
Endama komîteya lihevanîn û saziya malbatên şehîdan Wehîde Seyid diyar kir ku Komploya di kesyeta Rêber Apo de pêk hat,dewletên navneteweyî û bi taybet dewleta Tirk, xwestin tevahiya gelê kurd bê vîn û hêvî bikin û gel bi temamî ji holê rakin bû,lê belê gelê ku ji fikir û ramanê rêbertiyê xwe perwerde kiribe wê ticaran nehêle armanca komployê bigêje serî ,berovajî wê gel bi vîn û hêzeke mezin bû bersiv ji hêzên komploger,herwiha ev komplo bandora xwe li tevahiya gelên bindest û azadî xwaz kir di heman demê de bandora xwe li pêkhateyan jî kir,lewra ev çend salin ku Rêbertî di zindana Imraliyê de dîlgirtiye lê bi sebir û aramiyeke mezin li ber xwe didie ji ber ku gel û rêbertî weke goşt û neynokê bi hevveye.
Wehîdeyê bal kişand li ser encamê bandora fikrê rêber Apo li ser keç û xortên kur û ji pêkateyên cuda jî ku di dema 9ê Cotmehê de komplo li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan pêk hat bi sedan kes agir berdan bedena xwe û bi van çalakiyên canbexşane ruhê Apoyî gerdûnî kirin ji cîhanê re bandora hêza Rêber Apo nîşandan,ger îro alîgirên aşitî û demokrasiyê destê aşitî û demokrasiyê ji me wek tevgera azadiyê dixwazin ev ne ji xwede ye ,ev tê wateya ku fikir û felsefeya Rêber Apo himêz kirine û gihiştine wê baweriyê ku doza tevega azadiyê mafdar e .
Wehîde di berdewamiya axaftina xwede got ‘ev rastiyeke li berçava ye ger ku rêber Apo fizîkî azad nebe wê tu mirov û civak nikaribin azad bijîn ,ku bi taybetî asta girêdana şervanên azadiyê bi Rêbertiyê re bê dawî ye ,mînak di dema banga rêber Abdullah Ocalan a ji bo aşitî û civaka demokratîk êdî pêdivî pê hebû ku piştî ewqas salên dirêj yên şer banga dawîanîna li rêbazên şer anî û ew dem li ser esasê vê bangê şervanan xwe qanih kiribû ku rêbertî hedem alîgirê ku pirsgirêk bi rêyên aşitî bên çareser kirin lewra bê dudilî komek ji gerîlayan çekên xwe bê ku radet bikin şewitandin daku xwedî li banga Rêbertiya xwe derkevin li vir ispat dike ku çendî girêdaneke fedayîyane bi felefeya Rêber Apo re heye.
Wehîde wiha dawî li axaftina xwe anî û got ‘di salê ku Rêber Apo li şan û Helebê bû ew dem em weke gel jin û zarok diçûn serdana û hevdîtina Rêbertiyê ,kesyetek bi heybet bû û herdem şêwazê tevgerîna wî bala mirovan dikşan û balkêş dihat lê dema ku mirov pêre rûdinişt danûstandin dikir ji bo mirovan dibû çavkaniya ilhamê destê mirov ji nirxandin û suhbeta li ba wî nedibû ,lewra ev hêz ji wê demê de bû bingeh û van salên komplo bi awayên cur bi cûr bi ser gel û serokatiya mede hatin vala derkeve û gel her sal ji ya dinê bi hêztir têkoşîna xwe li dijî kiryayên qirkirin û tunekirinê dan meşandin lewra komplo bi ser neket.



