ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê kobanê  ya Kantona Fîratê li Dijî Tundiya li ser Jinan meşek mêran hate li Darxistin

Bi sedan mêr li bajarê kobanê, daxwaza bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan kirin.

di çarçoveya çalakiyên bi boneya Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li ser Jinan de,girseya mêran li kantona Fîratê, ligel endamên rêxistinên civaka sivîl , beşdarî mesa ku ji aliyê Kongra Star ve hatibû organîzekirin bûn.

Meş ji qada Jina Azad destpêkir , di meşê de beşdarvanan fileksên ku bi nivîsandina “Bi hev re emê civateke demokratîk û komunal ava dikin de ku tundûtîjiyê bi dawî bikin” hilgirtibûn.

Piştî ku mesa çalakvanan gîşte cihê Aşitî , li wir beşdaran ji bo rêzgirtina şehîdan deqeyek bêdengî rawestiyan, pîştre ji aliyê  Rêveberîya hêzên ewlekariya hundurîn  ya kantona Fîratê Şêro Kobanê wiha anî ziman  :weke ku tê zanîn em ber bi hatina roja 25 Mijdarê diçin roja têkoşîna li dijî tuniya li ser jin ku  di dîrokê de hersê xuşkên mîrabel ku bi berxwedaniyeke pir mezin heya ku canê xwe ji dest dan serî netewandin li hember sîstema desthilatdar,di şexsê hersê xuşkan de em tevahiya şehîdên jin ku di rêya azadiya gelan de û daxwaza mafê jin û tevahiya zindiyan de şer kirin têkoşiyan heya asta şehadetê em wan bi rêzdarî bi bîr tînin ji bo xwedî derketina xeyal û armancên wan  weke mêr emê her roj bikin rojên têkoşîna li dijî her cureyên tundiyê ,herwiha pêwîste em vê diyardeya tundiyê bi ji xwe hesappirsînê di xistina meriyê teê de şermezar bikin .

Şêro wiha domand û got ,Ku tevgera azadiya jin bi xwere şoreşa 19ê Tîrmehê  bi pêşengtiya jinên têkoşer û qehreman wekî Arîn mîrkan û bi hezaran jinên fedayî  anî li rojavayê kurdistanê bi taybetî yekîneyên parastina jin YPJ bi wêrekiyeke pir mezin li dijî êrîşên hovane yê Daişê şer kirin ku ev hêz û berxwedanî ji tevahiya jin û cîhanê re bû mînak, şoreş bi pêşengtiya jinan bi rêve çû di her qadê jiyanê de jin û mêr mil bi mil heya bi sengerê şer di eniyên pêş de şer kirin û xebat  û têkoşiyan û heya roja îro dom dike.

Şêro wiha bi dawî kir û got: pêwîste em lidijî feraseta tundûtûjiyê rawestin û li bakur û rojhilatê sûrî pêwîste em bi awayekî rast manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk fêm bikin û hevkarê têkoşîna jin a azadîyê bin da ku em dawî li tundiyê bînin.

Meş bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji aliyê mêran ve bi dawî bû.

 

 

 

Related Articles

Back to top button