ÇalakîNûçeSlide

Şehîdên Komkujiyên Parîsê Li Navenda Mihemed Şêxo Hatin Bibîranîn.

Bi Rasthatina Salvegera Qetilkirina hevrê Sakîne Cansiz û Rêhevalên wê yên ku bi Destê Komplogeran Gihiştin Asta şehadetê , îro li Navenda Mihemed Şêxo hatin Bibîranîn

Mîlîtanên azadiyê yên ku her û her ji bo doza maf û azadiya gelê Kurd her di têkoşîn û berxwedanê de bûn.

Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez,li Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin, ev bûyer wek komployek tê binavkirin û di dîroka têkoşîna jinên Kurd û cîhanê de cihê xwe girtiye

Tevî vê komkujiyê ti dewletên nevnetewî ev bûyer negirt ser milê xwe û xwe berpirsyar nedît.
Lewma ji ber paşguhkirina komkujiyê, di 23’ê Kanûna 2022’an de careke din li Parîsê komkujiyek derheqê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil pêk hat û gihiştin asta şehadetê .

Têkildarî bîranîna komkujiyên Parîsê de ,di bin sîwana Tevgera Hîlala Zêrîn û Kongra Star çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê di 7’ê Çileyê di saet 11’an de li navenda Mihemed Şêxo hate lidarxistin.
Bi dehan jin ji bo bîranîna şehadeta Sakîne û rêhevalên wê berê xwe dan navenda Mihemed Şêxo

Di serî de bixêrhatina beşdaran hate kirin û bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.

Herwiha endama Kongra Star Hacir Yûsif Xelîl berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got ku em di pêvajoyekî û serdemekî pir hesar re derbas dibin .
Dîroka me ya zêrîn ku bi xwîna şehîdan hatiye neqişkirin , em di şexsê Sakîne û hemû hevalên wê herwiha tevahî şehîdên Kurdistanê bibîrtînin.

Îro li Şêxmeqsûd û Eşrefiyên ji doh ve bi dehan birîndar û şehîd çêbûn e û hîn jî şer berdewam dike.
Divê ku em her kes kêliyekî perçakî xwe ji wê derê bibînin û em wan ji hemû şaneyên bedena xwe de bijîn û bidin jiyankirin.
Em herkes dizanin ku Sakîne kî ye û çi kiriye, îro ne tenê sembola jina kurd lê sembola hemû jinên cîhanê ye em tevahî şopdarê riya Sakîna ne.

Hacir behsa têkoşîna Sara û hevalên pê re kir ku çawa li hember zilm û neheqiyê hertim têdikoşiyan û ji bo Kurdistaneke azad û aram berxwedan .

Herwiha tekez kir ku em şer naxwazin lê şerê ku hat ber derî li ser serî ye divê em xwe li gorî wê xurt bikin û tevbigerin, emê heta dawiyê di xeta jina azad da bibin şopdarê şehîdên xwe û tevgera Apoyî .

Di dawiyê de jî da zanîn ku em Kudstanekî azad û Sûryekî demokratîk dixwazin û heta dawiyê ji bo vê armancê dê bixebitin

Paşê Selevizyonek derbarê jiyan , têkoşîn, xebat û berxwedana por sora Kurd a ku di zindanên dewleta Tirk a dagirker de li berxwedaye , Sakîne Cansiz hate pêşkêşkirin

Piştre hin Stranên li ser Sakîne Cansiz û hevalên wê ji aliyê Hunermendên Hîlala Zêrîn ve hatin gotin û pêşkêşkirin.

Related Articles

Back to top button