LêkolînNûçeSlide

Pêşxistina Jin, ji Koletiyê Tol Rakirine

Dil û mejiyê xwe bixebitînin, xwe bi aqlê xwe pêş bixin û bidin jiyîn. Jibîrnekin hûn di nava çarmîxeke ji ya min xetertir de ne. Yên xwe azad dihesibînin tiştek ji wan çênabe. Lê eger hûn fêmbikin ku di nava çarmîxekê de ne, bi qasî serê derziyê jî be hûn ê, qiymeta azadiyê bizanin. Nêzîkatiya ‘’bila dewlet, bav, hevjîn tiştek bide min’’ nîşaneya bêçaretiyê ye. Eger tu azadiyê pir dixwazî wê demê xwe pêş bixe. Eger hêza te hebe pêwîstiyên wê bi cih bîne. Eger hêza te kêm be gorî wê hêzê kar bike. Qasî taqeta xwe kar bike. Wê demê pir bi îddîa nebin. Di vê mijarê de eşkere bin. Helbet gorî hêz û taqeta xwe kar bikin, bar rakin. Hema her tiştî eger tu bixwazî bikî nabe, divê tu pîvanê xwe bizanî. Rewşa xwe, qedera xwe baş nîqaş bikin. Hûn bixwe divê bizanin xwe bidin karkirin. Eger hûn nedin karkirin hûn ê biqedin.

Desthilatdariya mêr ya çar hezar salî heye. Ez nabêjim bibin weke rahîbeyan, lê şêwaza jiyaneke wê jî derbas bike pêş bixin. Ez bi azadiyê re zewicî me. Ev zewaca min jî hîna berdewam e. Ez ne li dijî saziya zewacê me. Lê halê zewacên heyî jî pir xeter dibînim. Jina ji însafa mêr re were hiştin, mahkumê binkeftinê ye. Lewma weke din nikarin zilamê desthilatdar û civaka wî tehlîl bikin. Eger nekarin tehlîl bikin wê nekarin pêşiya binkeftinê bigrin. Eger xwe ji binkeftinê nekarin rizgar bikin wê demê nikarin azad jî bibin. Yanî hîn di serî de wê bin bikevin. Vê gotinê baş fêm bikin, WEKE ÎNSANÊN AZAD Lİ DİNYAYÊ NENÊRİN, WEKE ÎNSANÊN TİYÊ AZADİYÊ Lİ DİNYAYÊ BİNÊRİN. Ji bo hûn xwe di jiyanê de nexapînin û nedin paş, eger mumkûn be bi vî awayî jiyan bikin. Eger jin bikare bibe xwedî hêza serbixwe bimeşe gelek baş e. Ez ji jina kole nefret dikim. Bila ew bixwe azadiya xwe tayîn bikin. Bila sînorên wê ew bixwe diyar bikin. Lê bîrnekin azadî hêz e, xeter e. Li gorî min azadî ji her tiştî rûmettir e. Eger hûn kar bikin hûn e, xwe qezenc bikin. Wê aliyê we yên edalet û hezkirinê pêş bikeve. Aliyê siyasî û hunerî de hûn ê pêş bikevin. Di her warî de hûn ê, pêş bikevin. Dibe hûn zehmetiyan bikşînin, dibe birçî jî bimînin lê ne xem e. Hûn ê, ew jiyana bêriya wê dikin, ew tiştên we windakirine qezencbikin. Ez senteza vê me.

Divê bala me tim li ser jin be. Jin teminata mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Pêşketinên ne di mîhwara jin de be sernakeve. Ez tenê nabêjim di jina Kurd de, ez dibêjim jinên Rojhilatanavîn de em ronesansê pêkbînin. Ez li ser paşverûtiyê, kalibên mêrê desthiladar yê xwe dispêre qirêjiyê lêhûrbûn dikim. Ev hemû encex bi ronesansa jin dikarin werin derbaskirin. Beriya niha ji bo jin min gotibû lêgerînvana heqîqet, edalet û hezkirin ê. Ez hewl didim gorî bêrî û hesretên we jiyan bikim. Min di parêznameyên xwe de cihek berfireh ji mijara jinê re veqetand. Ji bo jinan belgeyek gelek girîng e. Bila parêznameya lêkolîn bikin. Wê di parêznameyên min de gelek bersivên, pirsên li cem wan kombûne bibînin. Eger pirsgirêka jin azadî û wekhevî be, heta parêznameya esas negrin wê nekarin derçûneke esasî jî bikin. Divê cewhera wê fêmbikin û baş rohnî bikin. Divê jin di nava şoreşa zihnî de cih bigre. Azadî ji bo jin ji her tiştî hejayî û bi nirxtir e. Ji bo vê jî divê fedakariyê bikin.

Em statuya jinan ya 4,000 sal in hatiye daxistin, ji holê radikin. Şertê yekem ji bo sosyalîstbûnê têgihîştina wateya wekhevî û azadiyê ye; sosyalîstbûn bi rêzgirtina ji bo dayik û jinan dest pê dike. Ev berpirsyariya dîrokî hewce dike. Bi vî rengî em dikarin rêzgirtinek mezin ji bo malbatê nîşan bidin. Ez ji bo mêran jî vê dibêjim: Divê ew jinan wekî jin nebînin; divê ew jina nû fêm bikin. Jina nû ji azadiya welat û civakê girîngtir e. Ji bo me, ew di afirandina civakek azad de xwedî girîngiyek mezin e. Çima em jin lêkolîn dikin? Ji Sumeriyan vir ve, jin hatine xistin û bûne mijara bazar ê. Kî ev yek kir? Civaka çînî ev afirand. Me hewl da em jinê rakin ser piya û ji nû ve biafirînin. Divê mêr jî, ji hesûdiyê zêdetir jinan bilind bikin. Jin wê werin bilind kirin, û jiyan jî dê bi wan re xweşiktir bibe. Û divê mêr vê yekê bi serbilindî, serfirazî bijîn. Jiyana bi jin re divê wekî hestên welatparêz were hesibandin. Jiyana bi jinek azad re divê serbilindiyê îlham bike. Ev tê vê wateyê ku mirov bêje, “Ez ya te me,” zêdetir ” ew çiqas bûye ya xwe” ango çiqas xwebûna xwe pêkanî ye.

Jiyana li dora jinan bûye çol; divê jiyana li dora jinan watedar bibe. Di jiyana xwe de bi israr bimînin. Têkilî gelek basîtin; ew têkiliyên mîna vexwarina çeqilmastekê pêşdixin, nabe. Rûmet meseleyek cuda ye; li berxwe didin baş e, bila xwe kûrtir bikin, ew dikarin liberxwe bidin. Ew dikarin tenêtî û êşê tehemûl bikin, ew dikarin vê yekê jî tehemûl bikin. Min bi dil û mejiyê xwe bi jinan re peywendî danî. Ger hûn destê xwe bidin zilamekî, eger hûn çîçek jî bin wê we biperçiqîne û biavêje. Ger zilamên we qels, xerab, zalim û derewîn bin, heya dawiyê li dijî vê yekê derkevin. Zilam kirêtiyek tirsnak in. Divê em bi berfirehî mijara cîns çareser bikin. Ez qîmetê didim şoreşa zayendî. Ez di rojnameyan de dixwînim dibêjin zewac ji sisê yan yek, ji sisê yan du zewac ber bi îflasê ne. Helbet wê wisa bibe, jiber zewacê îro dişibe weke du însanên kor yên rastî hev tên û li hev diqelibin. Di zewacê roja îro de duritî, bêrêzî, dagirkerî, zextên giran, zilm û heta komkujî veşartiye. Hema jiber xwe ve em nikarin hez bikin. Weke kanûnên şer , kanûnên eşqê jî hene. Hema gor xwe gor fêmkirina xwe em nikarin hezbikin. Ji bo hûn ji van têkiliyan rizgar bibin pêwîstî bi şoreşeke zîhniyetê heye. Ji bo em azadiyê baş fêmbikin divê em jin baş analîz bikin.

Ez ê jinên me hişyar bikim. Divê jinên me di vê mijarê de pir hişyar bin. Dibe ku hin jin difikirin ku ew ji bo zewac û zarokan pir pîr in. Ew rizgariyê xwe di teslîmbûna zilamekî belengaz de dibînin. Ev xwe avêtina hembêza lepê şêrekê ne cudatir e. Ma ew ê bi vî rengî azad bibin û civakê azad bikin? Tiştên ku pergala kapîtalîst li ser jin ferz dike eşkere ye. Ev tecawiz e. Ango destdirêjî ye. Jin rojane ji hêla mêran ve, ji hêla pergala mêran ve têne tecawiz kirin. Pergala mêran tê wateya rojane tecawiz kirin ango destdirêya li ser jin e. Pêvajoyek pênc hezar salî ya şêwe girtî heye û ev ne hêsan e. Jiyana azad bi temamî te wateya berovajiyê wê kirine. Bila ew bi azadî, bi rûmet û awayeke bi hêz, bi mêran re têkilî daynin. Wan fersendek pênc hezar salî bi dest xistine. Eger her yek ji we re an jî ji we hemûyan re kesrekê jî pêşkêş bikin, tifî rûyê wan bikin. Bila hemû keç qiyametê rakin; ew dixwazin dîsa we bixin bin zextê. Lîstikek mezin û bi hêz li ser jinan tê lîstin. Dibe ku mêr ji hêla fîzîkî ji jinan bihêztir bin, lê divê jin parastinên xwe yên rewa xurt bikin. Xweparastin ne tenê ji bo jinan, ji bo her kesî pêwîste. Min di parêznameyên xwe de jî girîngiya xweparastinê destnîşankir. Divê jin xwe biparêzin. Êdî hûn nikarin li kolanan jî bi rihetî bigerin. Di seranserê dîrokê de, ango pênc hezar sal in, jin di malê de hatine hepiskirin. Jiyanek tirsnak ji mirinê xirabtir berdewam dike. Ji ber vê yekê jin xwe dikujin. Şert û mercên jiyanê yên wisa li ser jinan hatine ferzkirin ku ew tercîh dikin bimirin; ev şert û mercên jiyanê ji mirinê xirabtir in. Ji ber vê yekê jin ewqas asê mane ku ew serî li xwekuştinê didin. Bi sedan xwekuştinên jinan têne ragihandin. Dibe ku hin ji van jinan hatibin kuştin jî. Lê di encam de, ev bûyer asta tengasiyên ku jin tê de ne nîşan didin. Ew mirinê wekî yekane çareseriyê dibînin. Jinên me ne hewce ne ku li ser “wê pêşeroja me çi be” fikar bikin. Ji şert û mercên ku ew tê de ne, an jî ji şert û mercên ku ew ê di pêşerojê de werin hepiskirin ma jê xirabtir çi heye? Divê jinên me êdî van xemên biçûk bidin aliyekî. Ew dizewicin û rojane rastî tecawizê tên. Ger mêr bixwaze, dikare di rojekê de jinekê wêran bike. Divê ew vê yekê bibînin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê kûrtir bikin.

Parêznameya min ji bo wana piştgiriya herî mezin e. Ez bi taybetî bersiva vê yekê didim: bila Jixwe bawerbin. Li ser bingehê parêznameya bila gelek rêxistinên di warên çand, huner û zanistê de ava bikin. Bila vê yekê di qadên xwe de pêşbixin û xwe ji vê re nezirbikin ango feda bikin. Bila hewlên xwe kûrtir bikin. Pirsgirêka rêxistiniya jin çîrokeke pênc hezar salî ye. Jixwe bawer bin, bibin xwedawend. Jin xwediyê jiyan û axê ye. Divê em ewil bin navê eşqê de pêşî komkujiya li ser can û bedana jinan bigirin. Divê em ji azadiya jinan netirsin. Divê jin bixwe namûsa xwe biparêzin. Jin bixwe bibin mirovavên parastina xwe dikin. Divê jin xebatên xwe yên xweser derxin holê û bi vî rengî xwe azad bikin. Divê ew hişmendiya xwe û rêxistinbûna xwe ya xurt biafirînin. Divê jin di vî warî de bixebitin û ji nû ve afirandina mêran pêk bînin. Divê ew nebin esîrê çanda tecawûz ê. Ez ne tenê behsa tecawiza fîzîkî dikim; ez behsa çanda tecawizê ya bi hezaran salan berdewam dibe dikim.

Di serdemên tarî yên şaristaniyê de, jin tinebûnek kûr jiyan kir. Bi rastî, ez vê şaristaniyê wekî serdemek tarî, qeşagirtî dibînim. Lêbelê, ji destpêka salên 2000-an vir ve, biharek ji bo jinan destpêkiriye. Di seranserê dîroka şaristaniyê de, jin li dijî zivistan û berfa dijwar, li dijî derew û zordariya zilam mîna kulîlkên berfîn serê xwe radikin û azadiya xwe pêktînin. Ez vê weke bûharbûna jinan, li dijî zivistan û berfa dijwar, kûlîlk vedan û geşbûna tevgera azadiya jin dibînim. Ger jin bixwazin dikarin cîhanê biguherîn in. Pênc hezar sal şaristaniya li ser bingeha çînî tenê rola zayîn û şîrdanê daye jinan; tenê jin wisa dîtiye. Hûn li dijî vê hişmendiyê têdikoşin. Hûn jî dikarin jina hemdem a Rojhilata Navîn temsîl bikin. Gihiştina vê temsîliyetê pir girîng e. Pir girîng û hêjaye ku, piştî bi hezaran salan, çanda jina xwedawend di jinên Rojhilata Navîn de were temsîl kirin. Jina ku xwe gihandibe vê astê, tê hezkirin û jiyaneke bi wate jî pê re tê jiyankirin. Di vê çarçoveyê de, hûn dikarin jinên Rojhilata Navîn re pêşengtiyê bikin û bandorê li wan bikin. We di vî warî de pêşketinên gelek girîng bi dest xistine, û hûn ji beşdarbûna nava van kara natirsin. Divê hûn van xebatan bigihînin astek pêşdetir.

Azadî ewil di zîhniyetê de destpê dike û di jiyanê de xuya dike. Eger di jiyanê de ya paşverû û kevneşop nehatibe derbaskirin, wê demê behsa azadiyê jî nikare were kirin. azadbûyîn xwe ji hemû baxên kevneşop yên  malbat-dewletê rizgarkirin e. Ji bo vê divê jin destpêkê bibe xwedî îrade û xwedî rêxistin

 Divê perwerde di hemû astan de û bi gelek şêweyan berdewam bike

Perwerdeya me divê xîtabî hemû kesî bike. Divê her kes dawerivîne hûndirê xwe. Em perwerdekirina her kesê esas digrin. Divê em her kesê baş perwerde bikin ji bo bikarin bi erkên xwe yên demê rabin. Yên fêmkirina xwe hene divê hîn xwe kûr bikin, yên paşde mane divê em wana jî bi xwe re pêşde bibin, yên xwendin û nivîsandina xwe nebe divê em wana jî fêrî xwendin nivîsandinê bikin.

Carinan behsa kêmbûna perwerdeyê tê kirin, hinek jî behsa şert û zûrûfa û bê îmkaniyeta dikin. Ez eşkere dibêjim ev derew e. Şert û zûrûf heta dawî gelê bi sed hezaran ji bo şoreşê rabûya ser piyan dîsa kadro heta dawî heye. Her awayî derfet heye, pere heye, heta sîleh her tişt heye. Erê dibe ji bo hin namzetên kadro yên nû hinek kêmanî hebin. Ma Kurdistanê qey tişteke bê qusur û bê kemanî heye? Heta serkeftinê û zafere,  kemanî û qusur wê hebin. Vêca ji ber ev kêmanî û qusur hene ma em ê xwedî li erkên xwe dernekevin? Tu îzaha vê nîne. ji bo vê jî divê kesek nekeve nav nîqaşên pûç û vala. Û bila kes jî gorî xwe virde wirde nekşîne.

Divê perwerde di hemû astan de û bi gelek şêweyan were domandin; ew pêvajoyek bingehîn a tevlêbûn, nîqaş, agahdarî û sererastkirinê ye. Rol, taybetmendî û erkên perwerdekar û rêveberiyê li vir derdikevin holê. Ji bo berhemdariyê divê komên mezin werin dabeş kirin, beşdariya çalak û tevlêbûna bi hemûyan re misoger bikin. Pêkhateya wan divê guncaw be, û perwerdekar divê xwediyê herî zêde jêhatîbûnan ​​be ji bo bikare pêşketin bide çêkirin. Nêzîkatiyek yekgirtî û dînamîk a fêrbûnê divê bingeh be. Nirxandin û nîqaşkirina belgeyên bernameya perwerdeyê de divê bi beşdariya hemû pêkhateya dewreyê re were kirin.

Tevî perwerdeyên giştî divê her şexsekê re jî taybet eleqederbûyîn û hewldanek hebe. Ji ber her kesek gorî kêmanî û asta xwe divê were nirxandin û were perwerde kirin. Di vê mijarê de gelek şaştî û kêmasî hene. Bê xwestekî û bê rêbazî hene. Divê em bikarin ji pratîkên berê encam û dersên xurt derbixin.  Dîsa yên derdora xwe re eleqeder nabin, perwerde nakin, hewl nadin, bi dil û can xwe tevlî nakin, tê wateya li dijî me şer dikin. Asta paşverûtiya civaka me ya di warê civakî, çandî, teorîk ferz dike ku tu her ferdekê re yek bi yek bi taybet eleqeder bibî. Eşkereye ku kesê vê fêm nekiribe û wisa nêz nebe tê wê wateyê ku tiştek ji rêxistinê fêmnekiriye. Û ew ne tanzîmkarek baş e.

Xweperwerdekirin erkê bingehîn yê her kesê li wir amade ye. Ji bo we ev derfetek bêhempa ye. Divê rojên xwe vale derbas nekin; divê ew bi bandor û bi xebata herî kêrhatî û plankirî werin bikar anîn. Divê her kes bi hesta berpirsiyariya herî bilind tevbigere, û yên ku qels in divê di vê astê de werin pêşxistin. Asta kûrahiya lêhûrbûn û hestê berpirsiyariyê asta mirov dide nîşandan. Divê her hevalek di demên berê de kemanî û lewaziyê jiyan kiriye demildest çareser û derbas bike. Divê ji bêkarî û ji awaretiyê dur bisekin in. Divê her kes gorî rexnedayîna xwe û erkê xwe, bikare xwe perwerde bike û temam bike. Divê her kesê re eşkere bê gotin ku kesê/î vê pêkneynê an jî dereng dixe, sist, bê xwestek nêzîk dibe ,wê were avêtin û pêwîste her kes jî vê baş bizane.

Lêbelê, xuya dike ku tevî hemû hewldanên îqnakirin û perwerdekirinê, û gelek derfetên hatine pêşkêşkirin jî berxwedanek paşverû heye û berdewam dike. Ev berxwedanek ketî û rezîl e. Çima ewqas berxwedanek paşverû û rezîl tê nîşandan? Ew berxwedan ji ber berjewendiyên şexsî, tên tekbirin tê nîşandan? Tawîz dayîna ji wan taybetmendiyên paşverû, gelo ev ê kesayetiya we hilweşîne, an jî wê we bixe bin zehmetî û barekî mezin?

Kêmasî û şaştiyên me hemûyan hene, û em hemû hewl didin wan derbas bikin. Ji ber vê yekê, divê ti heval bi rengekê ew mukemele, perwerdeya xwe temamkiriye, bêkêmasiye lê, yên ji bilî wê tev kêmasî an jî şaştiyên wana hene nêz nebe. Ji bo vê, em hemû bi erkê perwerdekirina xwe û yên li dora xwe re rû bi rû ne, an jî divê nêzîkatiya me ya ji bo perwerdeyê bi vî rengî be. Bi gotineke din, bi perwerdekirina hevaleke din, em xwe perwerde dikin; bi perwerdekirina xwe, em yên din perwerde dikin; bi perwerdekirina komekê, em xwe perwerde dikin. Ev perwerdeya rastîn, hînkirina rastîn û şagirtiya rastîn e. Ger em wisa nêzîk bibin, wê ev me bibe serkeftin ê. Eger em wisa nêz nebin, berovajiyê vê jî wê nêzîkatiyên bi bertek û ezez  derxîne holê ku ev ê jî vegera dîsa jiyana kevin be.

Modernîteya demokratîk bê akademiya pêşnakeve

Tiştê ku perwerdeya şoreşgerî ji perwerdeyên din cuda dike ev e; armanc dike girseyan ji bo şoreşê seferber bike, hişmendiya siyasî, rêxistinî û xebatên têkildar pêş bixe. Dîsa gel di nava şert û mercên heyî de û pirsgirêkên wan ronî bike û têgihîştinê bide wan ji bo ew bikarin pêşerojê bi destên xwe şekil bidin. Yek jî armanc dike ku hişmendiya wan, berê ji hêla gelek fikrên xelet ve hatiye xerakirin, veguherîne hişmendiyek rast a li gorî berjewendiyên wan. Avahî û jiyana ku ew di bin zexta siyasî û desthilatdariyên din de ketine veguherîne, wan bikişîne nav avahî û jiyanek şoreşgerî û wan çalak bike ku li ser vê bingehê tevbigerin. Ev tevahiya armanca perwerdeya me ya şoreşgerî ye. Bi gotineke din, armanc dike ku hişmendiya gel ji asta heyî bilindtir bike û bandorên îdeolojîk û siyasî yên curbecur û serdestiya ku ji derve û li dijî berjewendiyên wan li ser wan hatiye ferzkirin ji holê rake. Armanc dike ku jiyana wan a madî bi rêxistinek îdeolojîk û siyasî ya rast ve ava bike û jiyana wan li gorî wê şekil bide. Em dibêjin, ev armanc û mebesta perwerdeya şoreşgerî ne.

Akademiyên çand û siyaseta demokratîk dikarin ji bo vê wezîfeyê sazîbûnên guncavbin. Ji bo hewcedariyên jinû ve avakarina yekeyên exlaqî û polîtîk yên civakê ev akademî dikarin di warê entellektûelî û zanistî de desteka pêwîst pêşkêş bikin. Li şûna ku saziyên yekdestdar ên fermî û taybet mînak bigirin, weke avabûnên resen xwe rêxistinkirin wê gucavtir be. Xwe şibandina saziyên modernîteyê dîsa teqlîtkirina wana wê bi têkçûnê bi encam bibe. Divê xweser û demokratîkbin. bername û kadroyên xwe divê bixwe amadebikin, şagirt û mamostetiyek dildarî divê esas bigrin. Ango divê şagirt carna bibin mamoste, mamoste jî bibin şagirt. Bi vî awayî dikarin ji profesorekê heta şivanekê ku xwedî îddîa û armancin tevlîbûna her kesî esas bigrin û tevlî bikin.  Akademiyên jin jî bi giranî dikarin heman naverokê de aliyên xwe yên xweser û resen pêşbixin. Ji bo tenê nezerî ango teorîk neminin, divê giranî bidin aliyê pratîkî jî.

Xebatên Akademiyan girîng in. Di van akademiyan de ji spor bigrin heta siyasetê, felsefe, xebatên atölye bigrin heta xebatên çand û hunerê dikarin di nava xwe de pêkbînin. Dîsa ev akademî divê her kesî bigre nava xwe. Weke mînak; şagirteke zanîngehê bigrin heta jinên mala jî divê tevlî van xebatan bibin. Berê li Tirkiyê enstûtiyên gundan hebûn. Xebatên ez behsa wan dikim didan meşandin. Lê akademiyên ez behsa wan dikim enstîtûyan jî derbas dikin. Nav pir ne girînge dikarin bêjin akademî jî dikarin bêjin enstîtû jî. Malbat li dora jin ava dibe. Jin hilberînerin. Dikarin bi hilberînên xwe pirsgirêkên aboriyê jî çareser bikin. Mînak dikarin zêwiyekê kirê bikin û dest bi çandiniya xwezayî bikin. Bi vî awayî dikarin tevkariyekê ji bêkariyê re jî bikin. Xebatên jin gelek min bi kelecan dike. Divê jin jixwe bawerbin. Ger li ser azadiyê lêhûrbûnek kur bikin, tişteke nekarin ser bixin wê nebe.  Bila her tim li akademiyan de werin cem hev û nîqaş bikin, eger tiştek pêşnekeve jî qet nebe di warê zîhnî de hinek wê mejiya wan vebe. Siyasetmedar wê ji van akademiyan derkevin. Perwerdeyên akademiyan wê neşibe perwerdeyên mektebên dewletê. Tişta em jê re dibêjin civaka vekirî jî ev e.

Eger dixwazin têkoşîn bikin divê mejî û dilê xwe pêş bixin. Bila dil û mejiyê xwe yên vale tije bikin. Piştî ewqas tiştên qewimîn şunde ez nikarim wan dil û mejiyên vale qebûl bikim. Ez dibêjim ev durûtiye. Û ez dixwazim bêjim ku ew ê nekarin qezencbikin. Ne hilberandin, kêrnehatîbûn, durûtiye. Em ne dikarin weke berê bigrin, ne dikarin bikenin, ne dikarin êş bikşînin ne jî dikarin zewq bigrin. Bila hay ji xwe hebin, perwerde û nûbûyînên xwe bidomînin. Ez vê jî bêjim; afirandina jina azad, ji welatekê jî ji serxwebûnê jî girîngtir e.

Divê giranî bidin xebatên akademik. Bila rewşa xwe ya perwerdeyî pêş bixin. Divê li her deverê cihên kombûnan, pergala mekteban pêş bixin. Pêwîste di vê de bi israrbin. Bila akademiyan avabikin. Rizgariya xwe, asta huner û jiyana xwe di van akademiyan de pêş bixin. Yanî divê ew bixwe, xwe perwerde bikin. Lazime akademî û mektebên perwerdeyên xwe yên îdeolojîk tê de bibînin jî ava bikin. Ez jî dixwazim ji bo perwerdekirina jina tevkariyê bikim.

REBER ABDULLAH OCALAN

 

 

Related Articles

Back to top button