CivînNûçeSlide

Komîta Civakî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Civîna xwe ya Salane Lidarxist

Li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê a taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo civîna salane ya Komîta Civakî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin

Bi dehan endamên sazî, meclis , komîn ji bo nirxandina kar û xebatê salekê beşdarî civînê bûn

Civîn di 15’ê Berfanbarê de, di saet 9:30 de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin, destpêkir

Di serî de bixêrhatina beşdaran hate kirin û paşê perspektfên rêber Abdulla Ocalan bi navê “Ferdî xwepêşxistin têrê nake, divê weke sazî jî em xwe bihêz bikin” ji aliyê endama Qada Civakî Leya Hisên ve hate xwendin ,têkildarî hebûna bingehîn a jinan ku azadiya jin bi azadiya civakê ve girêdayî ye û heta ku xwezaya jinan tarî bimîne , xwezaya civakê bi tevahî dê ronî nebe.
Herwiha hate diyarkirin ku sedsala 21an dikare bibe sedsala şoreşên jinan. Ji ber ku armanca sereke ya şoreşa jin derbaskirina civaka çînî, şer û girêdayî wê, dagirkerî, emperyalîzm, paşverûtiya aborî û çandî û îstismara heyî ye. Bi vî awayî sedsala 21an dikare bibe sedsala şoreşa jin.
Paşê nirxandina rewşa siyasî ji aliyê birêz Dilsoz çiya ve hate nirxandin .
Dilsoz di serî de serkeftina ji kar û xebatê jinan re xwest û wiha pêde çû.
Di banga aşitî û civaka demokratîk de ku rêber Abdullah Ocalan ku banga aşitiyê kir , gelek gav ji aliyê rêxistinê ve hate avêtin, lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ta niha gavin cidî pêk nehatine .
Fesihkirina Partiya Karkerên Kurdistan nayê wateya ku wekî hin kes binav dikin , dawîlihatina têkoşîna Kurdan, berovajî wê qet ti hêzên me ji bo xirabkirinê berê xwe nedane şer , hertim ji bo jiyaneke demokrat , wekhev , azad canê xwe feda kirin.
Partiya Karkerên Kurdistan PKK e , êdî derbasî qonaxa siyasî û lihevhatinan bi diyalogê dibe, êdî dem dibe dema ku gelê rojhilata navîn bi aramî jiyan bike.
Herwiha balkişand ser rewşa Sûriyê ya xirab ku bi hatina hikûmeta veguhêz re gelek komkujî û ziyan , revandin û destdirêjî derketin holê , dê hikûmeta veguhêz ji bo Sûryeke wekhev, aram,azad û demokrat nebe kilîta çareseriyê.
Herkes dizane Colanî di demên xwe de çibû û niha jî her ew kes û hişmendiye.
Herçiqas paçên sipî li ser were avêtin , lê komkujiyê li berava Sahil û Siwêdayê bi taybet li ser pêkhateyê Elewî , diyar dike ku ta niha di bin paçê reş de ye û dixwaze Sûriyê bitemamî li ser wê tarîtiyê birêve bibe.
Gelek caran ji hêzên me çekdanîn hate xwestin , lê li hember hikûmeteke ku Daişê her zindî dike çekdanîn ne mumkine.

Dilsoz di dawiyê de tekez kir ku dê şoreşa jin mutleq bisernikeve , ji ku em xwedî li rêber û şehîdên xwe derkevin pêwîste deha zêdetir asta têkoşînê bilind bibe û kar û xebatê xwe ji bo Baku û rojhilata Sûriyê û Sûriyê bigiştî, berfirehtir û zengîntir bikin.

Herwiha rapora salane ya kar û xebatê Komîteya Civakî  a Kongra Star a Bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Sultan Îsa ve hate xwendin
Di dawiyê de jî rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin ku tê de behsa rewşa jin, kar û xebatê salekê , kurt û kêmasiyê heyî ku di nava kar de derdikeve û hewcedariya saziyan bi gelek tiştan hate guftûgokirin.
Herwiha beşdara tekez kirin ku dê asta têkoşînê bilind bikin û ji bo jiyaneke wekhev û aram hertim bixebitin.

 

Related Articles

Back to top button