
Di derbarê karêseta ku li bajarokên Silêmaniyê qewimîye Platforma jinên Netewî a Rojava dest bi hemleyeke alîkariya malbatê ku ziyan dîtine kir.
Platforma Jinên Netewî a Rojava bi bangewaziyekê bangî gel kir ku herkes ji bo alîkariyê berê xwe bidin navendên Kongra Star herwiha tekez kir ku di her tengasiyekê gelê Çemçemal ê rojava bi tenê nehiştin û pêwîste ku em jî li wan xwedî derkevin.
Daxuyanî wiha ye:
Roja 9’ê Berfanbar’a 2025’an de girêdayî bajarê Silêmaniyê bajarokên Çemçemal, Germiyan û Kelar’ê di encama lehiya ku çêbûyî de mixabin 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî windane. Her wiha di encama teqîna qanalên avêde gelek mal di bin avêde mane, gelek ziyanên madî çêbûne.
Ji beriya her tiştî em weke platforma jinên netewî, sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest danî re dixwazin û hêvî dikin ku rewşa kesên winda demildest bê zelal kirin û bên rizgar kirin. Her weke din em ji gelê me ên ku ji kerasetê bandor bûyîre, dibêjin, ‘derbasî be’ em bi xemginî vê bûyerê digirin dest. Bêgûman bûyerên bi vî rengî, bi hevre alîkarîdayîn, piştgirîkirin, êşa hevdû parvekirinêve hindekê jî be li ser mirov sivik dibe. Ji ber wê jî pêwîste ku kes, rêxistin, saziyên mirovî, tevgerên ku ji bo mafê jin û zarokan têkoşîn dikin, dîsa gelên ku bikaribin alîkariya mirovî bidin, pêwîste li hemberê vê bûyerê bi hestiyar û hişyar nêz bibin.
Me jî weke platforma jinên Rojava ji bo ew kesên di keraseta lehiyêde jiyana xwe dest danî em hemleyekê alîkariyê didin destpêkirin. Bangavaziya me ewe ku herkesê ku dixwaze piştgiriyê bide gelê me ê ji bûyerê bandor bûyî ew dikare serî li navendên girêdayî bajarê xwe ên Kongra Star bide da ku alîkariya xwe bigihijîne van navendan.
Em dixwazin vê jî bêjin ku gelê Çemçemalê li her wextê êrîşên li ser Rojava’da li kêleka gelê Rojava sekinîn û her tim piştgiriya gelên Rojava kirin. Em vê fedakarî û dilsoziya gelê Çemçemalê jî tî carê ji bîr nakin.
Em dîsa ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dayî sersaxî dixwazin û ji tevahî gelê xwe ê Çemçemalê, Kelarê û Germiyanêre dîsa dibêjin, derbasbûyî be.



