
Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ji pêvajoya hiqûqî jî derket, li seranserî cîhanê ti kes rastî neheqiyekî bi vî awayî nehatiye.
27′ sale ku Rêber Abdullah Ocalan li Imraliyê ji bo rojhilatek navîn î bi aşityane , aramî, demokratîk û bê xwîn dîl hatiye girtin.
Tevî banga rêber Abdullah Ocalan ya aşitî û civaka demokratîk jî, lê li hember vê bangê ne ji aliyê dewletên navnetewî , ne jî ya Tirk ti gavên pêş nehatine avêtin.
Ji bo vê yekê jî Gel bi israre ku rêberê xwe di nav xwe de bibîne.
Îro di 20’ê Berfanbarê de li ser asta kantona Qamişlo meşeke girseyî hate lidarxistin, meş ji aliyê Rêxstina Kongra Star ve hate organîzekirin.
Meş di saet 11′ an de ji çarxêreya Sonî destpêkir û li çarxêreya Şehîdan bidawî bû.
Bi sedan kes di bin dirûşmeya “Bi rihê komînal û civaka demokratîk emê bi rêber Apo re azad bijîn”tevlî meşê bûn.
Di serî de deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê berdevka Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo axivî û got meşa me ya îro meşa azadî ,demokrasiyê ,wekhevî û ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan e.
Sîstemên hegemon sedsal bê navber bi hişmendiyekî qirker,dagirker,nijadperest, qomploger xwestin siyasta xwe li ser gelên Kurdistanê , jinan, ciwanan û gelê azadîxwaz bidin meşandin.
Lê berxwedana 52 salan li hember sîstema sedsalî , têkoşîneke dîrokî da meşandin, qehremantiyekî mezin li hember hişmendiyên hegemon , qirkirinê, dagirkeriyê, desthilatdariyê û nijadperestiyê dane meşandin.
Dema em behsa berxwedan,têkoşîn û rêxistinbûyînê dikin, helbet ev bi pêşengtiya nîmarê azadiyê ye rêber Abdullah Ocalan e.
Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan guhertin û veguhertinên ku di asta Kurdistanê ,asta rojhilata navîn û cîhanê, bandorekî xweyî mezin li ser azadî û terzên azadiyê dike, helbet ev guhertin ne tenê di bakurê Kurdistanê de , guhertina mezin di tevahî Kurdistan û rojhilata navîn de ye.
Rîhan da zanîn ku ji bo ku em piştgiriya vê pêvajoyê bikin û xwedî lê derkevin , erkê me ewe ku emê bi dispilîna , têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin .
Di dawiyê de jî tekez kir ku heya dawî em wekî jinên bakur û rojhilatê Sûrî û gelê azadîxwaz yê ku bi pirojeya netewa demokratîk û fel jin jiyan azadî , emê bi rihê vê berxwedanê pêvajoya aşitî û civaka demokratîk xurt bikin û xwedî lê derkevin.
Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ayda Xelîl bi zimanê erebî axivî û wiha pêde çû
Em, wekî gelê cîhanê, ji qonaxekê ber bi qonaxeke nû ve diçin, dûrî zîhniyeta despotîk û şovenîst a taybetmendî ya dewletên kolonyalîst in ku bi xwîna neteweyên din geş dibin. Ev hemû ji bo berjewendiyên wan ên siyasî yên qirêj û piştgiriya wan a bêdawî ji bo rêxistinên terorîst ên di bin gelek navan de, di nav de yên Îslamî jî.
Û netewperestî û şovenîzm, ku ji aliyê dewleta Osmanî ya Tirk ve tê meşandin, di nav piştgirên herî mezin ên terorîzmê de ne, di nav wan de DAIŞ û hin komên ku li ser navê kesayetên bi nirx di civaka Îslamî de hatine binavkirin. Ev hemû dezgeha dewletê, di çavên civaka navneteweyî de, îdîa dike ku mafên gelan diparêze.
Ayde di dawiyê de tekez kir ku heta ku ew rêber Abdullah Ocalan di nav xwe de nebînin ewê bê navber li qadan bin û piştgiriyê bidin banga aşitî û civaka demokratîk.




