GotarNûçeSlide

 Tundiya Li Ser Jin Polîtîk e

Tundiya li ser jinan pirsgirêkek sîstemî, îdeolojîk û civakî ye ku sedemên wê di dîrok, çand,   siyaseta dewletan, perwerdehî û aborî de hebûn. Armanca wê ev e ku tundiya li dijî jinan bi awayek zanistî kesayetî û sîstematîk were xwendin, di heman demê de çareyan, projeyan û şopandina wanê li ciyê xwe were daxistin.Tundiya li ser Jinan: nirxandinek Giştî a Tundiya liser jinan her beşekê tawan û zordarî ye ku bi sedema zayendperestiya civakî û vîna wan were tewanbarkirin. Ev tundî bi rêya medya yên civakî  cîhanî  tê dîtin. Wek fizîkî, rûhî, tacîz, tecavûz, psikolojîk(derûnî)  aborî hwd. Lê di warên siyasî yên kû Kurdîtîyê tê da tunedikin û tundîya siyasî-sîstematîk li ser jinan di hin beşên civakê de raste rast tê dîtîn. Her wiha ev tûndîya kû li ser jinan tê meşandin bi şêwayeke peryodîk serwer dibe. Tundîya li ser Jin polîtîke.Pêkanîna tundî nexweşiyek taybete a ku belavî civakê tê kirin. Pergala desthilatdar di her malbatekê de dewletek biçuke. Ji ber wê jî mêr li kur dibin bila bibin tundîyê bi deng, hareket, sekin, nêrandin hwd bi rêbazên cur bi cur dide meşandin. Di sedsala 21’an da pêşketina jinan, berxwedan, zanebûna jinan ji xwe re wek gef dibîne. Her kû hêza jin zêde dibe êrîşên mêrê serdest yê desthilatdar ew qasî zêde dibe.

Di despêka civaka xwezayî de, civak dûrî zihniyeta zayendperestî jiyan dabû ava kirin. Ji vê civakê re civaka exlaqî, polîtîk û komînal tê gotin. Zayendperstî, çînayetî(tebeqe) û nijadperestî neketibû jiyanê. Ji ber ku hêz û nirxên ku jin diafirand, di civakê de nasnameya jin xwedavendîtî bû. Di her Qebîleyê de nirxên taybet û pîroz dihatin parastin. Dema ku ol û bawerî neketibû destê hakimîyeta bavksalarî ev nirx pîroz dihatin dîtin. Piştî pergala baviksalarî, nirx û pîrozbûyîn li gor cewhere xwe nema. Yên ku berdewamîya baweriyên xwe dikir jî, ew kes dihat Gunehbarkirin û lanetkirin. Mînak; jinên ku di karê bijişkî de xwedî afrînerîya mezin bûn, wekî pîrebok û Sêhrbaz dihatin dîtin û ew dihatin şewtandin. Ev mînak ji hezar mînakê yek mînake ku em dikarin wek olî bigrin dest. Di encama ol de ku li ser bîr û bawerîya civakê dan meşandin, bû sedem ku di roja me ya îro de jin bên kûştin. Bi feraseta olperestî peyva rûmet û namûs, di her civakekê de bi cûreyên cuda û bandorên pir mezin dan avakirin. Li gor bawerîyên çanda civaka xwe, peyva Namus û Şeref hat pênase kirin. Namûs kirin amûreke ku jin êdî xwe bindest binîne û her timî ew peyva namûs êdî di nava civakê da wek pîvanek dan pêşîya jin kû ev jî kirin cureyeke ku pê jinê tune bike.

Namûs ji wataya xwê ya heqîqî û rast hat dûrxistin.Di Piraniya welatên cihanê de kêm zêde jin û namûs di heman wateyê da tên destgirtin. Dewletên ku bi hişmendiya şerîatê tevdigerin, Namûsê di şexse jin de wek perensîbên olî watedar dikin û di qanunên cezakirina jinê da li ser vî esasî digrin dest. Bi giştî li Rojhilata navîn Namûs bi jinê ve tê girêdan. Bi hinceta parastina şeref û namûsa malbatî, jin di bin navê têkelîyên veşartî, xiyanet û bê exlaqîyên ku bê bingehin  ji alîyê feraseta pîvanê civaka kevneşop a baviksalar tê gunehbarkirin. Piştre bi destê bav, bira yan zilamek ji Malbatê tê Kuştin.Şîroveya namûsê bi zihniyeta baviksalar, gihiştîye asta ku bi serbilindî jin bêne kuştin. Ev jî tê wateya ku serbilindî û serbijêrtîya mêr bi jinê tê penasekirin. Em dikarin bêjin çavkanîya şîroveya namûsê bi kesayet û sekna jinê ve hatiye pênase kirin.Di dîroka baviksalarî da, di derheqê jin de gelek nirxandinên Ontolojîk û Epîstemolojîk yê çewt hatine peşxistin. Ev nirxandin xwe di mîtolojî , ol , felsefe û zanistê da dide xuyakirin. Nêzîkatî li hember jin hertim wek Cinsê Duyemîn,Qels, Lewazaqilê kêmMakîneya zarokanînê, wek Erdeke Çandiniyê, wek milkNamûs û Şeref karkerê bê destheq hwd tê penasekirin. Bi riya sazîyên bavksalar û hinek Fîlozof, Oldar û Zanyarên  pergala serdest civak hatin perwerde kirin. Di civakê de ev hişmendî bi rêbazên cur bi cur hate avakirin. Vê hişmendîyê rê li ber tundî u kuştina jinê vekir. Lê belê piranî jinê bi çavekî kêm pênasedike. Dibêje Karê jin û zilam cuda ya, bala jin zêdetir li ser karên malê, zarokanin û mezinkirine dimîne. Zilam jî ji bo debara jîyanê bike, pêwîste li derveyî malê kar bike dibîne, aborîya malê di destê zilam da ye, hakmiyeta zilam di rêveberîyê de xurtirîne. Gor destgirtina pergala mêr pêwîste jin li hember newekhevî yê li mafê xwe nepirse, li dijî mêr nerazîbûna xwe nede nîşandan. Ji ber ku nevekhevî ya di navbera jin û zilam de, xwezayî ye.’Bi taybet di demê dawî de bi navê şeref û namûsê jin di temenê pir biçûk de bi destê zilamek an jî  malbata xwe ve tên kûştin. Zihniyeta pergala serdest û zordar a baviksalar di şexsê bira, bav, hevjîn û pismamekî de dubare xwe dide der. Li ser wê bingehê ku tê texmîn kirin zihniyeta desthilatdar bandora xwe li ser civakê li himber jinê, di rêya pilan û pergalên cuda civakê di cihên wek Dibistan, Camî û Zaningehên xwe de perwerde dike û bandor didin avakirin.ev kiryarên têne kirin ne bêzanebunin îdeolojîkin. rêbazek ji rebazê pergala hegomonîk jî di temenê biçûk de zewac e. Di temenê ku hê jin û mêr xwe nas nakin û negihane nûbunekê ku jiyana xwe hilbijerin. Ji xwe yek armanca pergalê jî ev e. Ji bo ku li gor feraseta xwe wan perwerde bike û otorîteya xwe serdest saxlam bike. Zewac di temenê biçûk xalekî pir girînge. Di bin navê ol û qanunan de li welatên islamî û oldar wek, rejîma Sûrî, Îran, Efxanistan, Erebistan û hwd… ji civakê re bi awayekî asayî didin jiyîn û qebulkirin. Encama zewaca temen biçûk piranî bi kûştinê bi dawî dibe. Him xort him jî keçikên ku hîn kamil nebûne da zewacê pêktînin. Temenê ku ji her tişî û ji zewacê dûrin,piştî zewac û anîna zarokan û derketinên pirsgirêka, nû bi eşq û evîndarîyê yan jî hiskirina yekê din difikirin. Ev jî dibe sedema têkilîyên veşartî û çanda pirjinîyê. Ji ber ku ev temen negehaye wê asta ku hevsengiyekê çê bike. Ev kes ji bo hilbijartina jiyaneke ku hevsengî tê de hebe ne hatîye amadekirin. An jî jiyana xwe li gor hevjiyaneke azad nekarîye ava bike. Bi teybet ev rêbaz, jinê pir elaqedar dike. Di piranî civakan da, dema ku jin dikeve dewreya xwe despêkê ya mehane, fikra wê ji bo zewacê tê amadekirin. Dibêjin bila bizewice da ku bisitire,da ku xerabîyekî ji me ra neyîne. Yanî starkirina jinê di pençên zilam da parastîye. Belê jin li ser wan bîr û bawerîyan  bê dilê xwe tê zewicandin. Nav û welat her çiqasî cuda bin jî hişmendî bi pergale û îdeolojîyeke û wekhevin dişibin hev. Pergala baviksalar dibe sedem ku jinên Ereb, kurd û hwd… Dibin qurban. Li hember tundî ya ku li ser jinan tê meşandin ,li hember wê Jinan têkoşîn û hewildanên mezin didin meşandin. Ji bo xwe bigihînin asta xwe parastinê û bi ewlehî bijîn, bawerî bi heza xwe anîn. Li cihên ku pergala xweser ya jin tê jiyankirin, hewildanên jinan çêdibin, ü xwe digihînin sazîyên jinan û wan diparêzin, ji ber ku tenê jin dikare jinê ji vê zihniyeta baviksalar û pergala wê rizgar bike. Lê hin buyer ji ber ku veşartî hatine jiyankirin û ji alîyê malbatê ve hatine veşartin nikarin xwe bigihînin sazîyên kû bi ewlene da ku careke din jiyana xwe bidin berdevam kirin. Gelek jin ji vê zîhnîyet û pergala mêrê serdest hatine rizgar kirin. Kûştin û tûndîya li ser jinan, li gor rêjeyên welatên cîhanê, li Bakur u Rojhilatê Surî rêje ya herî kême. Ev jî dide xuyakirin ku rexistkirin û pergala xweser ya jin, li dijî feraseta baviksalarî encam digre. Lê pêdiviya bi tekoşînek bê navber û xurtirîn bê meşandin heye. Her çendî pergala desthilatdar hatibe şikandinjî lê di fikir û ramanê da  hîn jî xwe di de berdewamkirin.

lewra pêwîste hemû jin yên cîhanê, bi taybet Jinên Rojhilata Navîn tundîya li dijî her Jinekê li her deverê  rabin Serhildanan û dakevin qadan. Kuştina her Jinekê bibe sedema xortkirina têkoşîn û xwe ji nûve rêxistinkirina Jinan. Bersiva herî rast ji pergala baviksalara û zîhnîyeta desthilatda  ewe bi îdeolojîya rizgarîya jin bersiv dayîne.li kur dibe bila bibe dema tundûtejî li ser Jin hat meşandin jin bê ku sînoran nas bikin bibin xwedî helwerstê radîkal.

 

Pêl Bîrhat

 

Related Articles

Back to top button