Arşîv

Li Kevana Zêrîn li dijî êrîş û gefan meşek hat lidarxistin

QAMIŞLO – Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşiyan û tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî şermezar kirin.

Di çarçoveya rêzçalakiyên hemleya Kongreya Star “Ax û welatê xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ têk bibe”, Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, meşek hat lidarxisitn. Bi dehan endamên Kevana Zêrîn yên herêma Cizîrê di meşê de amade bûn. Her wiha bi dehan endamên sazî û dezgehên sivî û Rêveberiya Xweser tevlî meşê bûn. Meş ji Çerxareya Sewamê dest pê kir û heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan dom kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê”, “Bijî Serok Apo”, hatin berzekirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Kevana Zêrerîn Zîlan Mecîd ve hate xwendin.

Ji bo berjewendiyên xwe şer dikin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Wekî tê zanîn îro di Rojhilata Navîn de, krîz û kabusek mezin heye. Her roj ku diçe jî destê hêzê dagirker yên hogomon ew krîz û kabûs ji bo berjewendiyên xwe xurttir dikin. Armanca hêzên navetewî û hêzên hegemon, yên herêmî ya statîkoparêz, ne çareserkirina pirsgirêkên herêmî yê demokratî bûn û aştî û aramî bûnê ne. Ew hêzana menfîyetên xwe difikirin. Taybet ji xwe re her awayî dixwazin bazara bazirganiyê vekin. Îro êrîşên ku li ser herêma parastinê li ser wargeha penaber ya Rûstem Cûdî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, bi hevkariya PDK’ê ve û dewleta Tirk e.

Ax û hebûna gelan tê talankirin

Wek qada çand û hûner ji her kesî bêhtir pêwist dike ku li himberî wan êrîş û destdirêjiyên li ser çand, ax û hebûna gelan tê kirin, em ê têbikoşin. Îro me di nava axên pîroz ya welatê xwe de, şer û berxwedaneke bêhempa li hemberî hovîtiya DIŞA’ê da meşandin. Em dizanin ku DAIŞ ne tenê hêzêke ser bi xwe bû. Bi awayekî aşkere bi tirkan re di nava têkiliyan de bûn û temsîliyeta desthilatdariya serdestiya zilam ya hezarê salan bû.

Em tu carî serî natewînin

Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wan êrîş û qeyûmê ku hatine avêtin bi tûndî şermezar dikin. Me divêjin ku gelê kurd li hemberî zilm û neheqiya dijmin li ber xwe daye, îro jî li Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya jin û dayika ew berxwedan berdewam dike. Em vê berxwedaniya ku di pêşengtiya jin û dayikan de tê meşandin bi rihê şoreşa Rojava silav dikin.
Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû hêz, hest û baweriya xwe heyanî dawî li gel berxwedana Bakurê Kurdistanê ne. Dîsa me jî îro bi layiqê dîroka xwe ya berxwedêr li himberî hemû cûreyên gefên tirkan serî ne tewînin û tucarî destûr nadin ku faşîzma tirka axa me dagir bike.”

Back to top button