ÇalakîNûçeSlide

Şevbuhêrkek Mûzîk bi Armanca Vejandina Mîras û Pêşxistina Rola Hunerê di Parastina Nasnameya Çandê hat li Dar xistin

Li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, bi armanca vejandina mîras û pêşxistina rola hunerê di parastina nasnameya çandê de, şevbuhêrkeke helbest û mûzîkê hat lidarxistin.

Kongra Star bi hevkariya Tevgera Mozopotamya ya çand û Hunerê û Yekitiya Jinên Ciwan li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şevbuhêrkek mûzîk û helbestê organîze kir. Di şevbuhêrkê de bi dehan şêniyên bajêr ji hemû bi cilên xwe yên folklorîk û hejmarek ji eleqedarên stran û hunerê amade bûn.

Şevbuhêrik bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştire dayikên şehîdan stranên fedakarî û lehengiyên zarokên xwe nîşan didin, vegotin.

Koma Şehîd Hogir stranên folklorîk û şoreşgerî pêşkêş kirin, hin endamên wê bi awayekî takekesî jî stran pêşkêş kirin û li amûrên mûzîkê dan.

Dûre koma Tolhildan, di nav atmosfereke coş de stranên gelêrî pêşkêş kirin û li ser stranan govendên gelêrî yên Kurdî jî hatin gerandin.

Şevbuhêrk bi girîngîdayîna berdewamkirina çalakî û şevbuhêrkên helebest û mûzîkê yên bi armanca vejandina mîrasê, bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button