ÇalakîNûçeSlide

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê Ji bo Berdewam Kirina Têkoşînê Soza Xwe nu kirin

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan herikîn qadan.

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”,”Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Meşê heta Qada Şehîd Egîd dewam kir û li wir deqeyekê rêz hate girtin. Dûre berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê axivî û anî ziman hêzên hegemonîk ku bi rêya komployê xwest gel parçe bikin.

El Ceradê wiha got: “Ew hêzên ku komplo pêk anî, xwest bi vê yekê gel û Rêber Apo ji hev qut bikin û bi taybet gelê Kurd tune bikin. Gelê Kurd rabûye ser pêyan û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û li ber xwe didin. Daxwaza gelên azadîxwaz ew e ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button