
Hesekê- Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê li Hesekê meşek hirseyî hat lidarxistin. Bi pêşengtiya Kongra Star Jinan bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” ji Til Temir,Dirbêsiyê ,Zirgan, kampa Serêkaniyê ,Waşokanî, Şedadê ,Hol û Erîşa daketin qadan helwesta xwe ya li hemberî deshilatiya mêrê serdest a dibe sedema hemû pirsgirêkan nîşan dan.
Meşvan pankartên bi nivîs ‘Jib o avakirina cîhanek bê tundî û zordarî têbikoşin’,’Koçberî tundî ye ‘,’dûrxistina jinan ji qada siyasî tundî ye ‘ hilgirtin.Meş ji çarxereya Merşo dest pê kir û li çarxereya Aştî veguherî mitîng .
Piştî deqeyek rêzgirtin, Kordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Gulo axivî û wiha got:” Ji ber berxwedana Xwişkên Mîrabal, NU 25’ê Mijdarê li ser asta cîhanê weke roja têkoşîna li hember tundiya li ser jinê pejirand. Tundûtûjî gefek mezin li ser civakê çêdike, û Sûriye di qonaxek hesas û krîtîk re derbas dibe. Piştî hilweşîna rejîma Baasê, em dibînin ku hikûmeta veguhêz jinan ji meqamên biryardanê û qada siyasî dûr dixe, û ev tundûtîjî pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike. Serkêşiya jinan di hemû waran de di vê qonaxê de pir girîng e.
Gulîstan got : Bi banga rêber ji bo avakirina jiyaneke azad û ewle, em neheqî û newekheviyê red dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi yek vîzyon û zanîna hevpar ji bo jiholêrakirina tundûtûjiya li ser xwe û civakên wan bibin yek, da ku em bikaribin civateke azad û demokratîk ava bikin. Ev têkoşîn divê hem ji hêla jin û hem jî ji hêla mêran ve were meşandin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Zehra Elî tekez kir ku Tundûtûjî bi hemû şêweyên xwe sûcek li dijî mirovahiyê ye û wiha anî ziman: Divê hemû sûcdarên tundûtîjiyê hesab bidin. Hişmendiya baviksalar jinan ji hemû destkeftiyên wan ên dîrokî bêpar kiriye; ji ber vê yekê, em, wekî jin, dê bi zanînê li hember hemû şêweyên tundûtîjiyê bisekinin da ku civakek azad û komînal ava bikin. Jinan ji bo guhertina têgehên ku îradeya wan dişkînin têkoşîn û berxwedan kirine.
Zehra wiha gor: Bi saya felsefeya rêber, jin îro xwedî hêz in, ji azadiya xwe kêfxweş dibin û di hemû waran de – siyasî, leşkerî û aborî – roleke girîng dilîzin. Divê mafên jinan ji hêla qanûnî û exlaqî ve werin parastin. Jin kevirê bingehîn ê avakirina civakeke azad û demokratîk in.
Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yosif da zanîn Tundî bi hemû cueyên xwe civakê jihevdixe û wiha domand: pêwiste hemû jinen sûrî hevgirtina xwe xurt bikin û bibin yek .
Meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”bi dawî bû.





