DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Hesekê Daxwaze Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan Kir

Kongra Star jı bo bidawîkirina tecrîdê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Kongra Star a bajarê Hesekê  bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Daxuyanî li Parka Rêber Apo ya li taxa Nasra ya bajarê Hesekê bi amadebûna endamên kongreyê, Rêxistina Sara a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, endamên saziyên sivîl û leşkerî hate dayîn.

Endama Komîteya Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Renda Hisên û rêvebera Meclisa Kongra Star a Hesekê Medya Elî bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî peymanên Cinêv û qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Kongra Star pesnê ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare rêgeha aloziyan veguherîne rêgeha mafên siyasî, exlaqî û mûzakereyan ku ewlehiya gelên mîsoger bike.

Kongra Star di dewama daxuyaniyê de girîngiya pêkanîna qanûnên navneteweyî û çareserkrina pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogan destnîşan kir û got, çareserkirina pirsgirêka Kurd kilîta esasî ya pêşxistina demokrasiyê li herêmê ye.

Kongra Star bang li raya giştî ya cîhanê û saziyên hiqûqî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê.

Kongra Star îşaret bi vê yekê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji kesên navdar e ku bawerî bi azadiya jinan anî, her wiha nirxandinên wî yên der barê vê mijarê de hatin bibîrxistin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Related Articles

Back to top button