
Rêxistina Kongra Star a Helebê li hola Lêdî Gardin a taxa Şêxmeqsûdê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de 700 endamên ji tevahî sazî, partî û tevgerên jinan amade bûn.
Civîn bi strana koma Vajîn a Tevgera Hîlala Zêrîn dest pê kir. Dûre dîwana civînê ji beşdaran hat hilbijartin, ev in; Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Şems Elîdîn û endama rêveber a Nivîsgehan Jinan a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şêrîn Şêxo.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Rîhan Elo behsa zihniyeta baviksalarî kir û diyar kir ku çiqas hewl bidin jinan bê deng bikin, lê bi ser nakevin, ji ber ku jin li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne.
Dûre perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê parastina rihê jina komînal û mafên wê ji hêla endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Zehra Hemo ve hatin xwendin.
Piştre perspektîfên Rêber Apo ên têkildarî tundiya li dijî jinê bi zimanê Kurdî ji hêla endama Komîteya Perwerdê Lavîn Mihemed û bi zimanê Erebî ji hêla endama Komîteya Têkiliyan Rama Ebas ve hatin xwendin.
Di civînê de endama rêveber a Komîteya Perwerdê Dîlan Ebdo jî rapora salê xwendin. Dûre Sîham Mihemed rapora Yekitiya Jinên Ciwan xwend.
Piştî xwendina raporan, sînevîzyonek li ser çalakiyên Kongra Star îsal li dar xistine hat pêşkêşkirin.
Di dawiya civînê de hejmarek delege, endamên rêveber ên saziyên civakî ji hêla Kongra Star a Helebê ve hatin xelatkirin.




