçe kirina kurdistanê dikirin.

Di 9ê Cotmeha 1998an de rêber Apo ji Sûriyeyê berê xwe da welatên Ewrupayê li cihê qaşo têde mafê mirovan diparêzin xwedî saziyên ku li mafê mirovan xwedî derdikevin e.lêbelê di dema ku Rêber Apo berê xwe da wan dewletan nekarî Rêbertî bigrin nava xwe cîhan hatibû wî halî ku ciyê mirovekî tuneye li ser ruyê vê erdê,ew dem rastiya van dewletan derket aşkeriyê ku ew navê ku parastina mafê mirovan dikin bi tenê kiraseke li xwe dikin û dixwazin kirêtiya xwe ji pêş çavê cîhan û gelan veşêrin û ser binxumînin,lê bi komloyê re rastiya mirov nenasiya wan zêdetir raxiste ber çacan,wan dewletan bi tifaqan ji xwere di şexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd û tevgera azadiyê bazar kirin û Rêber Apo ji bo berjewendiya deshilatdarî û hegemoniya xwe firotin û bi vî awayî di 15ê Sibata 1999 Rêber Apo dîl  hat girtin.

Dayê Suad wiha domand û bal Kişand li ser 28 serhildanên kurdan ku çawa ewjî bûn  armanca êrîşkar û komplogeran lewma di dema komploya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn ew wer bixwe dabûn bawerkirin ku we tevgera azadiyê bi rêbertî û gel bi temamî bê bawer bikeve bê hêvî bibe ,hilweşe û tune bibe,lê ewan nezanî ku gelek ji şerbeta fikir û felsefeya Rêber Ocalan vexwe Ewê tucaran qels nebe hêviya wî gelê wê neşkê ji ber ku ew gel bi serkeftinê xwe tacîdar kiriye,lewma di dema komploya 9ê Cotmehê de bi awayekî fîzîkî Rêbertî ji Sûriyeyê derket lê gelê kurd li rojavayê kurdistanê zêdetir hêza xwe komî hev kir û girêdana xwe ya bi fikir û ramanê rêberê xwere bi şopandina têkoşîna rêya azadiyê re nîşandan û ji cîhanê re eşkere kirin ku em ne ew gelin ku di dema inqilaba 12ê Îlonê de dewleta Tirk bi ser gelê kurd de kir û goristanên gel ji zarokên di pêçeka xwede bigere heyanî kal û pîrên li ser gopalan bi betonê ser girtin da ku careke din serî ranekin,lêbelê ev gel êdî ne yên wan salan bû ev gel tama azadiyê girtiye lewra ev 26 diborin gel bê hêvî neket û her li pey serokê xwe dimeşe.

Dayê Suad bal kişand ser heqîqeta şoreşa ku Rêber Apo bi rêber biriye kir û got ku ev şoreş ne tenê gelê kurd ,her pêkhateyê dihewîne nava xwe  mînak yek ji rêhevalê dendika şoreşê şehîd Heqî qerar bi eslê xwe Tirke herwiha şehîd Ezîz ji pêkhateyê Ereb e ,heval Mixayil bi eslê xwe Ermen e ,tevgereke ku dibe cihê her pêkhateyê her zimanî ,di koka xwe de  xwe ev şoreş biratiya gelan hildigre nava xwe ,lewra em dibêjin bi dîlgirtina Rêber Apo tevahiya mirovahiya hate dîlgirtin.wek em dizanin ku ev tevger bi ruhê berxwedana ‘’ji nav dîwarê zindana heya serê çiyan’’ bi berxwedana mazlûm doxan û diruşmeya (Berxwedan Jiyan ) re xwe kiriye yek herwiha ji felsefeya mirinê derbasî jiyanê kir .

Dayê Suad îşaret bi banga rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk kir û got ;ne ji niha de lê berlê her dem jî ev şoreş û tevger ji bo hebûna tevahiya mirovahiyê ye ne şerxwazin herdem alîgiriê Aşitiyê ne û rêbertî her dem xwestiye rêbazên şer rijandina xwînê , kuştinê asteng bike lê belê herdem destê Aşitiyê li jor mal yek alî ma û bersivdana alî girên şeran herdem bi komkujiyan re pêk hat.Rêber Apo ji bo bi serxistina pêvajoya Aşitiyê heya dawî bi erê xwe rabû li vir a mayî ewe ku êdî ji aliyê Dewleta Tirk ve gavên piratîkî û berbi çav  bêne avêtin ,ez weke dayikeke şehîdan û dayika şehîd Hevrîn Xelef li vir ji rojavayê kurdistanê ji nav germahiyê dilê şoreşê bang li erdoxan û dewleta Tirk û hemî alîgirên şeran dikin em dest bidin hev dawî li vê rijandina xwînê bînin rê li ber pirojeya aşitiyê vekirn da ku ev cîhan di nav aramiyê de bijî .ger destê aşitiyê dirêj bikin em heya dawiyê ji vê re hene û amadene lê gel bi şer jî bersiv din emê heya dawî parastina xwe bikin û bersiva êrîşan bidin em ji vê rejî amade ne û teslîm nabin.

Dayika şehîdan wiha bi dawî kir ,ev çend salên şoreşê ku me bi hezaran şehîd dane û em ji van berdêlan re amadene heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apoo pêk neyê emê her li qadan bin û ji bo azadiya Rêbertiyê têbikoşin û heya serkeftinê li berxwe bidin.

 

Related Articles

Back to top button