DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Daxwaza Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Rêxistinên Kongra Star ên Til Birakê û Çilaxa banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê kirin.

Rêxistina Kongra Star a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest. Daxuyanî bi amadbûna nûnrên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat xwendin.

Endama Kongra Star Hîba El Ehmed a daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî yên der barê girtiyan û mafê hêviyê binpê dike. Hîba bi bîr xist ku tevî zêdetirî 25 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne, lê hîna nehatiye berdan.

Hîba  bang li rêxistinên navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bipirsin ji ber ku qanûnên navneteweyî bin pê dike. Ji bo mîsogrkirina edalet û azadiya wî ya fîzîkî jî banga tevgera lezgîn kir.

Hîba Ehmed diyar kir ku dê  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were çalakiyan mezin bikin. Her wiha destnîşan kir ku israra gel û ya jinan rêya ku dewleta Tirk neçar bike ku bangê bibersivîne û dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bibîne.

Endamên rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxa jî li pêşiya navenda xwe hatin gel hev û bi daxuyaniyekê tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Sara Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda hewldanên aştiyê asteng dikin.

Di daxuyaniyê de pesnê ramanên Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn û rola wî di parastina mafên pêkhateyan de hat vegotin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî hat kirin ku ji bo pêkanîna edaletê û azadiyê fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin. Hate gotin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha azadiya jinan e.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Related Articles

Back to top button