
Bi Armanca Yekrêziya Jinan û Bilindkirina Dengê wan Herwiha Bichkirina mafê Jinên Sûriyê di destûra Sûriyê de ,û Daxwaza Sûreyekî Nenavendî ku tê da Parastina Mafê Jinan Were Misogerkirin,Sûryekî bi Edalet û Piralî, Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiya Di Bin Durişmeya “Bi Hevgirtina Jinan , Emê Sûryeke Azad, Demokaratîk,Nenavendî Avabikin” Dest bi Kampaneykê berfireh kir.
Di Sûrya nû de gerekî bi rêxistina jinan,yek .helwest,yek armanc û yek daxwazî heye
Sûriyê di siberojeke pir hesas re derbas dibe, di siberoja ku bê de,jinên Sûriyê nebûna xwe di cihê biryardayînê de napejirînin û dê nekin jî.
14 ‘e sale , jinên Sûriyê di her cûre êş û zulm kişandê re derbas bûn, hêjayî bibîrxistinê ye ku ta niha yên ku bedelên giran didin, dîsa jî jin in.
Jinên Sûriyê piştrast kirin ku dê ew di bêdengiya doza mafê xwe de bêdeng nemînin û bi yek destî û yek dengî ew ê mafê xwe mirsoger bikin û hebûna xwe ferz bikin.
Jinên Sûriyê di 20’ê Îlonê de li bajarê Hesekê bi Konferansekê li hev civiyan û di gelek aliyan de pêşinyar û biryar dan ku ji bo Sûryeke wekhev,pirengî,nenavendî û demokratîk pêwîste têkoşîna xwe xurtir bikin .
Bi rasthatina salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef ya ku hertim ji bo jinên Sûriyê têdioşiya û canê xwe feda kir , Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiya Kampanya ku bi dengê hemûn jinên Sûriyê bang dike, ragihand û destpê kir.
Kampanyaya di 12’ Cotmeha 2025’an di saet 11’an de, li stadyoma 12’ê Adarê a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê hate ragihandin.
Bi dehan jin beşdarî daxuyaniyê bû , û tekez kirin ku ji bo Sûryek ku tê de hebûna jin û mafê wê mijara sereke be, ew ê heyanî dawiyê têbikoşin û bixebitin .
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê berdevka Kongar Star Rîhan Loqo û bi Erebî ji hêla Berdevka Komîteya Têkilî û Peymanên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star, Ronahî Hesen ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Li ser navê Kongra Star û Kombûna Jinên a Zenûbiya,destpêkirina Kampanyaya Jinên Sûriyeyê di bin dirûşmeya:
“Bi Hevgirtina Jinan , Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk ,Nenavendî Avabikin”
Sûriye niha di qonaxek veguhêz a krîtîk re derbas dibe, ku tê de hêviyên ji bo guhertinê bi hewldanên jiholêrakirinê re tê kirin , û projeyên bicihkirinê bêyî ku hebûna jinan di cihên biryardanê de misoger bikin, têne nûkirin.
Bi berçavgirtina tundûtûjiya berdewam, bêparhiştina jinan û kêmbûna dengê wan di qada siyasî û civakî de, em hewcedariyek lezgîn dibînin ku dengê jinên azad yek bikin û enerjiya jinan veguherînin hêzek siyasî ku bikaribe pêşerojek edalet û demokratîk ji bo welêt şekil bide.
Ji vê hewcedariyê û ji îradeya jinên Sûriyeyê ya berxwedan û avakirinê, em îro kampanyaya xwe ya jinan di bin dirûşmeya:
“Bi Hevgirtina Jinan ,Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk, Nenavendî Avabikin” dest pê dikin.
Jibo wefadariya giyanê Şehîd Hevrîn Xelef, ku bi îradeya xwe ya azad wateya pêşengtiya jin a berpirsiyar û projeya jiyana hevbeş û wekheviyê di navbera gelan de temsîl kir. Rêwîtiya xwe didomîne, ku bawer dikir ku bê azadiya jinan aştî û bê beşdariya wan a çalak demokrasî tune.
Ev kampanya ji ruhê Konferansa Jinên Sûriyeyê ya ku di 20ê Îlona 2025an de li Hesekê, a ku bi insyatîfa Kongra Star û Kombûna Jinên Zenobia de hate meşandin , bi beşdariya zêdetirî şeş sed jinan ji paşxaneyên etnîkî, olî û civakî yên cihêreng, hat lidarxistin, derdikeve holê.
Konferansê piştrast kir ku jinên Sûriyeyê êdî ne bindest In, lê di şekildana rêça dîrokê de çalak bûne. Wan tekez kir ku avakirina Sûriyeyeke nû tenê li ser bingeha edalet, wekhevî û îradeya azad a jinan dê pêk were.
Kampanyaya me têkoşîneke kolektîf e li dijî polîtîkayên dûrxistinê, li dijî hewldanên marjînalîzekirina destkeftiyên jinan, û li dijî hemî hêzên ku hewl didin civakê vegerînin meydana baviksalarî ya desthilatdariya kevin.
Ew kampanyayek e ji bo Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk, bi peşengtiya jinan û bê mudexeleyên derve pêk tê. Divê jin di dilê pêvajoya veguherîna demokratîk de bin, ne li ser skenarên wê.
Armancên Kampanyayê:
* Yekkirina rêzên jinên Sûrî ji paşxaneyên cûda ji bo avakirina hevgirtineke jinan a neteweyî ya berfireh ku bikaribe bandorê li pêşeroja welêt bike.
* Têkoşîna ji bo destûreke demokratîk ku wekheviya zayendî ya tevahî garantî dike û mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan diparêze.
* Parastina destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî destkeftiyeke neteweyî ya hemû Sûrîyeyiyan.
* Rûbirûbûna tundûtûjî û şer bi amûrên xweparastina jinan û zêdekirina hişmendiya civakê li ser têgehên edalet û wekheviyê.
* Misogerkirina temsîliyeta jinan %50 di hemû sazî, rêveberî û biryardanê yên dewletê de.
* Avakirina toreke hevgirtina jinan a herêmî û navneteweyî ji bo gihandina dengê jinên Sûrî ji cîhanê re û berfirehkirina piştgiriya navneteweyî ji bo doza wan.
Bernameya Kampanyayê:
Kampanya dê ji 12ê Cotmehê heta 12ê Mijdara 2025an bidome û dê sê qonaxên bi hev ve girêdayî di nav xwe de bigire:
🔸 Qonaxa Yekem – Bangek ji Sûriyê (12ê Cotmehê):
Kampanya dê ji bajarên Qamişlo û Reqayê were destpêkirin û bangek vekirî dê ji jinên Sûriyê û cîhanê re were kirin da ku helwesta xwe li dora daxwazên jinên Sûriyê bikin yek.
Rêxistin û çalakvan dê bi sipotan û peyamên hevgirtinê yên ku bi rêya Kongra Star û Kombûna Jinên a Zenobiya hatine berhevkirin beşdar bibin.
Ev roj ji bo bîranîna şehîdbûna Hevrîn Xelef, sembola îradeya azad a jinan, hate hilbijartin.
🔸 Qonaxa Duyem – Seferberiya Jinan (18ê Cotmehê):
Rêxistinkirina rêzeçalakiyan, di nav de:
* Peyamên hevgirtinê yên navneteweyî ji tevgerên jinan ên li çaraliyê cîhanê, ku ji bo piştgiriya jinên Sûriyê têne belavkirin.
* Semînerên diyaloga jinan ên ku li ser van mijaran nîqaş dikin:
* Rastiya Sûriyê û daxwazên jin û pêkhateyên wê yên cûda.
* Têgeha xweparastina jin ji perspektîfeke Jinelojî û ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ).
* Ezmûna avakirina civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî modelek azadiyê.
* Ezmûnên jinan li Filistîn, Belûçistan, Hindistan û Amerîkaya Latîn di têkoşîna azadî û aştiyê de.
🔸 Qonaxa Sêyem – Çalakiyên Dawî (12ê Mijdarê):
Kampanya dê bi pêşkêşkirineke berfireh a hemî materyalên hilberandî (vîdyo, daxuyanî, wêne, gotar, hwd.) bi dawî bibe
Û dê ji rêxistinên navneteweyî, parlemento, ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re were şandin, û banga piştgiriyê ji bo projeya jinên Sûriyeyê ya ji bo avakirina welatekî dadperwer
Û demokratîk were kirin.
Di dawiyê de ,bi vê kampanyayê, em piştrast dikin ku têkoşîna jinan ne daxwazek qismî ye, lê belê mifteya guhertinek radîkal li Sûrî.
Sûriyeyek Demokratîk bê pêşngtiya jin,ne mûmkine bê avakirin.
Ddaxuyanî bi silogana “Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.



