ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Dirbêsiyê li Dijî Tundiyê Mêr Daketin Qadan

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê bi tevlêbûna mêr, ciwan û endamên saziyan meşek li dar xist.

Meşê ji Qada Jina Azad heta Şaredariya Gel a bajêr dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Na ji tundiya li dijî jinan re”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Li wir endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Mesoc Mihemed axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan di dirêjahiya dîrokê de, piştî avakirina pergala baviksalariyê, sedema mayîna civak û mirovahiyê bû.

Mihemed diyar kir ku bi hezaran jinan piştî avakirina tevgera rizgariya Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad ku têkoşîna rizgariya jinê bidomînin û îro encamên wê bi pêvajoya avakirina civaka demokratîk a komunal derdikeve holê.

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Siûd Dirbas anî ziman ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa jinê ye û li ser wê bingehê pergala hevkar di saziyan de hat avakirin û mafên jinan misoger kir.

Meş bi diruşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinê û silavkirina berxwedana jinan a li dijî tundî û desthilatdariyê bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button