Konferans û KongreNûçeSlide

3’emîn konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin

Sêyemîn konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hola Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Cezîrê hate lidarxistin. Beşdarvan ji bo nîqaşkirina rêbazên zêdekirina rola jinan û pêşxistina mekanîzmayên piştgiriya malbatên şehîdan li herêmê li hev civiyan.

Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Cezîrê, niha mazûvaniya sêyemîn konferansa Meclısa Jinan a  Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Konferans, ku nêzîkî 400 delege ji bajar û bajarokên cuda yên herêmê beşdar bûn, bi diruşmeya “Bi Ruhê Şehîdên Azadiyê , Demokrasî û Aşitî Mayinde dibe,Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo Misoger Bikin” hate lidarxistin.

Konferans bi kêliyek bêdengiyê li ser giyanê şehîdan vebû, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hemo, li ser navê Kongra Star Gulîstan Kulo, û li ser navê Yekîneyên Parastina Jinan Kurdistan Koçer axaftinên vekirinê kirin.

Di axaftinan de rola pêşeng a jinan di berdewamiya rêya şehîdan û xurtkirina nirxên azadî û wekheviyê de hate tekez kirin, qurbaniyên wan ji bo parastina herêmê û têkbirina terorê hatin pesinandin.

Di çarçoveya bernameya konferansê de, endama Kongra Star Elîf Hemo li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî axivî. Wê her wiha li ser pêşketin û guhertinên heyî yên li Rojhilata Navîn axivî.

Bernameya konferansê pêşkêşkirina rapora salane ya li ser karê Meclisê di du salên borî de, û her weha nîqaşkirina rêziknameya Meclisa Malbatên Şehîdan û hilbijartina endamên nû ji bo zêdekirina bandora wê û rêxistinkirina karê wê di pêvajoyên pêş de .

Ev konferans encama rêze civîn û konferansên amadekariyê ye ku ji hêla Meclisa Jinan a Malabatên Şehîdan\ ve li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine organîzekirin. Armanca van civînan ew bû ku beşdariya jinan berfireh bikin û guh bidin nerîn û daxwazên dayik û jinên şehîdan li ser mijarên siyasî û civakî. Ev yek dê xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û civakî de misoger bike û pozîsyona wan wekî hevkarên bingehîn di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de xurt bike.

Related Articles

Back to top button