CivînNûçeSlide

Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî , Emê Jiyaneke Komunal û Civakeke Azad û Demokratîk Pêk bînin Kongra Star Civîna Salane Lidarxist

 Meclisa Kongra Star a kantona Hesekê Civîna xwe ya Salane bi beşdarbûna 150'î jin lidarxist

Piştî saleke tijî xebat,ked,pêşketin û kurt û kêmasiyan herwiha ji bo pilana karê sala nû ,meclisa Kongra Star ji bo nirxandina karê salekê civîna xwe ya salane pêkanî.

Civîn bi beşdarbûna 150’î jinên Kantona Hesekê di 29’Berfanbarê di saet 10:30’an de li hola Semerqend hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpêkir.
Dîwana civînê ji endamên Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Viyan Efrîn û Nahîd Silêman û endama Koordînasyona Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên pêk tê.

Di serî de axaftina vekirinê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Nahid Silêman ve hate kirin. Nahid bi xêr hatina beşdaran kir û di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê û hewldanên wî yên ji bo çareserkirina krîzên ku niha li Rojhilata Navîn û cîhanê ji perspektîfeke siyasî û yasayî ve têne jiyîn

paşê perspektfên Rêber Abdullah Ocalan derbarê kar û xebatê ku dikeve ser milê jin de herwiha hêz û giringiya jin di civakê de , di nav de rol û misyona jin hate xwendin.

Piştre sınevizyonek têkildarî kar û xebatê Kongra Star ê salekê hate pêşkêşkirin.
Herwiha rapora salane ya kar û xebatê Kongra Star ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Ala Ibrahîm ve hate xwendin.

Herwiha têkildarî nirxandina rewşa siyasî ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Berfîn Afrîn ve hate kirin.

Berfîn di serî de keda hemû jinan a salekê anî ziman û got ku pêwîste em ji bo Sûryekî nû kar û xebat xurtir û bibandortir xwe amade bikin.

Rojhilata navîn û bi taybet Sûriyê ber bi guhertinekê ve diçe , pêwîste em ji bo vê guhertinê pir hişyar bin .
Rêber Abdullah Ocalan ji bo rojhilatek navîn ku aram, demokratîk, azad û wekhev gelek hewildanan dike, em jî ji bo van hewldanan destek didin .

Bi taybet Sûriyê piştî hilweşîna rêjîma Bais û di hatina hikûmeta veguhêz de , di gelek rewşan re dderba bû, rewşa komkujî, qetilkirin,revandin û wêrankirin .

Ji bo vê jî pêwîste banga aşitî û civaka demokratîk ya rêber Abdullah Ocalan demildest ji dewletên navnetewî û dewleta Tirk pêk were û êdî aramî li rojhilata were misogerkirin.

Di dawiyê de jî Berfîn balkişand ser kar û xebatê jin ê salekê û got ku jin êdî roj bi roj deha zêdetir pêşdikevin û di cihin hesas de bicih dibin û serkeftin ji hemû jinan re xwest.
Piştre nîqaş hate vekirin, beşdaran nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Herwiha li ser pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ye, bi taybetî di ronahiya şert û mercên herêmî û navneteweyî de, û bandora wan li ser civak û jinan nîqaş kirin.
Rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nirxandin, û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina rola wan di jiyana siyasî û civakî de û rûbirûbûna her cûre tundûtûjî û cudakariyê hate kirin.
Nîqaş li ser rêbazên baştirkirina mekanîzmayên xebatê yên konferansê, berfirehkirina beşdariya civakê û misogerkirina berdewamiya bûyer û bernameyan bûn.
Beşdaran li ser pêşinyarên xebatê yên ji bo sala nû, di nav de bernameyên hişyariyê, perwerde û hêzdarkirina jinan di astên cûda de, nêrînên xwe parve kirin.

Civîn bi armanca pilanin nû, xurtir û bibandortir ji bo sala nû bidawî bû.

Related Articles

Back to top button