DaxuyanîNûçeSlide

 Kongra Star: Heya ku Xeyalên Bêrîvan Pêk Werin Têkoşîna me wê Berdewam bike

Koodînasyona Kongra Star ragahand kû bihîstina wefata  rêheval Bêrîvan Kutlu êş û azareke mezin bû, û soza berdewamkiya têkoşînê heya pêkanîna xeyalên wê da.

Bêrîvan salên dur û dirêj jibo jîyanek azad bibe para her jinekê, her jinek xwe perwerde bike bê deng nemîne û wiha pêde çû; da kû jin cihê xwe di sîyasetê da bigirin, li beramber her neheqîyê serî netewîne û heya dawîyê li kuderê dibe bila bibe bû xwedî kedek mezin. Rêheval Bêrîvan di temenek biçûk da di nava kar û xebatan da cihê xwe girt. Ji bo her jinekê bû mînakek keda pîroz. Ji bo welatê xwe hemû tekoşeran.  Rêhelan Bêrîvan bi rihê berpirsîyartîyê dilsozîya xwe ya bi welat re,bi bawerî, bi rihê hevalbendîyê, bi keda çendîn salan her wiha mîrasa Berîvan Cizîran xwedî derketin li ser esasê vê bi pîvan tevger ya û xwest kû tola şahadetên serhildanên li kolanên  Cizîra Botan hile. Bi vî rihê serhildanê hemû gelê welatpaerêz û tevî hemû Jinan serî hilde.

Kongra star di daxuyanîya xwe da dîyarkirin kû Hevşaredara berê a cizîrê Bêrîvan Kutlu ji ber nexweşiya penceşêr li bajarê edenê balcilar dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da. Berîvan kutlu 1982 da li gundê Navyan yê şirnexê hatîye dinê. Bêrîvan Kutlu dinava malbateke welatparêz û azada mezin dibe her waha ji ber kû gelê botanê xwedî di dîroka xweda gel perwere jibona azadîyê têkoşîya.

Salên 92 yan cihê dinava HADEP da xebatên sîyasîda cih girt. Di helbijartina xwecihîda yên 2014 yê bajarokê dêrgûlê yê şirnexê bû hevşaredar. Di helbijartina xwecihî ya di sala 2019 da jî bû hevşaredara Cizîrê. Di her du serdemên kû hevşaredarbû ji erkê hate girtin. Li şûna wê qayûm hatine tayînkirin. Bêrîvan kutlu piştre xebatên xwe di nava TJA  de da berdewamkirin.

Kongra star di daxuyanîya xwe balkişand ser meşa çendîn sala û viha pêda çû: Berivan Kutlu Di nava rêwîtiya jiyana xwe de yek ji jinên nûjen, civakperwer û siyasetmedarek Jin a Kurd bu. Di xebatên da șopandina mafên jinan, azadiya civakî û pêșveçûna demokrasîya Kurdistanê da bu pêşêng.

Di çend salên dawî de, wek numûneya Jina Xebatkar û Pêșeng Hêvîya civaka demokratîk ekolojîk û azadîxwazîya jin hat naskirin.

Berivan Kutlu di nav kar û xebatên pêşengiya girseyî da tevgerandinên demokratik û azadiya civakî tekoşîn da meşandin,bû dengê jinan di siyaseta herêmî û civakîda.

Xebatên xwe ne tenê siyasî her weha mafên civakî, ekolojik perwerdeyî ve  pergala civakî di asta herî jorde da meşandin. Bû nimûneyek Ji Jinên pêşeng û tekoşer. Di  hemû xebatanda xwe gihand asta zanabûna pergala civaka demokratîk.

Kongra star soza berdewamkirina têkoşînê heya tacîdar kirina serkeftinê da û got’ heya dawîyê emê şopdarên tekoşerên xwe bin, Bila çavê wan li paş nemînin.

daxuyaniyê wiha bi dawî kir’em weke Kordînasyona Kongreya Star a Bakûr û Rojhilatê Sûrî despêkê ji malbata me ya hêja û bi rûmet, Tevgera azadîyê, Tevgera Jin, her wiha ji hemû Gelê me yê Welat parêz û bi rûmet sersaxîyê dixwazin, em careke din di bêjin em wek tevgera jin heya  gihandina serkeftinê şopdarê rêya hevrê Bêrîvan bin.

 

Related Articles

Back to top button