ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star li bajarokên Girkê legê û Rimêlanê ji bo Hevdîtına bi Rêber Ocalan re Name Nivîsandin

Kongra Star li bajarên Girkê Lege û Rimêlan , di çarçoveya kampanya ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re, dest bi nivîsandina nameyan kirin.

Kongra Star li baxçeyê xwendinê ya bajarokê Rmelan ê, bi beşdariya jinên ji bajarê Girkê Legê û endamên rêxistinên civaka sivîl, çalakiyek li dar xist. Çalakî di çarçoveya kampanyaya “Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim” de nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Di çalakiyê de, beşdaran pabendbûna xwe bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan piştrast kirin, ji ber ku bawer dikin ku azadiya wî ya fîzîkî daxwaza her jineke azad temsîl dike. Beşdaran her wiha name ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsandin û piştgirî û hêviya xwe anîn ziman ku ew di zûtirîn dem de were azadkirin.

Di vê navberê de, Kongra Star daxuyaniyek weşand û got: “Em, endamên Kongra Star a li Girkî Lege, nivîsandina nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re di bin navê kampanyaya ‘Ez Dixwazim Bi Rêber re Hevdîtinê Bikim’ radigihînin. Em silav û hezkirina xwe ji Rêber Apo li Îmraliyê dişînin û soz didin ku em ê di avakirina aştiyê û civatek demokratîk de şopdarê fikir û felsefeya wî bin  û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.”

Peyamên nivîskî wê ji Kongra Star re werin şandin, ku piştre wê wan ji Rêber Abdullah Ocalan re li girtîgeha Îmraliyê bişîne.

Çalakî bi dirûşmeyên ku daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikirin û piştrast dikirin ku têkoşîn heta ku armancên wê werin bidestxistin berdewam e, bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button