ÇalakîNûçeSlide

“Bêrîtan têkoşîna azadî û rêxistinbûna jinan a ku gihandiye asta herî bilin”

Kongra Star a kantona Hesekê Şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 33’an de merasîmek bîranînê li dar xist.

Kongra Star li Hesekê ji bo şehîd Bêrîtan di 33 salvegera şehadeta wê de merasîmek bîranînê lidar xist. Çalakî li Parka 4ê Nîsanê ya Hesekê hate lidarxistin. Hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ji bajarê Hesekê ,Şedadê, Til Temir, Til Birak, Hol û kampên Serêkaniyê û Waşokanî beşdar bûn.

Bîranîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo şehîdan dest pê kir,Endama kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî axivî û wiha got:”Em şehîd Bêrîtan di 33 saliya wê de bi bîr tînin. Şehîd Bêrîtan ji bo me û ji bo hemû jinên ku tîbûna azadiyê ne, mînakek e. Berxwedana şehîd Bêrîtan rêya azadiyê ji bo me vekir, û bi saya wê îro em xwe dikin yek û xwe pêş dixin da ku civakek azad û wekhev ava bikin. Em soz didin hemû şehîdên azadiyê ku em ê şopa wan bişopînin û leza têkoşînê zêde bikin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star li Til Birakê, Edra Huseyîn, got: “Di 1ê sala 1992an de, em wekî Tevgera Azadiya Jinan, bi rêzdarî û heybet li ber mezinbûna şehîdan radiwestin û di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên jin ên têkoşîna azadî û rûmetê bi bîr tînin, ku bûne sembola qehremanî, fedakarî û berxwedana jinan. Şehîd Bêrîtan yek ji bi sedan şehîdên jin e ku ji bo azadkirina axê xwe feda kirine.”

Edra di dewama axaftina xwede wiha anî ziman:”Rêber Apo diyar dibêje ku” berxwedana bêhempa a heval Bêrîtan di têkoşîna azadî û rêxistinbûna jinan de gihîştiye qonaxek nû û mîrateyek ku dîrok şahidiya wê dike hiştiye”. Îro, em wekî rêxistina kongra star  ji bo pêşxistin, xurtkirin û berfirehkirina têkoşîna xwe ya azadiya jinan dixebitin.

Di dawiyê de, 3 stran li ser Şehîd Bêrîtan ji hêla koma muzîkê ya gira Sterk ve, ku girêdayî Navenda Hîlal Zerîn e, hate pêşkêş kirin.

Related Articles

Back to top button