CivînNûçeSlide

Li Dirbêsiyê Têkildarî Pransîbên Bingehîn ên Mafên Jinan Panel

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê li ser pransîbên sereke yên mafên jinan panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de şehîd Bêrîtan di salvegera 33'yemîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 33’yemîn a şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) paneleke diyalogê li ser pransîbên sereke yên mafên jinan organîze kir.

Panel li Navenda Çand û Herêmê ya bajêr bi amadebûna şênî, nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Panel bi sînevîzyonekê li ser welatparêzî, rêxistinbûn, fikr û îradeya azad, têkoşîn, exlaq û bedewiyê hat pêşandan.

Piştre endama Mala Jinan a Dirbêsiyê Hemîde Îso li ser mafên jinan axivî û diyar kir ku divê jinên xwe û civaka xwe bi rêxistin bikin ku zanatir û hevgirtîtir bin.

Hemîde Îso destnîşan kir ku divê jin û civak ji fikrê kapîtalîst werin parastin û got ku bedewiya rastîn a jinan di cewher, fikr û siyaseta wê de ye, ne di teşeya wê ya derve de ye.

Di dawiya panelê de şehîd Bêrîtan û rola wê ya pêşengtiyê di têkoşîna jinan de hatin bibîranîn.

 

 

Related Articles

Back to top button