
Kongra star a li bajarê Girkê Legê bi boneya salvegera şehadeta rêheval Berîtan ku ji bo tepeserkirina îradeya gelên azad bû hedefa xiyanetê civînek li dar xist bi amadebûna hemû berdefkên saziyên Rêveberiya xweser û partiyên siyasî.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn û rêzgirtina ji giyanê şehîdan dest pê kir û piştre jî li ser navê rêveberiya bajêr ji aliyê rêheval Haval Rokan ve axaftinek hat kirin û tê de behsa berxwedaniya şehîd Berîtan kir û çawa bû sembola jinên azad ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer e.
Di civînê de li ser jînenîgariya şehîd Berîtan pêşandanek televîzyonî hate lidarxistin û têkoşîn û fedakariyên wê hate nirxandin heta ku pileya şehadetê bi dest xist.





