
Bi rasthatina 33’Mîn salvegera şehadeta Gulnaz Karataş ,Kongra Star li Taxa Korîş ya bajarê Qamişlo Civînek lidarxist.
Di civînê de bi dehan jin beşdar bûn û bi rêzdarî şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Civîn di saet 11’an de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpêkir.
Di serî de bixêrhatina mêvanan ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star Mûna Ibrahîm Hate kirin.
Mûna wiha anî ziman 33 ê sal li ser Şehadeta jina ku li dijî teslîmkariyê û îxanetê li ber xwe da
Ta niha em li ser riya şehîd Bêrîtan têkoşîn dikin û xebatê xwe dewam dikin , wê jin qet xwe teslîm neke , jina Kurd bi hêz û îradeya xwe bûye sembola têkoşînê ji bo tevahiya jinên cîhanê.
Paşê endama komîteya perwerdê Binefş Şahîn têkildarî fedayîtî û lehengtiya Gulnaz Karataş axivî û got.
Di şexsê qehremanên ku hebûn û jiyan ji me re ava kirin, riya me ronî kirin û di rastiya jinê de wek îde em hene û emê hebin di şexsê nemira me ya mezin,qomîtana me ya artêşê,li hemberî xiyanetê berxwedan da nîşandan , riya teslîmbûnê a ku zihniyeta mêr hertim dide pêş, ev rastî berovajî kir ji bo wê di rastiya dîrokê de ê ku ev rê dewam kirin û dan meşandin, beriya du rojan salvegera herdû qehremanên me yê ku ji dewleta Tirk re gotin, ne bi firok , keşf , sîhayên te , tê nikarîbe îrada gelê azad, gerîlayên azadiyê ên ku li ber xwe dane tê nikarîbe bişkîne.
Li ser vî esasî tiştê herî zêfde di dîrokê de ku me hertim tê de zehmetî û êş kişandiye û me nikarî bighêje serkeftinê, yek jê xiyanete.
Dema em dibêjin xiyanet li gelê xwe kirin ji bo berjewendiyên ne hêja ê ku te têr nake,jiyana rojane bi ferdî jiyankirin bi tenê xwe fikrandin ber xwe ji rûmetê ji hebûn û azadiyê dide xiyanetê.
Têkoşîna li hemberî xiyanetê û ê ku xwestiye xiyanetê binbixe yek jê jina Kurde, şehî Bêrîtan jinekî ji Dêrsimê bû, jina berxwedêr herî zêde ji Dêrsimê derket mîna Bêrîtan û Zîlan û gelek hevalên din.
Wan jinan ti caran li hemberî dijmin serî ne tewandin û hertim serhildêr bûn ji bo wê jî Dêrsimê ji bo dijmin cihekî xuyayî ye.
Bêrîtan keçeke xwendevan bû lê isyankar bû, bi hêz , îrade û kesayeta xwe ticarî teslîmiyet nedipejirand, ne tenê lihemberî dijmin, li hemberî wekî kesayet jî tiştên ku li ser têne ferzkirin û bi zorê pê didin kirin , qebûl nake.
Lêgerînê azadî û îradeyê ti caran nahêle tu bisekine hertim we kanî û çemekî ku herdem du tevgerê de be hertim paqijbûne bi xwe re tîne, Bêrîtan jî ji ber ku wek wî çemê diherikî hertim lêgerînê wê ji bo azadî û neheqiya ku tê kirin de bû bi taybet di kesayeta jinê de.
Bêrîtan û hevalê ku pê re sîstema ku li ser jiyanê hatiye qebûlkirin û zihniyeta ku di nav civakê de hatiye afirandin gotin ku gerek qut bikin.
Di kesayeta Bêrîtan de jinekî lawaz,zeîf,bê îrade û hertiştê zilam qebûl dike ti caran nedipejirand
Di kesayeta şehîd Bêrîtan de jina bi hêz , îrade û Rêbertî fêmkiriye mirov dibîne.
Bêrîtan dema ku derbasî çiya dibe yekemîn jina ku li hemberî zihniyeta Ferhad disekine , heval Bêrîtan ew bû ya ku ne dixwest di milekî tenê de bibe xwedî hêz û kesayetekî bi îrade û xwedî imkan, digot madem jin tevlî şoreşê bûye gerek ji xwe ji taybetmendiyên malê xilas bike . Jin beriya hertiştî gerekî bibe sinetkarê şer , gelek rêbazê şer hene te ne tenê çeke, şerkirin li hemberî jina kole, zilamê kole , jina lawaz , jina serî ditewîne, jina ku taybetmendiyên civakê li ser xwe qebûl bike ye.
Di nav me de serokatî dixwest jinekî çawa ava bike li heberî wê rastiyê, Ferhad dixwest jinekî çawa ava bike, Bêrîtan jî li hemberî vê heqîqetê û zihniyeta Ferhad hertim di şer de bû.
Bêrîtan hertim digot madem min ev çek rakiriye gerek ez bizanibim çawa bikar bînim jî û biçm şer jî bikim, gerek jin fêrî sinetê şer bibe û bizanibin xwe birêve bibin , ne hertim zilam min birêve bibe , ji bo wê jî gelek israr kir.
Gelek ciwanên ku tevlî tevgerê bûn nizanîbûn xwendin û nivîsandinê, lê Bêrîtan piştî kar wextê xwe da wan ciwanan û ew kirin xwendevan.
Wan fêrî hemû tiştî kir , yek ji wan jî Binefṣ bû yekmîn jina ku balafir xanî xwarê
Bêrîtan digot ku made jin heye gerek ne bi nav hebe bi hebûn hebe û li ser Ferhad ferz kir heta ku ket qada şer ,Bêrîtan bi zora xwe çû şer û çalakiyê êrîşên li ser dijmin dikir.
Di 1992 şerekî gelekî giran hebû QDP, Yekîtî û dewleta Tirk êrîş kirin,di Heftanînê de şerê imha û înkarkirinê bû, lê dijmin nikarî bû .
Ji bo ku bikaribin vî şerî bi ser bixin wê demê Xakurkê biryar da , gotin em êrîşî dijmin nakin , lê emê dijmin bînin coxrafiya xwe dema dijmin were tu hakim, lê ger tu biçe ne hakimî, ji bo wê jî heval Harûn biryar dide ku gerek destek bidin hevalê xwe Xakurkê ya Heftenînê û çalakiyekê bikin em êrîşî medxela Robarokê bikin , wê demê ji ber derfet nebû yek ser heval pilannamê çalakiyê çêdikin di wir de Bêrîtan pêşengtiyê dikin û diçin.
Ji ber ku Ferhad Bêrîtan qebûl nedikir û naskir ku Bêrîtan pêşengtî kir pir hêrsa xwe da diyarkirin,lê di dawiyê de çalakiya wan biserket.
Piştre dijmin ji Botany ta Xakurkê şer pir giran dike , Bêrîtan eniya şer bi temamî birêve dibe, heta leşkerên Tirka dibêjin ev jin kî ye gerekî em wê bi saxî bigirin.
Heval Bêrîtan dibêje gengî bi saxîtî ez ketim destê we û çi bikin,bikin lê jinekî azadîxwaz zanetn nahêle destê qirêj bighê.
Piştî ku Bêrîtan xwe dide pêş hemû hevalê xwe derdora wê dev tê dorpêçkirin heta dawiyê şer dike, piştî ku fîşekên wê namîne ji bo ku xwe bighîne cihê herî bilind keviran davêje , berî bighê cihê xwe çeka xwe tev dişkîne, dibêje divê çeka min nekeve destê dijmin û li hemberî hevalê min bikarneyne.
Herî talî berî ku şehîd bikeve mesafeta di navbera wê û pêşmergeyekî 5 metre nîne ,dixwaze wê teslîm bike, lê Bêrîtan dibêje kesê ku çek rakirî û li hember birayê xwe şer kirî zaten ez baweriyê nadêm, ezê çi baweriyê bidim ku wê min xilas bike.
Min sozek daye destê dijmin wê neghê min , destê xiyanetê jî wê night min, Bêrîtan ji tehtê xwe davêja gola li Xakurkê ya bi navê çilûçar , wiha Bêrîtan dighêje asta şehadetê .
Bi şehadeta Bêrîta, Ferhad itîfaqê bi QDPê re çêdike û teslîm dibe, di 93 an de serokatî gotibû bila Ferhad qedehek jehir vexwariba û teslîm nebûba ,lê heval Bêrîtan ev teslîmûn vala derxist.
Binefṣ wiha dawî li axaftina xwe anî , em xwediyê vê şoreşê ne gerkî bi wî rihî û bi hêviya hevalê Rojger ku dibêje wê azadî misoger bibe,Bêrîtan dibêje wê îxanet tine bibe, Mazlûm dibêje wê dengê me li cîhanê belav bibe,Xeyrî dibêje emê bibin hebûn û Kemal dibêje bi biratiya Kurd û Tirkan emê bi serbikevin.
Li ser vî esasî dîsa di kesayeta van hevalan de bi taybet qehermana me ya namir ku li hemberî xiyanetê şer kirî û riya berxwedanê ji me re hilbijartî em carekî din saoza xwe nû dikin û bi hêviya serketin em têkoşîn dikin.
Civîn bi siloganên “Bijî nîmarê azadiyê”Şehîd namirin ” bidawî bû
Herwiha di dawiyê de jî helawiya ku Bêrîtan jê hezdikir li beşdaran hate belavkirin.





