LêkolînNûçeSlide

‘’Kesên ku ne Xwediyê Zanebûna Dîrokî bin, Nikarin ji roja îro re Bibin Bersiv.’’

Tevgera Azadiyê li ser xeta îdeolojiya azadiyê a Rêber Apo û têkoşîna wî, bi berxwedaneke destanwarî ya di dîrokê de ti carî nehatiye dîtin li dijî hêzên yekdestdar ên şaristaniya kapîtalîst têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Di vî şerî de tevî tewazuna hêzan ne wekheve ku gel û jinên cîhanê jî dibînin, ruxmê serdestiya hejmara hêza insan, sîleh û hêza teknolojîk a hêzên şaristaniya desthilatdar a navendî hemûyan jî, îradeya ji pola ya gerîlayên azadiyê û di şexsê jinên têkoşer de heqîqeta bawerî û berxwedaniyê radixîne ber çavan. Heqîqeta derdikeve holê, her roja derbas dibe ji gel û jinên cîhanê re bêhtir dibe sedema hêvî û dibe çavkaniya îlham ê. Jiyana komûnal a demokratîk û netewa demokratîk weke alternatîfekê ji hemû gelan û jinan re pêşkêş dike. Nirxên ku têkoşîna me derxistine holê û rastiya jiyan û têkoşîna her şehîdê me yê ev derxistine holê û mîrasa ji me re hiştine, bi qasî me ji bo hemû jinên li azadiyê digerin ezmûneke bêhempa ye.

Ji bo vê jî di şexsê jinan de ya li berxwe dide reûresma civakan e. Ji ber vê ya dibe mijara êrîşên pergala zilamê desthilatdar jî jin in. Jin bîr ango zakîre û vîjdana civaka ne. Tevgera me ya azadiyê jî li ser vê Heqîqetê kariye xwe rêxistin bike û îro parazvaniya civakê bike. Dilopên ji Heqîqetê kom kir û îro bûye deryaya ku ber bi mirovahiyê ve diherike. Ev derya Heqîqetê ji me hemûyan pêktê. Li ser van axên pîroz ku di ûxra wê de bi hezaran keç û xort xwîna xwe ya şirîn herikandin, ji her demê zêdetir derfetên jiyana azad ji me re dan avakirin. Bi vê zanebûnê her jin bi bîr û baweriya vê tekoşîna ku bimeşîne wê ber bi azadiyê ve biçe. Azadî ne xeyale. Azadî zanebûne ya ku ji me hatiye dizîn, azadî fêmkirine ya em jê mehrûm hatine hiştin. Bi sedan sal gotinên ‘’qederê’’ zilm û zora em dibînin dixwazin bi hûnandinên dinî, adet û teqelîdên civakî rewa bikin. Em ji çirûskên ronahiya pirs û lêpirsînkirinê hatin dur xistin. Bi gotinên eyb, guneh, şerm em hatin tirsandin. Ji bo vê jî em çiqas tekoşîna xwe xurt bikin û ji van rizgar bibin em ê ewqas azad bibin.  Ev jî bi perwerdeyê dibe. Rêber Apo jî dide diyarkirin ku ”Cinsê mirov hêza xwe ya aqil û zekayê çiqasî bi kar bîne wê ewqasî karibe civakîbûna xwe derxîne holê.” Pêşketina civakê çiqasî encama zekaya insan be, ewqasî jî civakbûna insan zekaya insan derdixe holê. Ew civakîbûna li derdora dayîkê hatibû hûnandin dîsa nirxên ku ji jin hatine dizîn jibo werin vegerandin, pir eşkereye ku divê ewil di warê zihnî de şoreşek mezin were kirin.

Beriya her tiştî perwerde divê di aliyê zihniyetê de were nirxandin ji bo vê jî esas di warê pargalê de were dest girtin. Gorî vê;

Şoreş bi çand û îdeolojiyên ku didin guhertin xwe îfade dikin. Guhertin û veguhertinên ku ji destpêka têkoşîna me ve di civakê de hatine afirandin asta şoreşê de ne. Cudahiya civaka ku me duh tê de jiyan dikir û civaka ku em îro tê de dijîn, hêza îdeolojî ya şoreşa me dide nîşandan. Tu pergal hema jiberxwe ve ava nabe. Her pergal xwe dispêre felsefe û îdeolojiyekê û li ser wî bingehî xwe rêxistin dike. Heta ku îdeolojî civakî nebin nikarin jiyanî bibin û nikarin veguherin pergal ê. Pergala em dixwazin ava bikin jî îdeolojîk e. Tekoşîna îdeolojîk jî herî zêde di asta zihnî de tê kirin. Ji bo vê jî qadên perwerdeyê qadên îdeolojîk in. Tekoşîna herî dijwar û mayînde di van qadan de qasî ku tê dayîn civak jî li van qadan de dikare were rêxistin kirin û zanekirin. Kurbûna di paradîgmayê de asta tekoşînê û zanebûnê jî dide diyarkirin. Rêber Apo dibêje ‘’Kesên ku ne xwediyê zanebûna dîrokî bin, nikarin ji roja îro re bibin bersiv.’’ Ji bo vê jî hemû hevalên di qada perwerdeyê de cih digrin divê di aliyê îdeolojîk de û dîrokî de xwedî zanebûn, pîvanên demokratîk, xwedî rê û rêbazên dewlemend bin. Ji bo vê jî divê destpêkê em xwe perwerde bikin. Li ser bingeha netewa demokratik divê hemû civakê bê ku ferq û cudatiyê bikin û biçûk bibînin bi mefûmeke demokratîk perwerde bikin. Divê her perwerdeya em bibînin û bidin, bibin pîvanê jiyan ê. Divê em exlaq û felsefeya azadiyê bi jinan re û civakê re bikin yek. Em ji pirsgirêkên jin û civak jiyan dikin re bibin çareserî. Divê em perwerdeyê tenê weke dîrokek derbasbûyî, an jî gotinên lihevhatî ên hûnandî Xeyalên dema pêş yên mijara yek du dersan nebînin. Perwerde pîvane, terze, çand e. Eger perwerdeyên me ne veguherin çanda jiyanê, nebe pîvan, nebe taybetmendî, tarz û rêbaz em nikarin behsa serkeftina perwerdeyê bikin. Pîvana serkeftina dewreyên perwerdeyên me çiqas guhertin û veguhertin daye avakirin e. An jî di civakê de me dînamîkeke guhertin û veguhertin derxistiye holê an na. Di qadên me de dibe ku kêmasiyên şêwaz û rêbaz derkevin holê. Hem wekî jin hem jî wekî kadroyên înşayê divê em karibin şêwaz û rêbazên xwe dewlemend bikin. Ger hewce be, divê em bi saetan, bi rojan, bi mehan mirovan re biaxivin û wana îqna bikin. Pêkhateya civînê divê van mijaran bi awayeke berfireh bigre dest û binirxîne.

Mijara din ya divê em bigrin dest nêzîkatiyên li hember xebatên xweser yên weke kareke talî û ne gîring û biçuk dîtin derdikevin hene. Ev nêzkatî li hember qada me çawa pêş dikeve. Li qada giştî de dema dewre tên vekirin heval tên xwestin ew bi çiqas hejmar hatibe xwestin bi qasî hejmara hatiye xwestin kes dişînin. Lê dema ya xweser be tevî ku hejmara pêkhateya jin ji pêkhateya zilaman zêdetir e, lê hejmara dewreyên xweser hedef dikin nagihije wê hejmar ê. Herî dawî wek komîteya perwerdê dewreyek ji bo hevserok û berdevkên jin bi armanca pirsgirêkên hevserok û berdevkên jin jiyan dikin kirina mijara perwerdeyê û encamê ji vê dewrê were girtin weke broşûrekê kirina malê giştî hatibû hedef kirin. Lê ji ber nêzîkatiyên heyî ên me li jor rêz kirin ev dewre pêknehat. Ji bo wê jî li hember qadên xweser hişyariya pêwîst nayê raberkirin ku ev jî pirsgirêkek sereke ye. Li vir pirsgirêk ne tenê hejmar e. Herî zêde pêwîstiya jinan bi perwerdeyê heye. Lê ya herî xemsar nêz dibe dîsa jin e. Em dikarin eşkere bêjin ku ev nêzîkatiyên herî paşketî û yên deshilatdar in. Ev nêzîkatî mijarên lêpirsîn û lêhûrbûnê ne. Berî her tiştî divê em bizanibin ku heta weke jin em qadên xwe yên xweser de, xwe xurt nekin û qadên xweser xurt nekin, em ê nekaribin bibin hêza guhertin û veguhertin ê. Jin cewhera jiyanê ye, lê girînge mirov vê cewherê çawa bikar bîne û şîrove bikê ye. Ji ber vê yekê divê pêkhateya komîteya perwerdeyê herî zêde vê mijarê di civînê de bi berfirehî bibîne û bixirxîne.

Weke mijareke din ya divê pêkhateya civînê ser bisekine dewreyên perwerde ên guhertin û veguhertina zilam e. Li pêşiya azadiya jin ê, astengiya herî mezin nêzîkatiyên zilamê desthilatdar û kevneperest e. Dema em dibêjin pirsgirêka jin û pê dadikevin ya derdikeve pêşiya me pirsgirêka zilam e. Yê nezî azadiyê û wekheviyê nabe zilame, yê dev ji desthilatdariya xwe bernade dîsa zilam e. Ji bo vê jî yê divê guhertina mezin bijî jî zilam e. Helbet bi mefûmê jina heyî jî jiyan nabe. Qasî lihember zilamê desthilatdar yê kevneperest tekoşîn kirin pêwîst be bi qasî wê lihember taybetmendiyên jina kole û kevnerest jî ewqas tekoşîn kirin pêwîste. Ji ber vê bi giştî perwerde ji bo her du cînsan jî ji nan û av zêdetir weke pêdiviyekê derdikeve holê. Dewreyên hatine vekirin heta niha dikare baş were nirxandin. Ya dibe mijara rexneyê, van dewreya domdar û li her qadê nedayîna meşandin e. Dîsa piştî dewreyan şopandina endaman jî girînge. Ji bo vê divê civînê de derheqe vê mijarê de jî nêrîn û nirxandin pêşbikevin.

Mijara din ya divê bê nirxandin, parastin e; Parastin weke her zindî ji bo însan jî nebe nabê ye. Ti heywan an jî nebat bê parastin jiyan nake. Her zindî gorî taybetmendiyên xwe xwedî parastin e. Di xwezayê de gûl xwe bi sitiriyên xwe diparêz e. Heywan bi diran û lepên xwe. Lê jin xwe bi çi diparêz e? Civak parastina xwe bi çi dike? Civakên bê parastin an jî karê parastina xwe hewaleyê hezeke din dikin civakên kole ne. Jin jî heta xwe, bê parastin di bin siya parastina hineke din de bihêle wê her kole bimîne. Ji bo ve jî perwerde qasî têkoşîneke îdeolojîk dide meşandin û zihniyet dide avakirin, bi qasî vê di civakê de di warê xweparastinê de kirina xwedî zanebûn û hişyariyan jî. Bi zanebûna welat-parêziyê divê civakê li hember her cure êrîşan jî li ser xeta netewa demokratîk rûheke hevpar ya gelan jî derxînin holê. Şert û mercên em tê de dijîn ne ji rêzê ne. Pergala desthilatdar, dixwazê rûxmê îradeya gelan, cardin gorî daxwaza xwe cîhanê jinûve dizayn bike. Divê weke gelê netewa demokratîk em mizgîniya dema netewa demokratîk bidin hemû gelên cîhanê. Dîsa jin divê zanibe ku jiyaneke bê parastin jiyaneke heqaret, lêdan, êşkence, kuştin û serî tewandine, ango koletiye. Zindiyên dikarin parastina xwe bikin, dikarin derhekê pêşeroja xwe de bibin xwedî biryara tayînkirin ê. Pêvajoyên di nava hevde hatibin hûnandin dikarin guhertina biafirînin û mayende bikin. Ji bo vê jî qasî di nava derfetên heyî de xebatên perwerdeyê dayîna meşandin bi qasî wê jî civakê di warê xweparastinê de zane û rêxistinkirin jî gelek girînge.

Bi gelemperî dema em xebatên xwe dinêrin dubarebûnek heye. Dubarekirin ji elimandinên salan çêdibe. Weke kesên berpirsyarên pêşdebirina xebatên perwerdeyê divê tu carî em rê nedin dubarekirin û rûtînbûna xebatên perwerdeyê.  Qadeke mezin li ber me ye em xwedî ezmûn û potansiyela afirandinê ne, ji bo vê divê em ji xwe bipirsin ka sedemên şêwaza xebata dubare û rûtîn çi ne.

Bi zanebûna pakbûn, ji ya xweşik û zelal re rê vedike, divê em bikarin xwe ji lêpirsînên bingehîn re derbasbikin. Bi taybet divê ji mîmîkên xwe em bigrin heta helwestên xwe ji kalibên fikir û ferasetên cînsperest yên nêr çawa bandor dibe, têkilî û jiyaneke çawa dide afirandin divê li ser bifikirin. Bi lêpirsînkirina kalibên zihniyeta berê, gorî pêdiviyên tekoşînê girtina dest û çareserkirina pirsgirêkan de wê bibe gava destpêkê ya were avêtin. Lêpirsînên me wê me ber bi rastiya me, civak û heqîqeta pergala me ve bibe. Her ku em lêpirsîn bikin em ê bibînin ku rastiya ku pergal weke rastî pêşkêş dike berovajokirîna rastiyê ye. Rastî û heqîqet di nava cewherê civaka me ya xwezayî bi nirxên mirovahiyê re jiyan kirine. Lê tim û daîm ya tê pêşkêş kirin û hilberandin em ê bizanin ku ji derewê pêve ne tiştek din e. Her ku zanebûna me pêşbikeve wê îradeya me, her ku îradeya me pêşbikeve wê tekoşîna me jî li dijî pergala heyî wê mezin bibe. Civak ji pirsgirêkên xwe bi nasnameya însanê azad ya nû dikare bibe hêza çareseriyê û bigihije ronahiyê. Jibo vê her însanek û jinek, bi taybet her hevala di nava xebatên perwerdeyê de cih digre, bi dayîna kedeke herî biçûk jî guhertin û veguhertina civakê de wê mezin bibe. Çareserkirina pirsgirêkên civakî de tevî bûyîna hêza çareseriyê, em bawer dikin ku bi xwe re ew jiyana azad ya em daxwaz dikin jî wê bide afirandin.

Cardin em dest nîşan bikin ku em demek ji rêzê najîn. Êrîşên gelek berfireh dibe pêşbikevin. Ji xwe her roj jî êrîş tên kirin. Helbet êrîş ne tenê lihember Rojava pêş dikevin. Başûr, bakur, Rojhilat di nava êrîşan de bû. Di sala 2025’an de berxwedanên mezin û fedekariyên qehremanî hatin kirin. Berxwedana bendava Tişrîn, da zanîn ku gel û şervan yek in. Jixwe tişta em dibêjin şerê gelê Şoreşgerî, şerê li bendavê bû. Berxwedanek bê hempa bû. Tevî ku şahadetên hatin jiyîn dibin sedema êşên kûr, lê heman demê de dibin sedem ku em bibin bersivên hêviyên wan lehengan. Bersiv dayîna bîranîna her şehîdî ew e ku mirov wan bi hêztir bîrbîne û layîqê wan be. Em diyar dikin ku em ê rêya şehîdan nîşanî me daye heta dawî bi dilsozî bimeşin. Em bawer dikin ku ev civîna me wê xwe bigihîne biryar û encamên girîng.

Related Articles

Back to top button