CivînNûçeSlide

Li Bajarê Amûdê Civînek Girseyî Hat li Dar xist

bi rasthatina roja 25ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin li bajarê Amûdê civînek hat li dar xistin ,di civînê de ji bo bi dawî anîna li hemû cureyên tundiyê hat gutugo kirin.

Kongra Star, bi hevrêziya Meclisa a Sûriyeyê Demokratîk , di çarçoveya çalakiyên bîranîna Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li ser Jinan de, ku her sal di 25ê Mijdarê bi çalakiyan tê pêşwazî kirin, li bajarê Amûdê yê herêma Cezîrê civînek mezin li dar xist. Endamên rêxistinên civaka sivîl, komîn û hêzên ewlehiya navxweyî beşdar bûn.

Civîn li hola Meclisa Zagondanînê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê li ser rihê şehîdan  dest pê kir. Piştre,  Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo, axivî û tekez kir ku ev roj ji bo nûkirina pabendbûna bi rûbirûbûna her cûre tundî û zordariyê li ser jinan qonaxek gerdûnî temsîl dike.

Kulîstan Gulo destnîşan kir ku ev roj bi salvegera kuştina xwişkên Mîrabal ve girêdayî ye, ku bûne sembola berxwedana jinan li dijî dîktatoriyê. Wê rave kir ku polîtîkayên ku tundiya li ser jinan rewa dikin an jî pêk tînin, hîn jî gefên domdar çêdikin, ji ber vê yekê xurtkirina rêxistinên jinan û berfirehkirina hewldanên berxwedana civakê pêwîst dike.

Wê her wiha diyar kir ku koka tundûtûjiya li dijî jinan di serdemên ku bi hişmendiya baviksalarî serdest in de ne, û bal kişand ser qurbaniyên şehîdên jin ên ku ji bo azadî û rûmeta civakê têkoşiyan.

Gulistan li ser rewşa li Sûriyeyê axivî û rave kir ku pirsgirêkên welêt hîn jî çaresernekirî ne, û destnîşan kir ku piştî têkçûna hikûmeta veguhêz a di pejirandina nenavendî an rola jinan de, hêviyên ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk kêm bûne.

Wê her wiha banga Abdullah Öcalan a ji bo aştî û civakek demokratîk nirxand û destnîşan kir ku her çend hin alîyan pêşwazî lê kirin jî, Tirkiyeyê di bersivê de tu gavên erênî neavêtine.

Civîn bi nîqaşek vekirî di navbera beşdaran de bi dawî bû, ku girîngiya aktîvkirina komînên jinan û xurtkirina rola jinan di rûbirûbûna polîtîkayên marjînalîzekirin û dûrxistinê de tekez kirin.

Related Articles

Back to top button