
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li ser Jinan de, mêrên ji bajarên Girkê Legê û Dêrikê, ligel endamên rêxistinên civaka sivîl , beşdarî meşê bûn ku ji aliyê Kongra Star ve hatibû organîzekirin.
Meş li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê legê dest pê kir û di kolanên sereke re berdewam kir. Beşdaran fileksên ku li ser wan “Na ji tundiya li ser jinan re” û “Ji bo civakek demokratîk, na ji tundiya li ser jinan re” nivîsandî hilgirtin.
Meş gihîşt bazara navendî, li wir beşdaran ji bo rêzgirtina şehîdan deqeyek bêdengî rawestiyan. Piştre endama Kongra Star a bajarê Çil Axa Nuzha Seyfedîn, axivî û tekez kir ku pêwîst e hewldan û têkoşîna ji bo kêmkirina tundûtûjiyê werin bilind kirin.
Wiha pêde çû û got, “Şîdeta li dijî jinan hîn jî ji bo pêşkeftina civakê dijwar e,” û rave kir ku piştgiriya mêran ji bo mafên jinan ne mijarek duyemîn e, lê mecbûriyetek exlaqî û berpirsiyariyek civakî ye ku di hundurê malê de dest pê dike.
Wiha li axaftina xwe zêde kir, “Civak nikare pêş bikeve heya ku rûmeta jinan neyê parastin,” û destnîşan kir ku guhertina hişmendiya baviksalar hewceyê hewldanek rojane û rêzgirtinek rastîn ji bo rola jinan di hemî aliyên jiyanê de ye.
di meşê de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Fayiz Xelîl, destnîşan kir ku piştgiriya têkoşîna jinan a li dijî tundûtûjiyê piştgiriya pêşerojek ewle û dadperwer ji bo her kesî ye. Wî zêde kir ku mêr di bidawîkirina tundûtûjiyê de hevkarên girîng in û divê di pêşvebirina wekheviyê di nav civakê de mînakek bidin.
Fayiz di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku bidestxistina civakek demokratîk bi hişmendiya mêran a li ser berpirsiyariyên xwe yên li hember pirsgirêkên jinan dest pê dike, û dengên piştgirîyê yên mêran beşek girîng a rûbirûbûna tundûtûjiyê ne. Rawestandina li kêleka jinan beşdarî avakirina nirxên edalet û jiyana hevbeş dibe.
Meş bi gotina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê mêran ve bi dawî bû.





